Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li dijî HDP’ê operasyona ‘Kobanê’

Navenda Nûçeyan |

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 5-6’ê Cotmehat 2014’an de pêk hatin da bû dest pêkirin, li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan da. Di çarçoveya lêpirsînê de, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û endamên Desteya Rêveberiya Navîndî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Hevserokê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê RTUK’ê yê HDP’ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur, endamê berê yê MYK’a HDP’ê Can Memîş, parlamenterê berê yê HDP’ê yê Enqereyê û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sûreyya Onder jî di nav de gelek kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

MYK’a HDP’ê di dema çalakiyên 5-8’ê Cotmehê de, daxuyanî da bû, polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî Kobanê rexne kiribû û banga hestiyariyê li gel kiribû.

Piştî dawetê operasyon

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Yuksel Kocaman di rojên derbasbûyî de piştî daweta xwe çûbû Qesra Serokkomar Tayyîp Erdogan û ew ziyaret kiribûn. Hat diyar kirin ku Kocaman berî salekê ev lêpirsîn dabû dest pê kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, dest pê kê îfadeyên hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatibûn girtin. Demîrtaş ê ji dosyeya ji ber wê girtîbû dihat darizandin tehliye bû lê di heman rojê de di çarçoveya ‘lêpirsîna Kobanê’ de îfadeya wî hat girtin û derbarê wî de cardin biryara girtinê hatibû dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar