Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li dijî mirinê jiyan, li dijî koletiyê azadî

Sosyalîzm çiqas dikare rewşên we ronî bike? Ev girîng e. Ji ber ku sosyalîzm rêberê bîrdoziya me ye. Ango reng, hiş û ruhê we bimeşîne ye. Ew nebin dê ling çi bikin? Ked û hewildana çors xizmetê ji dijmin re dikin. Sosyalîzm wek bîrdozî hilbijartin ji bo me nirxek berze. Hewce ye û raste. Gelo dikare we ronî bike? Gelo hûn dikarin bi sosyalîzmê re vejîn û ronak bibin?

Bîrdoziyên cuda jî hene. Hinek netewperestiyê dikin, hinek jî olperestiyê dikin. Ew jî dikarin heta radeyekê rastiyan bilêv bikin, dikarin mirovan rakin serhildanê. Lê belê ew, ji ber hinek sedeman di nêvenga me de ser neketine. Sedê salane wer dixwuye ku dê Îslamiyet, netewperestî ti encamê nede. Me jî got, dibe ku sosyalîzm bide.

Ya rastî êdî hewce nake zêde behsa dîrok, rêgez û PKK’yîbûna sosyalîzmê bê kirin. Yan jî xalên ku ezê bixwazim bi sosyalîzmê bilêv bikim, wê di rastiyê de çiqas dikare we dahûrîne? Sosyalîzm pêşî ev e. bêgûman bi temamî ne ev e. Ya girîng dahûrandina we ye.

Me di serî de xwest, PKK’yî bûnê weke pêşketinek ferasetê binirxînin. Me xwest bi qasî mirovê bi hiş, baldar û fêhma avakirin û derxistina holê pênase bikin. Rêgeza sosyalîzmê ya herî bingehîn ev bû. Lê belê niha lê dinêrim, pêkan û asta pêşketina vê ya bi we re pir sînordare. Ji ber ku hûn pir ji xwe ditirsin, lewre pênase nakin. Yek ji sedema herî bingehîn a kesayeta revok jî ev e.

Di xisletên netewî û civakî de evqasî pêşketina kesayeta revok di nava me de çi rave dike?

Rave dike ku di seknek pir xeternak de ye. Ger li xwe binêre, bibîne û binase dê bitirse. Lewra dibêje; “Min nedît, ezê birevim, ji nedîtî ve bêm.” Ma bi tirsa ji rastiya xwe û reva ji rastiyan ve mirov dikare bigihe cihekê? Na, dê rewşek kembaxtir bê jiyîn. Yeqîn dikim yek ji sedema herî bingehîn ku pêşketin çênabin ev e. Hûn ji xwe ditirsin û direvin.

Hûn bi giştî ji xisletên mirov ên bingehîn û taybet jî ji xisletên netewî û civakî yên me ditirsin. Xala ku min weke Rêber wêrek nêz bûm, dawî li revê anîn û bê tirs hewildana fêmkirina rastiyan e. Di vir de biryardar bûm, min ev esas girt û wêrek bi ser de çûm. Kesê ku vê hinekê ji kûranî nezane, hîs neke, nebihîse, nefêhma be û bi vê re jî hewil nede xwe binase, di rewşa herî kembax deye. Vê ji bo we û her kesî vekirî dibêjim.

Nikarim pênaseya kesê ku ji her hêlê ve rastiya xwe fêm nake bikim û nikarim ji wan re bêjim mirov jî.

Windakirin û binkeftin encamê rastiya mirovê ji xwe direve ye

Kî dijî? Çawa dijî? Dijîn an jî najîn?

Pêwîste em rêgez û nirxên bingehîn ên mirov dike mirov fêm bikin. Bêyî ku bê fêmkirin, bi qasî misqalekê jî gav nayê avêtin. Ma em çima hevdu dixapînin? Ma ezê çima xwe jî we jî helak bikim! Ma ezê çima her roj bi dilêşî û her roj bi ax û nalînê, xwe jî û we jî tengav bikim!

Me xwest bawer bikin, îdîayek we heye û bêjin; “Ev di nava lêgerînekê de ne.” Lê bi pêkanîna vê re, dibe ku me jî xirabiya herî mezin li xwe kiribe. Di çi manê de? Di maneya em çiqas pak de ne. Derket holê, di derheqê mirovan de ji xêrê ve hizirîn çiqasî dixapîne. Di rêgez, biryar û ya herî girîng jî di raveya pêkanîna wê ya pratîkî de evqasî bê îdîabûn û devjêberdan heye ku, jixwe ne di xema we de ye.

Nêzîkbûna; “Wisa çêbûye” tê çi manê? Lewra negengaze ku mirov metirsîdar nebe.

Windakirina herî hêsan, rastiya mirovek tinebûyî rave dike. Di bin her windakirina hêsan û binkeftinê de, rastiya mirovê ji xwe ditirse û ji xwe direve heye. Em xwe nexapînin. Ji hinek din rêzdarî û dilrehmî payîn vale ye. Kesek ku evqasî xirabî li xwe bike, mafê wî ji ti rêzdarî, eleqe û rehmê re nîne.  Eleqeya me ya sosyalîst, ya rastî ji bo dawî li vê anîne.

Hinek ji we hewce bike dikare komek olî jî biecibîne. Dikare komek bîrdozî ya cuda jî bê esasgirtin.

Ne tenê di sosyalîzmê de, di nava me de ji van tevan rev heye. Yên li gorî rastiya ol, rastiya netewperestî, nizanim vê felsefeyê –dibe ku ev şêweya fikrek pir paşverû jî be- dijîn jî nîne. Lewra gengeşe evqasî mezine.

Di demên dawî de amerîkî dibêjin; “Em nikarin di derheqê Kurdan de polîtîka pêş bixin.” Dema hinekê hewil didim vê fêm bikim, vê dibînim: Belê, nikare polîtîka pêş bixe. Bawerim her ku diçe Emerîka baştir ferq dike ku, pir belav bûye û dibe ku rastiyek civakî û rastiyek netewî di radeyek mezin de ji xwebûnê derketî, hêzek cîhanê ya herî zêde bi qasî Emerîka xwedî polîtîkaya herî pêşketî jî nizane dê çi bike. Nexwe em dizanin ku Emerîkî mirov di mêtîngeriya nû rêvebirinê de çiqasî şareza ne.

Çima nikarin di derheqê Kurdan de polîtîkayê pêş bixin? Bê biryar û bê çare ne. Dibe ku xwe dispêrin PKK, wisa di derheqê PKK’ê, qet nebê di derheqê min de dibêjin; “Pir zalim û pir bêrehme.” Her wiha ev jî dibe polîtîkaya Amerîka. Ya rastî yê zalim û bêrehmê mezin ew bi xwe ye. Wexta hinek dixwazin li dijî hinekan derbikevin, ger nikare wî rast pênase bike, dê van peyvan pir bikar bîne.

Niha ji komara tirk re dibêje; “Qaşo şerê em dimeşînin. Şerê mirovatiyê ye.” Ev van peyvan bikar tînin û dibêjin; “Em mirovatiyê ji belayek mezin rizgar dikin.” Ev raveyên xwedî bingehên bîrdozî û siyasî yên PKK’ê ne. Lê belê dijmin jî rastiya xwe hêjayî te diyar dike û pêdivî bi şer dibîne.

Nexwe dijmin ewqas me tine dihesibîne, hewl dide îdîa û rêgezên me yên herî hîmdar jî ji dest me derbixe. Elbet li ser bingeha lewaziyek bê sînor nêz dibe. Qet fêm nake yan jî tişta fêm dike eve: Dibêje; “Ez dikarim her tiştî ferz bikim û bidim pejirandin.” An jî bi şêweyek din dibêje; “Çiqas xisletên min ên neyênî hene, dikarim tevan hêjayî wan bibînim.”

Bi nezantiya fikirandinê û jiyan bê hiş pêşxistinê ve hûn xirabiya herî mezin li xwe dikin. Ez yeqîn dikim PKK, çavkaniya îlhamê û wêrekiyê ye. Belê, dê PKK her tim bûna çavkaniya vê bidomîne. Lê belê xala ku pêwîste ji bingeh ve yan jî bê fêmkirin, fêhmabûn, hiş esasgirtin û pêngava afirandina çalakiya vê kirin e. Encamên din talîne û ne esasin. Rêvebirina we karê cîhanê yê herî zehmete.

Niha rêveberiya Kurd a siyasî, rêveberiya partiya kurd, rêveberiya bîrdozî, nexasim rêveberiya leşkerî, dikarim bêjim ku bi qasî karê cîhanê yê herî zehmete, ewqas jî karek jêhatiyek mezin dixwaze. Rastiya Kurd a din jî, karê herî baş tê de kêrhatî, ger mirin be yan jî tenê bikare vê bike, êdî hûn bihizirin.

Em çiqas dikarin jiyanê pêk bînin? Ango karê herî baş mirinê dihizire, nexwe divê ji xiraban re çi bê gotin? Xirab ji bilî ruhê kesên mirina baş zêdetir tiştekê nahizirin distînin. Emê çi navê li van bikin? Ma emê bêjin zebanî? Navê wê wisa ye. Vaye ev jî dijmine. Lê belê feraseta yê herî baş jî, jixwe xwe ber bi mirinek herî baş ve berdan û xwe ji mirinek bê pejirandin re amadekirine.

Ev jî dibe rastiyek mirovên me. Jiyan beriya mirinê yan jî piştî mirinê tê hizirîn.

Çi kesên di jiyanê de gerîne û xwe vedikişînin jiyanê dibe, çi jî yên çavên xwe nû bi nû ji jiyanê re vedikin, tişta pêşî divê bê kirin redkirina mirinê ye.

Niha di nava we de yê mirinê red dike kî ye? Kîjan mirinê red dike?

Ya herî girîng jî, piştî ku red dike, kî li jiyanê dihizire? Ango li jiyanek çawa?

Li her kesî guhdar dikim. Lê belê kesê ku zêde pîvanên min û li gorî sosyalîzmê beşdarî jiyanê dibe nîne. Yeqîn dikim em ji ber vê, nirxên mezin ji nava xwe derbixin. Ger hîsa jiyanê nebe, dê kîjan nirx pêş bikevin? Kîjan kesayet dikare meşa serkeftinê pêk bîne? Deka em li derdorên civakê yên dibêjin; “Dijîm” binêrin, li gundî binêrin, li karker binêrin, li karmend binêrin, rewş ji “kerê” govê de kembaxtire. Lê cardin diqîre û dibêje; “Ez dijîm.” Kesayetek evqasî xafil û jirêderketî, ji rewşa qewmê Musa yê lanetî kembaxtir, rewşek lanet rave dike.

Ev mirov li ku dera jiyanê ne? Neku pesnê xwe didim, lê hêj di temenê pir biçûk de, kerba min li hember mirovê wisa hebû. Min digot mirov bi zilam û jinê wisa re qet nikare bijî, nikarim bijîm. Min digot, di nava malbata û xizmên wan de jî nayê jiyîn. Hêjî di bîra min de ye, ew roj ev roje li pey jiyanê me. Dê tu li kur bijî? Çawa bijî? Me ji bo wê partî damezirand û şer meşand.

Hêjî em li pey jiyan û ûtopyayên xwe yên sosyalîstî ne.

Nan û av bidestxistin jî bi eleqeya jiyanê re pêkane

Ji aliyê din ve jî li şêwaza jiyana we ya heyî dinêrim, ev tenê jiyanek li gorî we ye. Di nav de her cure kirêtî û mirinî heye. Nabêjim şaşî jî. Jixwe ti eleqeya wê bi rastiyê re nîne. Lê hûn dipejirînin û diçin.

Ma bi vî şêwazî mirovê mezin û sosyalîst tê avakirin? Ma meşa mezin tê afirandin?

Na!

Belê, ji ber vê hûnê li hember bîrdoziya jiyanê eleqe raber bikin. Hem jî ji nan û avê zêdetir. Ji ber ku nan û av jî bidestxistin, bi eleqeya jiyanê re girêdayî ye. Bal bidinê ez nabêjim; “Hûn şerê jiyanê dimeşînin.” Em behsa “Şerê gel” an jî “Şerê sosyalîzmê” dikin. Ez hêj nehatime vir. Ji bo hatina vir, hewce dike bawerî bi pêdiviya jiyanê bê anîn.

Pêwîste tu kêm-zêde pirs “jiyanek çawa” ji xwe bikî, daku şerê wê bimeşînî. Ma pirs nebê, bersiv dibe? Ma rastî nebe, şerê wê dibe? Ger bibe, dê bibe şerê xeyal û tewşomewşoyan. Hûn çima vê bi min didin gotin. Ji ber ku we mezinbûn ava nekir. Ji ber ku tevlî jiyanê nebûn. We pir şaşî kirin. Bal bidinê, nirxandinên min bi vê rastiya we ve girêdayî ye. Em neçarin şênber bin.

Ya rastî fikarên we girêdayî rastiyên jiyanê tine ne. Nexwe, ma we dikariya meşên wisa şaş bikin? Ma evqas kurt û kêmasî tên pejirandin?

Yê ku gef li we bixwe, her roj bi qasî dikare gef dixwe. Dîsa jî ya herî rast, ne wisa bi gefan, quralên rêxistinê yên çors an jî wisa ferzkirina peywiran ve, pêngavek fikrî pêkanîn girînge. Bawerî bi hêza fikir û hêza bîrdozî anîn, karê destpêkê ye. Nexwe ji bilî vê em nikarin we bi ti rêyê sererast bikin.

Peyvên weke “Şerê jiyanê, şerê sosyalîzmê” di astên pêş de ne, ji bo seknên pêşveçûyî tên ravekirin.

Nûçeyên Têkildar