Parêzeran herî dawîn di 18’ê hezîranê de bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Piştre parêzeran ji bo hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê dan, bes daxwaz nehat qebûlkirin. Her wiha malbata Rêber Apo û malbatên girtiyên din piştî hevdîtina cejna dîsa ji bo hevdîtinan serlêdan kirin û serlêdanên wan jî nehatin qebûlkirin. Dê li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzaran û malbatan re dewam bike ne diyar e.
Rêber Apo li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin di hevdîtina xwe ya 22’ê gulanê de balkişandibû ser mijarê û gotibû dê piştî geşedanên 23’ê hezîranê diyar bibe. Tiştên ku di 23’ê hezîranê de qewimîn nîşan da ku Rêber Apo di vê mijarê de çiqas mafdar e.
Piştî ku di êvara 23’ê hezîranê de encamên hilbijartina şaredariya Stenbolê diyar bûn hefteyekê bênavber Heftenîn, Zap, Avaşîn, Xakûrkê, Qendîl û gelek deverên başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Balafirên şer bênavber li ser van herêman firiyan gelek bombeyên qazanê, roket û fuze avêtin xwarê. Li asîmanên başûrê Kurdistanê balafirên şer yên biçek û bêçek kêm nebûn. Li aliyê din herêmên li nêzî sînor bi balafirên şer, tank, top û obusan hatin bombebarankirin.
Di encama van êrîşan de li Kortek-Qendîlê, li Goşîn-Sidekanê sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn. Baxçe û zeviyên gundiyên xîzan tarûmar bûn, daristan hatin şewatindin û hewyan hatin kuştin. Êrîş hê jî dewam dikin.
Bêguman hêzên dewleta TC’ê ya mêtinger û qetlîamker tena serê xwe ev êrîş pêk neanîn. DYA’yê ji bo êrîşan destur da. Ji ber heta ji DYA’yê destur neyê xwestin ne mimkun e hewaya paralelên navbera 32’emîn û 36’emîn bên bi kar anîn û êrîş pêk bên. Rêveberiya başûrê Kurdistanê û serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo êrîşan destur dan. Di encama van êrîşan de derket holê ku hevkarên dewleta tirk in.
Hevkariya qirêj a navbera rêveberiya başûrê Kurdistanê û dewleta tirk ji sînorên heyî derbastir kirine. Hevkarî hatiye wê astê ku di warê leşkerî de bi hev re tevdigerin. Di vê çarçoveyê de agahiyên îstîxbaratî didin dewleta tirk. Bi hev re xebatên keşif û îstîxbaratê dikin. Li deverên ku leşkerên tirk nîn in, endamên îstîxbarata PDK’ê û nûnerên dewleta tirk bi hev re droneyan radikin û li herêmên ku gerîla lêne xebatên keşfê dikin. Çapemeniya PDK’ê mîna çapemeniya faşîst-nîjadperest a dewleta tirk weşangeriyê dikin û şerê psîkolojîk dimeşînin. Heta mirov dikare bibêje ku propagandaya reş ku di çarçoveya şerê psîkolojîk de dimeşînin û ev yek di dema weşandina nûçeyên qetilkirina sivîlên li Kortek-Qendîlê de hat dîtin û ev weşanên wan ji kirinên dewleta tirk xirabtir bûn. Bombebarana hewayî ya dewleta tirk înkar kirin. Weşaneke wisa kirin ku qey dibêjî li Qendîlê hêzên artêşa tirk hene û sîvîlên ku di nav pevçûnan de mane jiyana xwe ji dest dane. Dema ev nûçeyên derew weşandin PKK sûcdar kirin û berpirsyarê mirinên sîvîlan nîşan dan.
Bi van kirinan sînordar neman. Pir şerm e ku unîformayên pêşmergeyan li leşkerên tirk kirin û li gelek deveran jî unîformayên leşkerên tirk li pêşmergeyan kirin. Ev yek jî nîşan dide ku ew û hêzên dagirker ên dewleta tirk çiqasî bûne yekpare û bi hev re tevdigerin.
Dema êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê dewam dikir li gorî daxuyaniyên rêveberên başûrê Kurdistanê ku i pênaseya wan; ajanê MÎT’a tirk Sefîr Dizaynîn û rayedarên dewleta tirk li Hewlêrê civînek lidarxistin. Hat gotin ku naveroka civînê jî bazirganî ye.
Gelê başûrê Kurdistanê bertek nîşanî hevkariya qirêj ya dewleta tirk û PDK’ê dan û her wiha derdorên siyasî yên cûda û hinek kesan li dijî vê hevkariya helwest nîşan dan. Mixabin YNK’ê helwesteke bi vî rengî nîşan neda. Berevajî vê yekê bi helwesta xwe nîşan da ku êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên dewleta tirk erê kiriye. Bi qasî Tevgera Sadir a Iraqê jî helwest nîşan nedan.
Ev geşedan li ber çavê gelê başûrê Kurdistanê qewimîn. Ji ber vê yekê gelê başûrê Kurdistanê bûye şahidê hevkariya rêveberiya PDK’ê, serokatiya Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û dewleta tirk a ku dijminatiya kurdan dike û mêtinger e. Gelê Kurdistanê yên li parçeyên din dijîn û kurdên ku li erdnîgariyên cûda dijîn bûne şahidê van rastiyan. Bêguman tenê dîtina van rastiyan têrê nake. Bêdengî hêzê dide hevkariya qirêj a navbera PDK’ê û dewleta tirk û dibe sedem ku bêtir wêrek tevbigerin. Ev geşedan wekî deqeke reş derbasî rûpelên dîroka Kurdistanê bûne û pêşî li rûpelên reş ên din vedike.
Gav û helwestên astengkirina vê hene. Pêwîst e kurd di demeke herî kin de vîna xwe ya hevpar derxin holê. Ger heta ev pêk neyê dê rûpelên reş li dîroka kurdan zêde bin. Rêya herî rast ew e ku kurd yekitiya xwe pêk bînin û Kongreya Neteweyî bicivînin. Ev yek wekî peywir û berpirsyariyeke girîng û dîrokî li pêş kurdan e.