Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî peymana 9’ê Cotmehê berxwedana gelê Şingalê û jinên êzidî

Leyla Lorîn

Dewletên zirhêz di heremê de û li ser axa Şingalê, ji destpêka salê ve ji konsepta Zînê Wertê, heta niha dest bi dagirkeriya Kurdistanê kirine. Peymana 9’ê Cotmehê jî ya li ser axa kevnar Şingalê, yek ji wan planên girêdayî vê konseptê ye. Di 9’ê Cotmehê de tê zanîn peymanek di navbera hikûmeta Iraq û hêrama Kurdistanê de li hevkirinekî nav dewletî ku serkêşê wê dewletên bercewendîxwaz wek Amerîka û Netweyên Yekbûyî hat îmzekirin.

Di naveroka peymana 9’ê Cotmehê de ji bo li ser êzidiyan fermanek nû pêk bînin çi xal hebûn. Xala yekemîn a vê peymanê divê qeymeqamê Şingalê li gorî naveroka vê peymanê bê guhurandin. Dîsa xala duyem a vê peymanê, ewlekariya Şingalê ne aram e divê bi hêzekî 2 hezar û 500 kesî carek din Şingal bê dagirkirin. Ya sêyem jî li gorî peymanê Şingal divê ji nû ve bê sazûmankirin. Her çiqas hikûmeta Iraqê bi hezaran leşker li ser sînorê derdora Şingalê cih jî kir lê encama berxwedana gelê Şingalê û jinên Şingalê ku ev du meh in ji vê berxwedana rûmeta êzidiyan diparêzin û pêşengiyê dikin, heta niha yek ji van planan pêk nehatiye. Şingal hîn jî bi meclisên xwe û hêza xwe ya parastinê tê rêvebirin. Gelo çavkaniya berxwedana Şingalê ya li dijî planên qirêj çi ye? Bêguman azadî ye.

Ji ber gelê êzidî û jinên êzidî di van şeş salên derbasbûyî de li ser fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, tama azadiyê dîtin. Ev şeş sal in Şingal bi vî fikirî, bi aramî di bin sîwana rêveberiya xweser û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û bi hêza xwe ya YBŞ, YJŞ û asayîş, sazî û dezgahên xwe ve tê rêvebirin. Ji bo wê azadî ji bo civakekî ku di dîrokê heta niha ewqas ferman dîtiye, gelek qîmet û jênevegere. Dîsa şingalî û jinên şingalî dibêjin: “Em ê carek din dest ji tama azadiyê û azadiya jinên êzidî û xwerêvebirinê bernadin. Ji be ku xwerêvebirin xweserî û xweparastin mafê herî xwezayî yê êzidiyan e.”

Li dijî peyman û planên qirêj ên li ser hêza parastina Êzidxanê, encama berxwedana xelkê Şingalê ya du meh in asayîşa Êzidxanê li cihê xwe ma. Lê tê zanîn lehîstok û planên qirêj ên li ser Şingalê berdewam dikin. Ji bo wê gelê Şingalê ji 2’yê kanûnê ve li Navanda Asayîşa Êzidxanê ya Şingalê, li dijî peyman 9’ê Cotmehê konê berxwedanê vedane. Ev 15 roj in konê berxwedana destkeftiyên Êzidxanê, bi şêwazek dorveger ji aliyê xelkê Şingalê yê berxwedêr ve bi şev û roj tê parastin. Çalakvanên berxwedana destekdayîna Asayîşa Êzidxanê dibêjin: “heta ku Iraq, di van herdu mehên derbasbûyî de, sozên ku dayîne me bi cih neynin, em ê ji dest çalakiyên xwe bernedin û carek din destkeftiyên êzidiyan nexin destên kesê ku fermana 73’yan ku bi destê çeteyê DAIŞ’ê înandî serê me.”

Gelo daxwazên şingaliyan çi bûn ji hikûmeta Iraqê? Divê êzidî bê nîzam, bê statû nemînin ew xwe bi xwe rêve bibin. Divê êzidî bê parastin nemînin û ev parastin jî ji aliyê êzidiyan ve bê kirin. Dîsa divê Şingal bibe parêzgeheke navendî ya girêdayî hikûmeta Iraqê. Divê êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Iraqê, nexasim jî yên li ser Şingalê bên sekinandin û hwd. gelek xalên dîtir.

Hikûmeta Iraqê di van her du mehên derbasbûyî de çima heta niha nekarî sozê xwe cih bînin? Li Iraqê ne hikûmetekek rêkûpêk, ne jî xwedî rêzgez heye û ne jî sîstemek. Lewre bi kî re rûdinin li gorî dilê wan diaxivin, dixwazin wan razî bikin. Lê tê zanîn hikûmeta Iraqê heta niha jî li gel dewlet tirk bi veşartî, di nava danûstandinan de ye. Bi çûyîna Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo Tirkiyeyê û dîsa çûyîna Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî. Carek din em dibînin, di naveroka van hevdîtinên di navbera hikûmeta Iraq, Tirkiye û ligel hevkarên xwe PDK’ê planên qirêj li ser Şingalê berdewam e. Lê şingalî û jinên şingalî li dijî hemû plan û êrîşên bên li ser axa Şingalê, bi şehadeta Mamê xwe Mam Beşîr di berxwedana rûmetê de ji bo azadiya Êzidxanê bi israr in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar