Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li dijî perwerdehiya yek zimanî, pewerdehiya pir zimanî esas digirin

Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bekir Cerade têkildarî perwerdehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got ku ew li dijî pergala perwerdehiya yek zimanî ya modernîteya kapîtalîst, pergala perwerdehiya pir zimanî esas digirin.

Di sala 2011’an de şerê navxweyî yê Suriyeyê destpêkir, pişt re gelek hezên paramîlîter li herême derketin holê û dest bi qirkirina gelan kirin. Hêzên hegemon ku berjewendiyên wan li Herême hebûn piştgirî dan wan hezan. DAIŞ’ê bi piştgiriya wan hêzan li Suriye û Iraqê gelek cih dagir kirin û bi pîvanên li dijî mirovahiye êrişî gelek cihan kir. DAIŞ’a ku arteşa du dewletan nekarîn pêşiya DAÎŞ’ê bigirin li Kobanê Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekineyên Parastiya Gel (YPG) pêşî li DAÎŞ’ê girt û ji bo hemû gelên cihanê bûn rûmeta mirovahiyê. Berxwedana dîrokî ya YPG’ê û YPJ’ê bi taybetî ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelên herêmê rûpeleke nû vekir.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê li bajarên rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de di serî de gelê kurd û gelên li herême dijîn bi navê “Şoreşa Rojava” pêngavek dan destpêkirin. Piştî Şoreşa Rojava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat demezirandin û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst li ser fikra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku, demokrasî, ekolojiyê û azadiya jinê esas digire li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin reşandin. Di pergala Modernîteya Demokratîk de ku Neteweya Demokratîk esas digire hemû gel û pêkhate tevî cûdahiyan jî bi awayekî wekhev bi hev re dijîn. Pergala Modernîteya Demokratîk ku li dijî rêveberiya desthilatdariya yek kesî ya Netew Dewletê rêveberina gel a Netewa Demokratîk esas digirê, bi Meclisên Gel û komînan tê rêveberin.

Bi şoreşa Rojava re gelek guhertin jî li herême pêşketin. Binesaziyên herêmê û bajarên ku di êrişan de hilweşiya bûn ji nû ve hatin avakirin. Ji bo avakirina jiyaneke nû û civakeke bi hev re giredayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nexweşxane, dibistan, zanîngeh, Meclisên Gel, komînên aboriyê hatin avakirin. Yek jî ji wan pergala perwerdehiya li ser esasên Neteweya Demokratîk e. Perwerdehî ku ji bo civakeke yek jî qada herî girîng e, piştî Şoreşa Rojava li ser fikr û felsefeya Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk dest pê kir. Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bekir Cerade pergala perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji ajansa me re nirxand.

Di aliyê perwerdehiyê de gavên mezin hatin avêtin

Bekir Cerade bi bîr xist ku beriya şorêşê gelê kurd li herême bê maf bû û ev tişt anîn ziman: “Zimanê kurdî di dibistan û saziyên dewleta Suriyeyê de qedexe bû. Bi Şoreşa Rojava re şoreşa ziman jî destpêkir. Xwandin û nivîsandina bi zimanê dayikê dest pê kir. Di destpêkê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di Dibistana Şehîd Osman (Osmanê Dadelî) de ji bo amadekirina mamosteyan perwerde da destpêkirin û li wir mamoste hatin amadekirin. Li ser vê esasê di sala 2012’an Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi hejmareke kêm mamosteyan dest bi perwerdê kirin. Piştî destpêkirina Perwerdehiyê roj bi roj gavên mezin hatin avetin û asta perwerdehiyê hat bilind kirin. Piştî Avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di sala 2014’an de Desteya Perwerde bi awayekî fermî avabû.”

Bi kurdî û erebî perwerdehî tê dayîn

Bi domdarî Cerade diyar kir ku ew li ser esasê Neteweya Demokratîk pergala perwerdehiyê saz dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi giştî nezî milyonek şagirt û 20 hezar jî mamostê hene. Bi giştî di 6 hezar dibistanan de perwerde tê dayin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li gorî fikrên Neteweya Demokratîk bi 2 zimanan, erebî û kurdî perwerde tê dayin. Ereb bi zimanê xwe, kurd jî bi zimanê xwe perwerdê dibin. Bi vî awayî di nava civakê de çandeke hevdû qebûlkirin pêş dikeve. Di heman demê de bi zimanê ingilîzî û zimanên beyanî jî perwerde tê dayin.”

Cerade da zanîn ku di dibîstanên ku piştî şoreşê avabûne de gelek şagirt jî mezûn bûnê û bûne peywîrdar. Cerade axaftina xwe wiha domand: “Bi hezaran şagirt di van dibistanan de mezûn bûne û peywîr girtine. Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Şerq, li Cizîrê Zanîngeha Rojava heye di wan zanîngehan de mezûn dibin û peywîrê digirin. Taybet ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gaveke dîrokî ye. Piraniya mamosteyên ku îsal me peywîrdar kirin jî yên ji van zanîngehan mezûn bûne bûn. Di Zanîngeha Rojava de jî gelek bijîşk mezûn bûn û niha peywirdar bûne. Li Zanîngeha Kobanê mamosteyên weke beşa Fizîk, Biyolojî, Kîmya û mamostetiya polê mezûn bûn.”

Kapîtalîzm yek zimanî ferz dike

Cerade, destnîşan kir ku ew li dijî pergala perwerdehiya modernîteya kapîtalîst, perwerdehiya li ser esasên Modernîteya Demokratîk pêş dixin û ev tişt gotin: “Pergala netewe dewlet a kapîtalîzmê tenê yek zimanî ferz dike û zimanên din tune dihesibîne. Me bi xwe jî ev êş kişandiye. Ev pergal di heman demê de bi xwe re gelek pirsgirêkan jî tîne. Niha Rojhilata Navîn di kaosekê de ye. Yek ji ne qebûlkirina ziman, çand û îradeya hevdû encama şer û pêvçûna li Rojhilat a Navîn e. Pergala Çanda Modernîteya Demokratîk bi fikra Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêş xistiye ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên herême ye. Di hûndirê vê fikr û felsefeyê de em perwerdehiya Neteweya Demokratîk esas digirin. Her netewe bi çand û zimanê xwe perwerdehiyê dibînin û bi hev re dijîn. Ev yek pêşî li jiyaneke hevbeş, rast, hevdû qebûl kirin û demokratîkbûna herême vedike. Ev çand zindîkirina rastiya dîrokê ye. Îro em, bi Modernîteya Demokratîk ku rastiyeke dîrokî ye li ser erdê dijîn.”

Armanc pêşxistina jiyaneke bi hev re  û azad e

Di berdewama axaftina xwe de Cerade bi lêv kir ku armanca wan bi rêya perwerdehiyê avakirina civak a eXlaqî û polîtîk e û wiha pê dê çû: “Li ser vê esasê gavên mezin jî hatinê avetin. Gelek pirsgirêk hatine çareser kirin. Bi rengê xwe em perwerde dibînin û dijîn. Heke ev rastî bê jiyîn gavên pir mezin wê li Rojhilat a Navîn bên avetin. Rastiya Rojhilata Navîn wê derkeve holê. Bi perwerdehiyê re armanca me avakirina civakeke exlaqî û polîtîk û demokratbûna herême ye. Di hundirê perwerdehiya Modernîteya Demokratîk de însaneke/î ne takekes, exlaqî û polîtîk tê avakirin. Li dijî hişmendiya tarî, tenê xwe dîtin, jiyaneke bi hev re azad dixwazin pêş bikeve. Pîvanên me exlaq û polîtîk e. Ne yek netewe, yek ol û bawerî hemû netew û bawerî bi hev re çawa dikarin bi hev re bijîn li ser vê esasê perwerde tê dayin.”

Çareseriya pirsgirêkan di demokratîkbûnê de ye

Di dawiya axaftina xwe de Cerade bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û bandora êrişan a li ser perwerdehiyê û wiha vegot: “Êrîşên dewleta tirk û çeteyên weke DAIŞ’ê li Herême neqediyan. Piştî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hatin dagirkirin bi sedan dibistan hatin girtin û perwerdehiya bi zimanê dayikê hat qedexekirin. Di van demên dawî de jî balafîrên Tirkiyeyê binesaziya herême ku çavkaniya jiyana gelê li vir e bombe baran kir. Nexweşxane, dibistanên me hatin hedef girtin û li navçeya Eyn Îsa hinek şagirtên me jî şehîd bûn. Tirkiye sûcên şer dike. Dewleta tirk naxwazê pergala demokratîk li herême bê xurtkirin, dixwaze terorê li herême zindî bike. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, naxwaze li Rojhilata Navîn demokrasî û îradeya gelan pêş bikeve. Tirkiye ji bo pergala pir rengiya bi hevre jiyîn û jiyana azad tune bike êrîş dike. Çareseriya pirsgirêkên herêmê di demokratîkbûne de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar