Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijminane di dewrê de ye’

Parêzer û siyasetmedar der barê tecrîda li girtîgehan, binpêkirina mafan û "efûya dewletê" de axivîn û diyar kirin ku hikûmet bi "hiqûqa dijminane" nêzî girtiyên siyasî dibe û diyar kirin ku divê ne ji bo kesên tiryakfiroş, destavêj û kujer re divê ji bo girtiyên siyasî tevdîr bên girtin.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girava Îmraliyê tê girtin, dewam dike. Ji Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş 29 meh in tu xeber nayê girtin. Abdullah Ocalan ku di 7’ê tebaxa 2019’an de cara dawî bi parêzerên xwe re hevdîtin kir piştî wê hevdîtina wî ya bi parzeran re hat qedexekirin  û di 25’ê adara 2021’an de têkiliya wî ya bi malbatê re bi temamî hat qutkirin. Dewleta ku polîtîkayên tecrîda giran ên li Îmraliyê dimeşîne li hemû girtîgehan belav kiriye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê herî dawî bi “efûyê” dest bi berdana kiryarên  jin û zarokan ji girtîgehan kir.

Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Zelal Aydogan û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şîşliyê Ayşan Aksoy, li ser tecrîd, binpêkirina mafan û qanûna efûyê ya li girtîgehan nirxandin kirin.

‘Li hemberî girtiyên siyasî nêzîkatiya polîtîk heye’

Endama OHD’ê Zelal Aydogan diyar kir ku ew binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û daxwazên mafdar ên girtiyan radigihînin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji nêz ve dişopînin. Zelal Akdogan, da zanîn ku ji girtiyên siyasî gelek serlêdan tên kirin û destnîşan kir ku di demên dawî de polîtîkayên zext û tirsandinê zêde bûne û got: “Hema bêje li hemû girtîgehan polîtîkayên tirsandinê hene. Lê zêdetir ji bo girtiyên siyasî derbasdarin. Zext polîtîk in. Ji ber ku dewlet girtiyê siyasî weke aliyekî şer dibîne. Dewlet girtiyên siyasî weke dîlên şer dibîne. Ji ber vê yekê ji bêhtir li wan zextan dike. Girtiyên nexweş, girtiyên jin, para xwe ji vê hîn bêhtir digirin. Em ji bo serbestberdana girtiyên nexweş gelek serlêdanan dikin. Saziya Tiba Edlî (ATK) radigihîne ku nikare di girtîgehê de bimîne. Lê qet nayên tahliyekirin û miwekîlên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.”

‘Dewlet bi hiqûqa dijmin nêz dibe’

Akdogan diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî girtiyên siyasî nayê qebûlkirin û got, “Dewlet bi hiqûqa dijminantiyê nêzî girtiyên siyasî dibe. Ne tenê wekî girtî. Bi van polîtîkayan re pirsgirêkên li girtîgehan kûrtir dibin.” Zelal, anî ziman ku yek ji mijarên heyî polîtîkayên tecrîdê ye û anî ziman ku ev 29 meh in ji Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin tu agahî nayê girtin û ev tişt anî ziman: “Tecrîda mutleq a ku di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de dest pê kir, li hemû girtîgehan belav bûye. Girtîgehên wekî Tîpa L, Tîpa S, Tîpa F, Tîpa Y û gelek girtîgehên din li gorî şert û mercên tecrîdê hatine çêkirin û dixwazin girtî bi vê pergala tecrîdê di girtîgehan de bimînin.”

 ‘Dewlet kesên ku sûcên li dijî şexsan kirine efû dike’

Zelal Akdogan der barê qanûna efûyê de jî wiha got: “Dewlet kesên ku li hemberî şexsan sûc kirine efû dike. Ew dikare wan derxe. Dikare girtîgehan zû vala bike. Lê di vî warî de tiştek ji bo girtiyên siyasî nayê kirin. Yanî dewlet qanûna efûyê li ser girtiyên siyasî tetbîq nake. Girtiyên siyasî bi tu awayî nikarin jê sûd werbigirin. Ji ber vê sedemê di dema pandemiyê de gelek girtî hatin berdan.  Ji ber ku yek ji wan weke girtiyekî normal nayê dîtin. Weke her car bi hiqûqa dijmin nêz dibin ku rasterast li ser hemûyan tê sepandin. Em nikarin ji tu statuyeke hiqûqî ya pergala Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê sûdê werbigirin. Ev hemû ji bo zirara muwekîlên me tên sepandin.”

‘Divê derve ne bêdeng be’

Zelal Akdogan diyar kir ku dewletê qanûnên nû derxistine û destnîşan kir ku li girtiyên siyasî cezayê heta hetayê tê birîn. Akdogan, da zanîn ku her çend hincet tune be jî bi pêkanînên keyfî girtî tên cezakirin û got, “Niha cezayên heta hetayê bi hêsanî tên dayîn. Ew qas dijminatiya mirovan dikin. Dewlet vê peyamê dide hemû civakê: Dibêje ger hûn li hemberî vê siyasetê dimeşîn, ev sedem bes e. Em ji bo muwekîlên xwe hejmareke mezin serlêdanan dikin. Em timî diyar dikin ku ne rast e ku dewlet girtiyên siyasî ji hev cuda bike. Em  vê mijarê dişopînin. Pêwîst e di vî warî de peyamê bidin civakê. Ji bo ku qanûn ji girtiyên siyasî re jî bê bikaranîn, divê piçekî dengê derve were bihîstin. Di vê têkoşîna hiqûqî ya ku em didin de divê em wan bi tenê nehêlin. Divê em bi hev re piştgiriyê bikin”

‘Pergala îşkenceya giran!’

Hevseroka HDP’ê ya Şîşli Ayşan Aksoy jî bertek nîşanî binpêkirina mafan li girtîgehan da. Ayşanê, anî ziman ku ji bo binpêkirinên mafan ên roj bi roj zêde dibin yek gotin jî tune ye û got, “Bi taybetî jî qadên jiyanê yên girtiyên nexweş girantir dibin. Girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe bijîn, di hucreyên yek kesî de tên hiştin. Li nexweşxaneyan kelepçekirin sîstemeke îşkenceyê ye, ne sîstema cezakirinê ye û sîstemeke bêhiqûqiyê ye. Li ser girtiyên siyasî pergala çewisandinê tê meşandin.”

‘Girtiyên siyasî tên paşguhkirin’

Ayşan Aksoy, anî ziman ku di navbera girtiyên edlî û girtiyên siyasî de cihêkarî heye û got, “Li girtîgehan girtiyên siyasî tên cudakirin û biçûkxistin. Pêdivî ye ku bêhrtir mirovane bin. Divê mafên wan neyên binpêkirin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Em bi dehan hevalên xwe bi vî awayî winda dikin. Nayê dermankirin, nayên tahliyekirin. Di vê rewşê de girtiyên siyasî yên ku ji girtîgehê tên berdan di demeke kurt de jiyana xwe ji dest didin. Ev binpêkirina maf û jiyanê ye.”

‘Tecrîda li ser girtiyên siyasî divê demildest bê rakirin!’

Aksoy diyar kir ku  kujerên zarokan, qatilên jinan û kesên destdirêjiyê dikin bi bêcezatiyê tên xelatkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Girtiyên siyasî tenê ji ber ku jiyanek mirovî dixwazin, davêjin girtîgehan. Niha rewşa efûyê heye. Lê ev qanûna efûyê tu carî girtiyên siyasî nahewîne. Ev efû tenê ji bo tiryak froş, kesên tecawiz dikin û kujeran tê sepandin. Divê ji bo girtiyên siyasî jî efu bê derxistin, ne kujer û yên ku jiyana mirovan bi dawî dikin. Divê demildest tecrîda li ser girtiyên siyasî bê rakirin. Dest ji van polîtîkayan bê berdan. Ger efûyek bê dayîn, divê ji bo girtiyên siyasî yên ku li azadiya ramanê digerin be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar