Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li dijî hewldana bê rûmetiyê rûmeta xwe diparêzin

Hin girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê 55 roj in li dijî binpêkirina mafan di greva birçîbûnê de ne, çalakî veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê li dijî binpêkirinên mafan û zextên rêveberiya girtîgehê hatibû destpêkirin di roja 55’emîn de berdewam dike. Ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de Erdal Emeç, Aydin Ogûz, Ahmet Bûdak çalakî veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Girtiyê nexweş Erdal Emeç ê li malbata xwe geriya, diyar kir ku bi biryara ku girtine çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandine asteke din û anî ziman ku heta ku daxwazên wan pêk bên wê çalakiya wan a greva birçîbûnê bidome.

Emeç, ragihand ku ji ber greva îro dane destpêkirin wê wan bibin hucreyên yek kesî. Girtiyê bi navê Metîn Ûyar ku di roja 40’î ya greva birçîbûnê de careke din li malbata xwe geriya wiha got: “Bi tecrîdê re hewl tê dayîn rûmeta mirovahiyê û nasnameya mirovan bê binpêkirin. Li Girtîgeha Espiyeyê meyla faşîst heye. Li vê derê yekser êrîşî nasnameya me ya kurd dikin. Li vir îşkenceyeke fîzîkî û psîkolojîk heye. Hevalên me nabin nexweşxaneyê, pirtûkên bi kurdî nadin me. Di çend rojên dawî de bi ser qawişên me de digirin û hevalên me kelemçe dikin û dibin. Çend hevalên me derb kirin û wan rapor girtin. Li vir hevalên me yên nexweş hene ku li ber mirinê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar