Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Li dijî peymana 9’ê Cotmehê em ê 24 saet wek civak li ser piya bin’

Civaka êzidî bal kişandin ser peymana 9'ê Cotmehê ya di navbera tirk, PDK û hikûmeta Iraqê ku dijî wan û gotin: "Banga me li Neteweyên Yekbûyî ewe ku bila ji bo parastina êzidiyan hewildan bikin. Li şûna wê peymanên dijî me îmze dikin. Em vê yekê qebûl nakin."

Beriya 3 salan di dema serokwezîrtiya Mistefa Kazimî de di navbera hikûmeta Iraqê û PDK’ê de ‘Peymana Şengalê’ hate îmze kirin. Li gor madeyên peymanê tê armanc kirin ku sazî û dezgehên ji milê civakê ve hatine avakirin bêne belav kirin, hêza wê ya parastinê bê belav kirin û şûna wê peşmergeyên PDK cardin bêne bicîh kirin.

Li dijî Peyman 9’ê cotmehê doh jî meşekî girseyî li navenda Şengalê pêkhat. Şengaliyên ku di meşê de amade bûn sedema ku peymanê qebûl nakin û daxwaza betal kirina wê anîn ser ziman.

Ji rêveberiya Meclîsa Gel ya Duhola ya Şengalê Mam Salih di serî de bal kişand ser tîfaqa di navbera hikûmeta Iraq û başûrê Kurdistanê de, bi talep û daxwaza dewleta tirk re pêkhatî û got peyman berhema wê tîfaqê ye û wiha pêde çû; “Em vê tîfaqa wan qebûl nakin. Ji bilî vê jî em heman demî vegerandina çeteyên DAIŞ’ê jî qebûl nakin. Cara din ji ber hewildanê çalakî pêkhat. Hêzên başûrê Kurdistanê jî gelek caran îxanet li êzidiyan kir. Em van tiştan ser xwe qebûl nakin. Wek hemû pêkhateyên Şengalê rabûne ser piyan. Em dibêjin vê tifaqa hikûmeta Kazimî û PDK çêkirî em qebûl nakin, em peymanê nasnakin. Divê şehîdên me li ber çava bên girtin. Me ewqas berdel dane. Heya niha hikûmetê jî, hêzên heyî jî bo me êzidiyan tiştek baş nekirîne. Banga me li Neteweyên Yekbûyî  jî ewe ku bila bo parastina êzidiyan hewildan bikin. Li şûna wê peymanên dijî me îmze dikin. Em vê yekê qebûl nakin.“

‘Em ê bi şev û roj li hember wan têbikoşin’

Ji rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Hemed Bîşar jî got ew peymanê qebûl nakin û wiha pêde çû; “Her 24 saet emê wek civak li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ser piya bin. Ev peyman dûrî civaka me, malbatên şehîdan hatiye îmze kirin. Bi sedan kuştî, birîndar hene. Bi hezaran winda, esîr û koçberên me hene. Me fermanekî giran derbas kir û pir êş kişand. Rûxmê vê yekê Mesud Barzanî, Erdoxan û hikûmeta Iraqê dema hikûmeta Kazimî de biryarek didin û dibêjin bila peşmergeyên PDK weke ku tiştek nebûyî vegerin Şengalê, li vir serwer bibin. Ne qurbaniyên me dayî, ne şehîdên me, ne malên wêrankirî, esîrên me tu tişt li ber çavan derbas jî nekirin û tune hesibandin. Em hemû dizanin heger PDK vegere Şengalê, Êêidî, kurd, ereb be ferq nake, kî li gora daxwazê wan tevnegere yê bêne perçiqandin.”

‘Em ji wê peymanê nerazîne, emê dij wê bisekinin’

Ji Rêveberiya Meclîsa Gel ya Xanesorê Mam Hecî jî got; “Tifaqa di navbera Bexda û Hewlêrê de siyasetek gemar li ser Şengalê bû. Peymana 9’ê Cotmehê pêk nehat û em nahêlin pêk jî bê. Em ji wê peymanê ne razî ne û emê hertim li dijî wê jî bisekinin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar