Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî gefan mertalên zindî di çalakiyê de ne

Li Kobenê bi sedan çalakvanên mertalên zindî li dijî gev û êrîşên dewleta tirk ev 21 rojin li ser sînorê çalakiya xwe didomînin

Dewleta tirk a dagirker di her kêliyê de polîtîkayên xwe yên li dijî gelê kurd û yên qirkirinê dimeşîn e. Dewleta faşîzan bi salan ne ji bo kurd negihêjin maf û azadiya xwe her cûre şerê qirêk û binpêkirinên mafên mirovan pêş dixe. Bi taybetî piştî Şoreşa Rojava ji bo gelê kurd û yên herêmê negihêjin tu maf û statûyê hemû dijberiyê dike. Bi piştgiriya xwe ya çeteyan û êrîşkirina Rojava ev xwe da der. Her wiha Efrîn dagir kir û hemû çeteyên xwe lê bi cih kir. Dewleta tirk niha jî hewl dide bi hinceta “herêma ewle” seranserê Rojava dagir bike û gefan dixwe.

Li dijî gef û êrîşên dewleta tirk nerazîbûn û çalakiyên welatiyan jî bilind dibe. Ji 17’ê tîrmehê ve ye bi sedan şêniyên kantona Kobanê dest bi çalakiya mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyeyê li gundên Qeremox û Ziyaretê kir. Ev yek piştî ku Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor zêde kirin û gef li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, pêk hat.

Çalakiya şêniyan li konê gundê Qeremox ê li rojhilatê bajarê Kobanê, derbasî roja xwe ya 21’an bû. Îro şênî, hefteya sêyemîn a xwepêşandana li ser sînor ya li nêzî gundê Qeremox bi dawî dikin û derbasî hefteya çaremîn bû. Rojane endam û rêveberên partiyên siyasî yên kantonê û rêveberên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser a kantonê beşdarî çalakiyê dibin. Li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên redkirina gefên Tirkiyeyê û çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiye dewam dikin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar