Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li dijî komployê çalakvanên serdemê

Roja 15’ê Sibata 1999’an di dîroka gelê kurd û gelê bindest de wek rojeke reş û tarî ye. Ev roj bûye birîneke kûr ku êşa wê tu carî neyê jibîrkirin. Komploya Navneteweyî ji hêla hêzên NATO’yê ve di şexsê Rêberê Gelê Kurd de pêk hat lê belê bi armanca tunekirina dîroka gelê kurd bû û wek rûpeleke reş û di dîroka mirovahiyê de bi cih bû.

Hêviya gelê kurd; li ser xaka Kurdistanê jiyaneke azad e û Rêberê Gelê Kurd hîn di zarokatiya xwe de dest bi têkoşînê dike. Gelê kurd bi berdêlên pir mezin heta roja îro her bi rêya têkoşînê hewl dide bigihîje hebûneke azad.

Dîroka me bi têkoşîn û berxwedanên bêhempa dagirtî ye. Asta şerê azadiyê tu carî kêm nebûye, berevajî di her pêvajoyeke nû de hîn zêdetir bûye û destkeftiyên girîng bi xwe re ava kirine. Ji ber wê dijminên me yên xwedan zîhniyeta dagirker her tim bi armanca tunekirinê êrîşên herî dijmirovî pêk tînin. Bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd re hêvî û baweriyên azadiyê qet tune nebûn û bi ruhê berxwedêr ê cangoriyên sala 2018’an re gihîşt lûtkeyê. Şervanên azadiyê ên weke; rêheval Avesta, Baharîn, Amargî, Armanc û Îlanan re dê sala 2019’an jî bi berxwedaneke bilind re teqez bibe sala azadiya Rêber Apo û gelên berxwedêr.

Li her derê berxwedan

Komploya Navneteweyî bi hêzên NATO û dewletên hegemon bi şêwazên faşîzane pêk hat. Dijminên gelê kurd ji roja roj ve bi hevkariyên qirêj hewl didin pergalên xwe yên desthilatdar bidomînin. Di serkêşiya Amerikayê de yekser bi rêya dewleta tirk û AKP’ê ve tê sepandin. Ji sala 2015’an û vir ve bi tu awayî nahêlin bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bên. Serok Apo di tecrîdeke giran de ye û li dijî tecrîdê berxwdanke bêhempa pêş dixe û wekî her demê dîsa pêşengiya têkoşînê dike. Bêguman di vê pêvajoyê de jî helwesta Rêber Apo zelal e, heta ku negihîjin azadiya gelan dê sekna berxwedêr bidome, ji ber wê li her derê berxwedan heye.

Her kêliya ku Serok Apo di nava pergala Îmraliyê de dijî, ji bo me sedema têkoşîneke herî dijwar e. Ji ber wê em wek mîlîtanên Rêber Apo di sala nû de soza berxwedan û tolhildanê didin. Heta ku em tola sedan salan ji dijminên gelê kurd negirin tu carî ji bo me sekinandin nabe. Bi raman û felsefeya Rêber Apo re em xwe ji bo pêşengiya şoreşê amade dikin, da ku ev sal bi têkoşîna jinan re bi ser bikeve û serkeftin misoger bibe. Ger em dibêjin; em mîlîtanên Rêber Apo û hêviya gelê kurd in wê demê em ê bi çalakî û tolgirtineke dîrokî ji tevahiya cîhanê re hêza ku Rêber Apo ava kiriye nîşan bidin.

Ronahiya Rêber Apo û tovên azadiyê

Ramanên Rêber Apo ne tenê li Kurdistanê li her devera cîhanê belav bûne, kom bi kom jin berê xwe didin ronahiya azadiyê. Bi pêşengiya gelê kurd gelek neteweyên ku di lêgerîna xilasbûna ji bin desthilatdariya dewletên serdest de ne, berê xwe didin cihê ku tovên azadiyê lê şîn dibin.

Gerîlayên Kurdistanê evîna herî rast dijîn, ji ber ku bi şev û roj, li hemberî hemû zor û zehmetiyan şerê azadiyê dimeşînin. Tu hêz nikare agirê berxwedanê bitemirîne, heta ku ciwanên kurd bi rastiyên dijmin re rû bi rû mezin bibin dê her rêyeke rizgariyê jî bigerin û bibînin ku yekser rêya rizgariyê di ronahiya Rêber Apo de şewqa xwe belavî her derî kiriye. Serok Apo ji tunebûnê hebûneke nû afirandiye, ji ber wê xeleka ji agir a li dora Rêber Apo tu carî natemire.

Dijmin wiha difikire ku bi fizîkî dûrkirina Rêber Apo re em ê lawaz bibin lê berevajî vê wekî ku Serokatî dibêje; “Parêznameyên min li ku derê bin ez jî li wê derê me.” Em ê bi sekneke xurt di vê salê de ji bo gihandina azadiya Rêber Apo bi meşeke xurt re bibin çalakvanên serdemê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar