Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî peymana Bexda-Hewlêrê deklarasyona hevpar a êzidiyan

511 kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên civak êzîdî, yên li welatên cihê û bi dîtin û rêxistinên cihê li dijî peymana Bexda-Hewlêrê ya derheqê Şengalê bi daxuyaniyeke deklarasyona hevpar ragihandin û gotin ‘Divê statûya Şengalê were mîsogerkirin.’

Daxuyaniya hevpar a ku li bajarê Lohne yê Almanyayê hate dayîn, wiha ye:

“Em, kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên êzidiyan, ji welatên cuda û ji dîtin û rêxistinên cihêreng, yên ku me ev deklerasyon îmze kiriye, dixwazin nêrînên xwe li ser peymana Bexda û Hewlêrê, bi raya giştî re parve bikin.

Em civakeke aştîxwaz in, ji bo çareserkirina nakokî û pirsgirêkan, bi taybet nakokiyên di navbera netew û olan de, li şûna şer û pevçûnan me bawerî bi danûstandin û giftûgoyên aştiyane heye û em pê dilxweş dibin.

Di vê çarçoveyê de, bi mercê ku ziyanê nede êzidiyan û civakên din, her cûre nêzîkbûnên cidî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de, bi dilxweşî em pêşwazî dikin.

Mixabin vê peymanê piraniya civaka êzidî xemgîn û dilgiran kiriye, ji ber ev peyman bêyî beşdarkirin û girtina şêwra wan û piştguhxistina îradeya wan, di navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye imzekirin.

Li Şengalê êzidiyan bi zor û zehmetiyeke mezin dezgehên xwe û bingeha hêzek xwe parastinê ava kirina. Ev rêveberî û hêz weke aliyekî peymanê nehatiye dîtin û tev li pêvajoya biryargirtinê jî nehatiye kirin.

Înkara pêkhateyekî bingehîn ku zortirîn heqaret lê hatî kirin, cefa kişandî û qurbanî dayîn xizmeta çareserkirina pirsgirêkan nake.

Civaka êzidî di qonaxên cuda yên dîrokê de rû bi rûyê çendî qirkirinên nijadî hatiye, li dewsa vê pozbilindî û înkarkirinê, mafê wê heye ku daxwaza rêzlêgirtin û wekheviyê di çarçoveya hemwelatî, hemniştimaniyek rasteqîne de bike.

Pêwîst e li Şengalê mekanîzmaya ewlehiya û parastinê were çêkirin

Derancamê komkujî û qirkirina 03.08.2014 an, li şûna înkarkirina civakî û nijadî, cavaka êzidî ji komele û miletên derdor û derve çaverêya helwestek cêwaz bûn ku mafê wan ê mirovî, civakî, welatî, siyasî û aborî bi yeksanî bê parastin û nas kirin.

Pêwîst e li Şengalê bê cêwazî mekanîzmaya ewlehîyê û parastinê werê çêkirin. Pêwîst e rêz li hêz û nerînên pêkhateyên civakê were girtin û tu alî di girtina biriyaran de ji derve nehên hiştin bi taybet ew biriyarên li ser qedera komelgehê tên girtin. Di vê çarçovê de mixabin pir metirsî û kêmasîyên vê peymanê hene. Helbet ev rewşa aloz, nazik û bê îstikrar, bicîkirina vê peymanê re dê pirtir ber bi xerabûnê ve biçê û nakokiyên di navbera pêkhateyên civakê de jî dê bêhtir kûr dibin.

Di vê peymanê de pir zelal tê xuyakirin ku ji nijadkujiya 03.8.2014’an, tu ders nehatine derxistin. Lewma her pêngavek bê avêtin, yan her hewlek bê dayîn ku rewşa kambaxa ya herêmê ya berî nijadkujiyê vegerînê, wê bi sernakevê û encam negirê. Lewma em van xalên ku daxwazên bingehîn yên êzîdiyan e, destnîşan dikin û diparêzin:

Bi armancên misogerkirina çareseriyek yeksan, wekhev, mayinde û bingehîn ji bo siberoja Şengalê, divê pêvajoyek nû rê li ber danstandinê û lihevhatinê veke, werê destpêkirin, di vê çarçovê de pêwîst e rola êzidiyan, weke aktorek girîng û xwedî mafê vetoyê û mîna aliyê sêyem beşdarî vê pêvajoyê werê kirin û naveroka peymanê ji nû ve werê nivîsandin.

Statûyek ji bo êzîdıyan divê bı makezagonê mayinde bibe

Li dijî qirkirina nijadî, çareserîya ku bibê bersiva herî baş; divê ji bo civaka êzidî statuyek li gorî makezagona Iraqê bi şêwazekî mayînde, herêmên Şengalê û Nînovayê weke du uniteyên rêveberî Viyalet(xweser) cuda werin misogerkirin.

Mekanîzmeya ewlehiyê û parastinê ya ku dê werê avakirin, divê hemû hêzên ku di azadkirin û rizgarkirina Şengalê de ked û tekoşîn dane, bê îstîsna û bê cudahî têde cih bigirin û bên beşdarkirin.

Hem ji bo parastina ji sînoran hem jî ji bo mîsogeriya ewlehiya hundurîn, bi tenê ji bo herêma Şengalê, herî kêm divê 10.000 kes tev li vê mekanîzmayê bibe.

Ji aliyê komîsyonek hevpar ve, divê kesekî di plansaziya avakirinê de şareza û di xizmetên bajêrvaniyê de xwedî serbor û tecrube û ji aliyê siyasî ve jî serbixwe, ji bo qaymeqamiyê werê hilbijartin.

Ji bo vegera gel a Şengalê organîze û koordîne bike, divê komisyonek hevpar a ji kesên jîr û zana were damezrandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar