Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî îthalata ji Tirkiye û Îranê nerazîbûn nîşandan

Xwediyê çewligên mirîşkan li bajarê Hewlêrê li dijî hawirde kirina mirîşkan a ji Tirkiyeyê çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin. Di çalakiyê de ji hikumetê hat xwestin ku giringiyê bidin berhemên navxweyî û wiha gotin: “Niha rojane 80 ton zêdetir pêwîstiyên herêmê pêşwazî dikin.”

Bi armanca parastina berhemên navxweyî ji aliyê Komeleya Çewligên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê ve li ber derê parlamentoya Herêma Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de cîgirê serokê Komeleya Çewligên Silêmanî Nazim Abdula helwesta xwediyê çewligan bi daxûyaniyekê anî ziman.

Nazim di daxuyaniya xwendî de wiha got: “Me ji bo berhemên navxweyî werin parastin çalakî lidarxist. Ji sedî 100 berhemên navxweyî pêwîstiyên navxweyî pêşwazî dike. Ji bo vê em bang dikin daku hawirde kirina (îthalata) goştê mirîşkan ji Îran û Tirkiyeyê were rawestandin. Herwiha em bang dikin ku nirx were diyarkirin daku em û welatî zererê nebînin. Divê Hikumeta Herêmê çavdêriya pêwîstiyên ji bo çewligan tên bike. Li cihê ku pereyê ku weke bac ji bo goştê mirîşkan tê dayîn, em bi xwe amadene wî pereyî weke bac bidin. Lê bi şertê ku bazarek ji bo me were vekirin û berhemên navxweyî were parastin. Niha rojane 80 ton zêdetirî pêwîstiyên navxweyî tê hilberîn.”

Serokê lijneya Çandinî û Avdanê yê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Osman Elî jî axivî û wiha got: “Em weke Lijneya Çandinî û Avdanê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi hemû awayek piştigriya daxwazên cotyaran û xwediyên çewligan dikin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar