Sedam bi ayeta Enfalê êrîşî kurdan dikir û Tayyîp Erdogan jî bi ayeta Fetih êrîşî kurdan dike û qetlîaman pêk tîne. Tevî ku 31 sal di ser enfalê re derbas bûye jî, lê dewleta tirk niha jî bi planên di bin navê jiholê rakirina gelê kurd vê proseya enfalê berdewam dike
Rejîma Sedam li ser navê sûreta Enfalê 182 hezar kurd qetil kirin û bi sax xist dibinê axê de. Piştî 30 sal bi ser derbazbûna vê komkujiyê re dewleta tirk jî bi navê sûreta Fetih êrîş kir ser Efrînê û bi hezaran kurd şehîd bûn. Niha jî bi berdewam gefa êrîş û komkujiyan li ser bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê dike.
Enfal sûreta heftem ya Quran’ê ye. Wata wê di şer de talankirin e. Rejîma Sedam Huseyîn jî navê pêngava qirkirina gelê kurd bi navê Enfalê da destpêkirin. Armanca wan ew bû ku bi vî navî qilifek yê olî lêbikin û kiryarên xwe wekî ku rewane nîşan bidin.
Di sala 1988’an de rejîma Baas a Sedam li başûrê Kurdistan bi pêngava ku navê wî xist Enfal, dest bi qirkirin û komkujiya gelê kurd kir. Ev pêngava qirkirin û komkujiyan heft mehan domand û wekî heşt qonaxan hat plankirin. Ev komkujî li piraniya deverên başûrê Kurdistanê pêk hatin.
Di van komkujiyan de 182 hezar zarok, jin, ciwan û kalên kurdan bi sax hatin bin axkirin. Bi hezaran gund li deverên cûda cûda yên başûrê Kurdistanê hatin xirabkirin û talankirin.
Qonaxên Enfalê bi vî şêweyî ne:
Qonaxa yekem:
Enfala Dola Cafayetî: Di roja 23’ê sibata 1988’an de di bin rêveberiya wezirê wê demê yê parastina Iraqê Sultan Haşim de, bi beşdarbuna tûgay 20 û 60’an êrîş ji aliyê rejîma Baas ve destpêkirin. Di qonaxa êrîşkirinê li ser gundên Sergelu, Bergulî, Dola Cafayetî, Navçeya Bingirde ya rojhilatê bendava Dukan û bajarokê Dukan, bajarê Silêmaniyê, navçeya Mawet û Çuwartaş hatin girtin. Di van êrîşên nû yê beşê dijwar de gelek navçe hatin wêrankirin û talankirin.
Qonaxa yekem heya 19’ê adara 1988’an berdewam kir. Armanca sereke tunekirin û talankirin 20-30 gundên Dola Cafayetî û dagirkirina baregehên hêzên pêşmergan li van navçeyan bûn. Ev pêl ber bi sînorên navçeyên Sirdaş, Dûkan, Serçinar, Qelaçiwalin û Çiwartî hatin girtin.
Gelê vê herêmê piranî berbi Îran û gelek jî ber bi bajarê Silêmaniyê ve koçber bûn.
Qonaxa duyem:
Di 22 ‘ê adara 1988’an de qonaxa duyem ya pêlên enfalê li navçeyên Qeredaxî, navçeya Tekiye, Silêmaniyê, Segrime, Derbendibaser, Qupî Qerax û çend cihên din li ber vê pêla qonaxa duyem ket. Bi giştî gund û navendên van navçeyan hatin girtin.
Destpêka êrîşan li ser çend cihên strateji bi êrîşên kimyawî hatin despêkirin û gelek giran bû. Ev yek carek din bû sedem ku gelê vê herêmê penaber bibe û beşa ku berbi Silêmaniyê ve çuyî ziyana wan kêmbû. Lê ewên ku berbi Herêma Germiyan ve penaber bûyîn gelek ji wan hatin girtin û piştre hatin windakirin.
Qonaxa duyem ya enfalê heya 1’ê nîsana 1988’an berdewam kir. Ew xelkê ku çûyin zêdetirê wan hatin girtin, ji bû qada leşkerî şandin ku nêzîkî 8 hezar kes ji jin, zarok, kal û ciwan hemû birin li cem qada leşkerî (Tubzawe) ya nêzîkî Kerkûkê. Ew ciwanên di nav gel de cuda kirin û ber bi cihên ne diyar ve birin û windakirin, kesên ku mayîn jin, zarok û keçên ciwan xistin zindana lê pîremêr û pîrejin ew ji birin çola Semawe (Nugreselman). Ji wan hejmare zêde ji birsîtî, bê avî û ji nexweşiyan mirin û termê wan di avêtin ji derveyî zindanê.
Qonaxa sêyem:
Qonaxa sêyem ya pêla enfalan di 7’ê nîsana 1988’an li sê navçeyên Germiyan dest pê kir. Ev qonax, qonaxa êrîşên herî berfireh, mezin û êrîşên herî dijwar yên li ser gelê kurd bûn di wê salê de. Li navçeya Xurmatû, Qadirkerem, Kifrî, Çemçemal, Têlekû, Pêbaz, Sengaw, Tekiye û beşek ji navçeyên Axceler dest pê kir.
Ev qonax heya 20’ê nîsana 1988’an berdewam kir, zirer û ziyanên mezin di aliyê madî û manewî de giha gel û 5 hezar gundên herêmê. Di 14’ê nîsana 1988’an 4 navçe bi hevre hatin wêrankirin, nêzîkî 20 hezar jin, zarok û zelam ji aliyê hêzên Baasê ve hatin girtin. Ev roj wekî rojekî herî bi êş ya wê salêye û hemû salana ji wê rojê weke bibîranîna sûcê enfalê li başûrê Kurdistanê ye.
Qonaxa çarem:
Ji Qonaxa 4’an ji 3’yê gulanê heta 7’ê gulanê dom kiriye. Rejima Baas piştî sûcê di qonaxa sêyem de kirîn, hêjmara zêde kes qurbanî û bê cih kirine. Her wiha êrîş berdewam bûn li ser navçeyên din yên başûrê Kurdistanê, di vê qonaxê de navçeyên wekî Rêdar, Axcelar, Teqteq, Deştî Koyê û çend gundên Germiyan Esker, Guptepey dest pê kir.
Destpêka êrîşan di 3’ê adara 1988’an bi kîmyabarankirina li ser gundê Guptepe dest pê kir. Qurbaniyên li vî gundî nêzîkî 300 kesan bûn. Her wiha gundê Esker ji bû hedefa bombayên kimyewî û rê li ber derbasbûna xwecihên gundên Guptepe, Eskender û Heyderbeg ji aliyê rejîma Iraqê ve herdem dibû hedefa sûc kirinê û gelê herêmê ne dikarî bi şêwekeyî bicûk ji tevger bike.
Qonaxa pêncem, şeşem û heftem:
Qonaxa pêncem, şeşem û heftem ya pêlên enfalê li navçeyên Rawanduz, navçeya Xelifan, Xuşnaw, navçeya Dola Balîsan, Dola Melekan, Dola Wertê, Dola Hiran, Simaqelê dest pê kirin. Destpêka êrîşan ji 15’ê nîsanê heya 26’ê tebaxa 1988 dewam kir, balafirên şer yên rejima Baasê dest bi kîmyabarana gundên Nazenin, Kamusk, Sipîndare, Elilwe û Simaqulî kirin. Hejmarek zêde xelkê vê deverê hatin qetilkin û gelek lawir ji telef bûn.
Qonaxa heştem û qonaxa dawî ya enfalê:
Qonaxa dawî ya enfalê li herêma Behdînan dest pê kir. Êrîş ji 25’ê tebaxê heya 2’ê îlona 1988’ê berdewam kir. Pişti rawestîna şerê Iraq û Îranê artêşa Iraqê dest bi pêlên enfalan kir li navçeyên Behdînan. Qonaxa dawî ya enfalê li navçeya Zaxo, Amêdiyê, Şêxan û Akrê dest pê kir. Destpêkê artêşa Iraqê bi bombaranê êrîş kir, pişt re ji bi fizeyên kîmyawî bombabaran kir. Êrîşa herî giran di 24’ê tebaxê ya li ser gundên Sipîndarê, Qedpalê li çiyayê Gare ku bi dirêjiya 30 kîlometreyan ew dever hatin bombabaran kirin. Lê tevî ewqas bombabaranan jî hejmara qurbaniyan kêm bû. Sedemê vê yekê jî ew bû ku hêzên pêşmerge li herêmê amadekariyên xwe ji bo parastinê kiribûn. Belê hemû lawirên welatiyan telef bûn, bîrên wan ên avê jî zûwa bûn.
Tevî ku 31 sal di ser enfalê re derbas bûye jî, lê dewleta tirk niha jî bi planên di bin navê jiholê rakirina gelê kurd vê proseya enfalê berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de di nava du salên derbasbûyî de artêşa tirk êrîşên berfireh bir ser bajar û navçeyên bakurê Kurdisanê. Bi taybet li navçeyên Sûr, Cizîr, Niseybîn, Silopya û Şirnex beşekî mezin xirab kir û gelê herêmê koçber kir, li gel vê yekê ji bi sedan kes hatin qetilkirin.
Sala borî dewleta tirk bi navekî din ê sûreta Quranê (Fetih) êrîşî ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir. Di encama van êrîşan de bi hezaran welatiyên kurd şehîd bûn. Heya niha jî ev kiryarên kuştin û talankirina artêşa tirk û çeteyên girêdayî wî li Efrînê berdewam dikin.
Her wiha 73’emîn fermana li ser gelê êzidî weke enfalek din ya zincîra jenosîda li ser gelê kurd bû. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş kir ser Şengalê û bi hezaran kurdên êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hat hiştin. Bi deh hezaran kurdên êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn. Li gel vê yekê ji 5 hezar jin û keçên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li sukên Mûsil û Reqayê hatin firotin. Çeteyên DAIŞ’ê jî wekî rejîma Sedam û Erdogan di bin navê îslamê de êrîşî ser Şengal kir û ew komkujî pêk anî.
Tevî van sûcên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kirin, dewleta tirk jî di 25’ê nîsana 2018’an de bi balafirên şer êrîşî çiyayê Şengalê kir ku koçberên ku ji Şengalê reviyabûn têde bicihbibûn.
Her wiha di 13’ê kanûna 2018’an de carek din artêşa tirk bi balafirên şer êrîşî ser Şengal û Mexmûrê kir. Di encama van êrîşan de 7 sivîl şehîd bûn.
Dewleta tirk ya di bin rêbertiya AKP’ê û Erdogan de niha jî êrîş û gefên dagirkirinê li ser rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyeyê dike.
Li aliyek din bi berdewam êrîşî ser xaka başûrê Kurdistanê dike û di encama van êrîşan de welatiyên sivîl ên başûrê Kurdistan dibin qurbanî.
Li bakurê Kurdistanê jî rojane dewleta tirk êrîşî ser welatiyên kurd dike û bi hezaran welatiyên kurd û siyasetmedarên gelê kurd xistiye girtîgehan.
Dema mirov dibîne ev êrîşên metirsîdar li ser gelê kurd berdewam dike, mirov dikare bêje hîna metirsiya enfalê li ser gelê kurd berdewam e.
Çavkanî: RojNews