Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe didin û serî netewînin

Malbatên şehîdan li hemberî êrîşê dewleta faşîst a tirk diyar kirn ku tu carî ew enehêlin ku dewleta tirk rûmeta wan binpê bike û ev tişt anîn ziman: “Li dijî polîtîkayên qirkirinê em ê li ber xwe bidin, em ê serî netewînin.

Malbatên şervanên ku di êrîşên artêşa tirk a dagirker de şehîd bûn, diyar kirin ku ew ê ala azadiyê li ba bidin û xwedî li xaka xwe derkevin ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan.

Mihyedîn Hesen diyar kir ku dewleta tirk dixwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike û wiha got: “Ji ber xwedî li rêveberiyê derdikevin zexta birçîbûnê li ser vî gelî dimeşînin. Li çavkaniyên debarê yên mîna stasyona avê, elektrîkê, çavkaniyên enerjiyê dixe. Dijminekî welê ye ku zarok, jin, extiyaran qetil dike. Bi rêya van êrîşan dixwaze koçberiyê ferz bike. Gelê me ji destpêkê ve li hemberî polîtîkayên koçberkirinê sekneke xurt nîşan da. Em tenê nan bixwin avê vexwin jî em ê nehêlin ku polîtîkayên dijmin bi ser bikevin. Gelê me ala azadiyê li ba dide. Xaka me bi xwîna şehîdan hatiye avdan, berdêl hatine dayin. Destketî hemû bi keda şehîdan hatine afirandin. Em ê vê kedê ji nedîtî neyên û xaka xwe ji dijmin re nehêlin. Di têkoşîna dijî dijmin de mîna kulmekê em hevgirtî ne. Ne bi birçîbûnê ne jî bi koçberkirinê dikarin bi me. Ji niha û pê ve em ê paşve gavê neavêjin. Em ê bi armanca şehîdan rêya xwe dewam bikin. Çi dikin bila bikin em ê vê xakê ji Erdogan û çeteyên wî re nehêlin.”

‘Nikarin bihostek axa me dagir bikin’

Menal Fexrî jî bi bîr xist ku dewleta tirk a dagirker dixwaze îradeya gelan tune bike û wiha axivî: “Dewleta tirk bi mejiyê xwe yê yek dewlet, yek ziman, yek nasname, yek al, yek welat polîtîkaya qirkirinê li ser gelê herêmê dimeşîne. Divê dewleta tirk baş bi vê zanibe û fêhm bike; wê nikaribe bihosteke xaka me jî dagir bike. Eger jê heye ku bi êrîşan wê karibe îradeya me bişikîne, çavê me bitirsîne û fitneyê bixe nava gelan, hingî xwe dixapîne. Êrîş çiqasî giran jî be têkoşînê jî wê hîn xurt bibe. Gelên herêmê bi dil û can bi Rêveberiya Xweser ve ne. Ev dilsozî wê dewam bike. Em ê tu carî nehêlin ku dewleta tirk rûmeta me binpê bike.”

‘Tu carî nikarin îradeya me bişkînin’

Nêzîr Sofî jî ragihand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv dane dijminatiya artêşa tirk û ev tişt anî ziman: “Gelê me rêxistinkirî ye. Li hemberî her êrîşê bi rengekî bi heybet li ber xwe dide. Tişta herî hêja ji bo dayik û bavekî ewlad e. Dayik û bavên li Rojava ewladên xwe bi destê xwe şandin nava refên berxwedanê, ji bo xwedî li xaka xwe, ziman û nasnameya xwe derkeve, ew hîn kir ku ev yek wezîfeya wan a bingehîn e. Gelekî bi vî rengî tu carî navberê nade berxwedanê, îradeya xwe tu carî naşikê, ji têkoşînê venagere. Gelekî me heye ku berê xwe li armanca xwe ye. Heta serkeftinê wê vê rêyê dewam bike. Em ê dest ji rûmeta xwe bernedin. Em ê ji ser rêya şehîdên xwe neçin, têkoşîna şehîdên me têkoşîna me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar