Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Li dijî pişaftinê karê herî mezin, hezkirina ji çand û zimanê xwe ye’

Nivîskar û helbestvan Gulîzer serpêhatiya xwe ji Jinnewsê bi Medya Uren re parve kir. Gulîzer, nivîsandinê weke şoreşekê pênase dike û dibêje ku bi nivîsandinê, xwe jinûve nas dike û pênase dike.

Gulîzer ji ewil dibêje ku jiyan û nasnameya mirovan, bandoreke mezin li ser nivîsê dike û wiha got: “Hinek şop hene ku dibin nexweşiya ruhê mirovan jî. Min malbata xwe di pirtûka xwe ya dawiyê de da nasandin. Ji ber ku tesîra malbata min jî li ser keseyata min û nivîskariya min pir e. Ji xwe dayik û bavê min her tim ji me re bûn mînak.”

Di berdewamê de jî Gulîzer diyar kir ku zarokatiya wê bandor li ser nivîsên wê jî kiriye û wiha pê de çû: “Zarokatiya min jî mîna ya gelek zarokên kurd, li ber deriyê girtîgehan derbas bû. Bavê min mamoste bû û di dema darbeyê de hate girtin. Her hefte em diçûn serdana wî. Ji bilî kurdî me tu zimanekê din nedizanî û ji ber vê jî me nedikarî bi bavê min re biaxivîn. Dema ku mezin bûm, wê demê bi bêdengiya zarokatiya xwe hesiyam. Min dît ku ew êş û birîn, hemû ji min re bûn helbest. Hezkirin, bêrikirin û hemû hestên din min di dilê xwe yên zarokatiyê de mezin kir. Ew peyvên min ên wê deme, wek peyvên guneh û qedexe li ser dilê min veşartî mabûn. Min xwest ez peyvên wî zimanê qedexe, bikim helbest û heyfa xwe ji jiyanê hilînim.”

‘Min nasnameyên ji min re hatibûn gotin ji ber nekir, xwe lê zêde kir’

Gulîzerê destnîşan kir ku dema mirov ciwan, bi nasnameya xwe dihese û hinek navan ji xwe re dibîne û li ser wê nasnameyê kesayeta xwe ava dike. Bi domdarî jî Gulîzer wiha dibêje: “Nav û nasnameyên ez pê hesiyam bi êş bûn. Ez di ciwantiya xwe de bi ferhengeke giran re rûbirû mam û di bin wê ferhengê de çewisîm. Jinbûn bi peyva bindestîbûnê herimî bû. Nasnameya kurdbûnê jî bi bindestiyê herimî bû. Hinek nasname hene ku mirov bi xwe nahilbijêre. Min dît ku nasnameyên min ji çar aliyan ve ji hêla bindestiyê ve hatine dorpêçkirin. Min her peyvek ji xwe re kir kevîrekî biçûk û bi wan keviran pirek ava kir. Di navbera ez a min a rastîn û ez a min a çêkirî de, ev pir hebûn. Bi vê pirê min xwest xwe bigihînim kesayetiya xwe ya bênasname. Min ew hêza xwe ya naskirinê ji wan peyvan girt û bi wan peyvan, kiras an nasnameyên nexweşik û xweşiktir kir û da ber dilê xwe. Min ew nasnameyên ji min re hatibûn gotin ji ber nekir, min xwe lê zêde kir.”

Çima paşnav bi kar nayîne?

Têkildarî bi kar ne anîna paşnavê xwe jî Gulîzerê wiha got: “Ji ber ku paşnav di jiyana jinê de peyveke aydê pergala bavsalarî ye. Li gorî wî, jinek an ayde bavê xwe ye yan jî aydê mêrê xwe ye. Redkirina paşnav, ji bo min weke sembola heyfstendina nasnameya jinbûnê ya bindest bû. Piçekî be jî min xwest, nivîs xwe ji wê nasnameya bindest azad bike.”

‘Li dijî pişaftinê karê herî mezin ji xwe hezkirin e’

Herî dawî jî Gulîzerê ev tişt anî ziman: “Li gorî min karê herî mezin ê li dijî pişaftinê, hezkirina ji xwe, ji çanda xwe û ji welatê xwe ye. Serdest dixwazin vê hezkirinê tune bikin û serkeftina xwe mîsoger bikin. Mirov bi kîjan zimanî mezin bibe, rengê hubrê jiyana mirov ew ziman e. Heke em bixwazin di nava nifşan de pirekî ava bikin, divê bê zanîn ku ev rê parastina ziman e.”

Gulîzer kî ye?

Hêjayî gotinê ye ku Gulîzer di sala 1979’an de li Elîpar a Amedê ji dayik bû. Zarokatî û ciwantiya wê li Amedê derbas bû û di Beşa Mamostetiya Ziman û Wêjeya Inglizî ya Zanîngeha Dîcleyê de xwend. Li nexweşxaneya dewletê jî pîriktiyê dike. Piştî zanîngehê çû Îzmîrê û mamostetiya zimanê inglîzî kir. Di sala 1997’an de dest bi nivîsan kir. Gulîzer dayika 2 zarokan e û li Swêdê dijî. Berhemên wê jî Keziyên Jinebî (2006), Bûka Baranê (2009), Şevname (2011) û Sindoqa Dirûnê (2016) ne.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar