Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona qirkirina siyasî

Piştî 4 rojan operasyona duyemîn li dijî MEBYA-DER’ê pêk hat û rêveberê wÎ Şehmûs Turk ê 81 salî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin

Polîsan di 27’ê sibatê de bi ser Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) û gelek malan de girtibû. Polîsan cara duyemîn li dijî MEBYA-DER’ê operasyon kirin û di serdegirtina malan de rêveberên komeleyê Şehmûs Turk (81), Yildiz Damla, Ayşe Tutmaz, Halîme Topûz, Aysel Pehlîvan û Saît Borta di nav de de gelek kes binçav kirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Di 27’ê sibatê de polîsan bi serdegirtinên li navenda bajêr û navçeya Karazê de, hevserokên MEBYA-DER’ê Yuksel Almas û Şeyhmûs Karadag, rêvebera Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Hatîce Guneş, rêveberê DBP’a Navçeya Rezanê Tahir Gul, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Peyasê Hanim Altindag, rêveberê berê yê HDP’ê yê Navçeya Sûrê Mûrat Uzgun, rêveberê berê yê HDP’a Bajêr Hafiz Işik, bavê parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û di heman demê de rêveberê MEBYA-DER’ê Zekî Dag, endama komeleyê Ayşe Çelîkbîlek, rêveberê berê yê MEYA-DER’ê ya bi KHK’ê hatibû girtin Mûzaffer Ûlaş jî di nav de 11 kes binçav kirin û ev kesên hatine binçavkirin 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.

2 dayik hatin girtin

Rêveberên komeleyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a 71 salî û Meryem Soylû ya 79 salî ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin, duh dadgehê her du dayikan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtin. Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Rezanê Fetûllah Işiktaş jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar