Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li dijî girtiyan pêkanînên dermirovî

OHD û Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê da zanîn ku girtiyên ai greva birçîbûnê de nayên muayenekirin û rastî binpêkirinan tên. Şaxa ÎHD’ê diyar kir ku girtî bi saetan di wesayîta rîngê de bêav hatine hiştin û li ser pêyan bi kelepçekirî hatine dermankirin

Komeleya Hîqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mersînê ragihandin ku 133 girtiyên ku li Girtîgeha Tarsûsê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, rastî binpêkirinên mafan û biçûkxistinê hatine û tedawiya wan hatiye astengkirin. Têkildarî mijarê berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Mersînê parêzer Selçûk Bînîcî axivî. Bînîcî got ku dê têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin.

Selçûk Bînîcî diyar kir ku girtî li ser pêyan bi kelepçekirî hatine dermankirin û wiha domand: “Rewşa girtiyên bi navên Dilbirîn Turgut, Hatîce Kaymak, Menal Temel, Dîlan Yildirim, Mûrat Karaaslan, Sûat Okur û Denîz Ozdemîr xerab e. Niha li nexweşxaneyê tu girtî nayên dermankirin.”

Bêyî ku bên muayekirin paşve şandin

Di berdewamê de jî Bînîcî got ku girtiyan bi komî di wesayîtên rîngê de radikin nexweşxaneyan û ev agahî dan: “Girtiyên jin da zanîn ku di wesayîta rîngê de bi saetan bêav tên hiştin û nahêlin ku biçin destavê. Cendirme tundiya derûnî li girtiyan dikin. Girtiyan ragihand ku bijîşk bêyî ku wan muayene bikin paşve dişînin û bijîşkên girtîgehê jî wan derman nakin. Di 27’ê gulanê de girtiyên zilam 8 saetan di wesayîta rîngê de hiştine. Rastî muameleyeke xerab tên. Bijîşkan xwest ku serûmê girê bidin lê girtiyan red kiriye. Ji ber vê jî nehatine muayenekirin û bi saetan di wesayîtên rîngê de hatine hiştin.”

Girtî bi saetan sekinandin

Herî dawî jî Bînîcî wiha got: “Piştî hevdîtina me, 17 girtî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê hatine kirin. Ji van girtiyan hinek jê 87 rojan û hinek jî 142 rojan di greva birçîbûnê de bûn. Tenê 3 girtiyên ku 142 roj di grevê de mabûn, mayî li wan dan. Girtiyên din jî tenê vekolînên wan kirin û li wesayîta rîngê siwarkirin û sekinandin. Piştî nirxandinên pisporê dahiliyeyê û heyeta odeya tabîban biryar hate dayîn ku tedawiya 7 girtiyan bê destpêkirin û yên din jî ji bo xwedîkirina bi dev şandin girtîgehê.”

Tedbîrên tenduristiyê nehatine girtin

Bînîcî daxuyand ku li gel hişyarkirina odeya tabîban jî ji bo girtiyan tedbîrên tenduristiyê nehatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di asteke pêwîst de personelên tenduristiyê nehatin peywirdarkirin. Em rewşa girtiyan dişopînin û ji bo vê yekê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan dikin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar