Lîderên Yekitiya Ewropayê (YE) di civîna bilind de ku duh dest pê kir û îro dewam dike, ji ber bûyerên têkildarî Qibris û Yewnanistanê qewimîn, biryara pêkanînan li dijî Tirkiyeyê dan. Eger Tirkiye karên sondajê li deryaya Spî bidomîne tê payîn ku meha adarê biryarên hîn tund li dijî Tirkiyeyê bên dayîn.
Lîderên Yekitiya Ewropayê li dijî kes û şîrketên li deryaya Spî karê sondajê dikin biryara pêkanînan dan.
Yewnanistanê ragihand ku biryar têrker nîne û dudiliya Yekitiya Ewropayê ya li ser zexta li aboriya Tirkiyeyê rexne kir. Almanya, Îtalya û Spanyayê jî diyar kirin ku hîn jî bi rêya dîplomasiyê hin tişt dikarin bên kirin. BRUKSEL