Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Li dijî komployê bi kîjan şêwazî berxwedan?

Welat Perwer |

Em dikevin 24’emîn sala Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an. Komploya ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kir,  di 15’ê Sibata 1999’an de bi encam bû û Abdulah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Li gorî hêzên ku komplo li pêş xistin êdî komplo qediyabû û dê Abdulah Ocalan wek mirovekî bêbandor bibûya, dê Tevgera Azadiyê tasfiye bibûya û bi vî awayî jî dê deriyê qirkirinê ji bo gelê kurd heya dawiyê vebûya.

Lê em îro dibînin ku ji ber ev armancên komplogeran pêk nehatine, ev komplo hîn jî didome. Ji aliyê heman hêzan ve li ser lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser Tevgera Azadiyê û gelê kurd êrîşên herî mezin didomin. Ev jî dide diyarkirin ku li hemberî komployê ev 24 sal in têkoşîn hebûye. Bêguman her kes li gorî xwe têkoşînekê dike lê têkoşîna ku hemû têkoşînan diyar dike û xwedî dike jî têkoşîna Abdulah Ocalan a li Îmraliyê ye.

Vê têkoşînê hemû hesabên komplogeran pûç û vala kir. Komplogeran dihesiband ku bi girtina Abdullah Ocalan, ew û tevgera wî dê êdî ji pozîsyona astengiyê derbikevin, heta dê bêwate bin. Lê îro hêzên komploger ên ku dixwestin li Rojhilata Navîn di çarçoveya armancên xwe yên bêyom de dizaynan bikin, nikarin vê yekê bikin. Hemû polîtîkayên wan li herêmê têk diçin û Abdullah Ocalan ê ku dixwestin bêbandor bikin, îro li herêmê bûye Rêberê hemû gelan. Paradîgmaya wî ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan, têgehên wî yên wekî neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ji bo gelên Rojhilata Navîn bûne bername. Heta mirov dikare bibêje ku îro Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir li cihanê tê naskirin û dibe rêberekî cîhanî. Di asta cîhanê de jî herî zêde hêzên komploger lewaz dibin û her tiştên wan tê nîqaşkirin.

Bi komployê dewleta dagirker hesiband ku bi gotina wan xwe ji îsyana 29’an jî rizgar kirin. Ev îsyan tepisandin. Lê em îro dibînin ku ka ev hesap çiqas pûç û vala bûye. Her çiqas Erdogan hîn jî dibêje ‘me pirsgirêka kurd çareser kiriye’ lê ew jî dizane ji ber ku nekarî koka kurdan biqelîne, ji aliyê kurdan ve hat têkbirin. Îro Erdogan û di şexsê wî û hevalbendê wî Bahçelî de pergala dagirker û qirker li binê qoşxanê dane. Di pirsgirêka kurd de vê komarê kir û nekir di çarçoveya qirkirina kurdan de bi ser nexist. Di vê mijarê de merhaleya ku em hatine jî ev e: Êdî dem dema azadiyê ye! Ji vê şûndetir êdî îktîdarên li Tirkiyeyê dê tu demê nikaribin wek Erdogan û Bahçelî bikin. Êdî ev dem bihurî.

Komplogeran bi komployê xwestin Abdullah Ocalan bêbandor bikin, Tevgera Azadiyê tasfiye bikin da ku bikaribin li pêşiya Barzanî û PDK’ê vebikin. Ji ber ku ew ne li gorî gelê xwe li gorî van hêzên mijokdar tevdigeriyan. Di dema komployê de jî, li beriya wê jî û di roja me ya îro jî Barzanî û PDK çawa tevdigere bi her awayî li ber çavan e. Ev bêxêriya xwe ya îroyîn, di hemû demên xwe de kir. Wisa dixwiyê ku heya ku ji aliyê gelê kurd ve ji holê rakirin dê vî halê xwe bidomîne. Ji ber ku vê sekna xwe wek şert û mercê hebûna xwe dibîne. Xwe bi navikê ve bi dagirkeriyê û hêzên hegemonîk ve girêdaye û tenê tiştên ku ew jê dixwazin pêk tîne.

Bi kurtasî em dibînin ku ne hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst, ne di şexsê dewleta tirk de dagirkerî ne jî hêzên ku li ser navê kurdan bi van hêzan re şirîktî kirine û dev ji gelê xwe berdane, serketine. Hemû bi hev re têk çûne, her ku diçe jî zêdetir berbelav dibin.

Baş e, li dijî vê tifaqa bêxêr û mezin Tevgera Azadiyê û gelê kurd çawa karî li ser lingan bisekine, têk neçe û heta xwe xurtir bike.

Bê guman sekin û têkoşîna Abdullah Ocalan di vê têkoşînê de diyarker bû. Ji ber ku Tevgera Azadiyê tevgereke rêbertiyê bû, tiştên ku di şexsê Abdullah Ocalan de derketin holê, rasterast bûn taybetmendiyên Tevgera Azadiyê jî. Bi vî awayî ji ber Abdullah Ocalan di nav şert û mercên herî giran de li dijî van hêzên komploger karî li ber xwe bide, Tevgera Azadiyê jî ew taqetê di xwe de dît û li ber xwe da. Heman tişt ji bo gelê kurd jî derbasdar e. Ji ber ku gelê kurd, vejîna xwe bi Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê re jiya. kurdên ku dihate qebûlkirin êdî mir, bi Ocalan re bi ser hemdê xwe ve hat, dîsa zindî bû. Ev rastî hemû li holê ne û li ber çavên hemû kesan e.

Va ye, di salvegara 23’yemîn a komploya ku dixwestin pê koka kurdan biqelînin, em hemû divê li ser komployê, armancên wê û herî zêde jî li ser têkoşîna li dijî vê komployê bifikirin, dersên pêwîst derbixin û xwe bikin perçeyekî xurt a vê têkoşînê.

Ji ber ku di vê xalê de tevî ku em jî li gorî xwe li ber xwe didin lê di têkoşîna me de kêmasî hene. Tevî ku em xwedî derfetên pir mezin in lê em van derfet û îmkanan hemûyan nakin xizmeta têkoşîna azadiyê. Divê em şêwazê têkoşîna xwe bişibînin a Abdullah Ocalan. Ger ku wisa nebe, di nava şert û mercên Kurdistanê de ne pêkan e, mirov li ser bikeve. Divê em xwe di zehmetiyan de nebînin, berovajî em xwe xwedî derfetên mezin bibînin. Şertên herî zehmet li pêşiya Ocalan bûn, dîsa îro jî di nav şert û mercên herî zehmet de tê girtin. Nahêlin yek peyvê bibêje, nahêlin yek agahî jê re biçe. Bê heval, bê civak, bê gel hatiye hiştin lê dîsa jî bi qasî ku quweta hemû hevalan, civakan û gelan pêre be, li ber xwe dide û derbên herî mezin ew komplogeran dide.

Madem em li derve ne, xwedî heval in, xwedî gel in, xwedî mirovahî ne û derfetên me jî pir in, wê demê divê em xwe di zehmetiyê de nehesibînin, bi hemû hêza xwe, bi terzê Ocalan li ber xwe bidin û koka vê komploya ku têra xwe derbe xwariye, biqelînin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar