Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li dijî qedexekirina PKK’ê kampanyaya ‘PKK gel e, gel nayê qedexekirin’

Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê li dijî terorîzekirin û qedexekirina PKK’ê li qada navneteweyî û herêmî di asta navneteweyî de li ser hesabên medyaya dîjîtal kampanyek bi dirûşma ‘PKK gel e, gel nayê qedexekirin’ dide destpêkirin

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê di asta navneteweyî de li dijî qedexekirin, krîmînalîzekirina PKK’ê kampanyayek li ser platformên medyaya dîjîltal dide destpêkirin. Kampanya dê bi dirûşma ‘PKK gele, gel nayê qedexekirin’ birêve biçe.

Daxuyaniya kampanyayê wiha ye;

“Gelê kurd,  li ser Kurdistana hatiye parçekirin bi sedan sal in bi rêbazên hovane, tê talankirin, wêrankirin, qetilkirin û çewisandin. Gelê kurd ê qedîm ku bi deh hezaran mirov ji dest dane, mafê wan ê jiyanê ji destê wan tê girtin. Statûya wan a siyasî û civakî nayê naskirin. Lê belê gelê kurd jî weke hemû gelên din ên cîhanê heye û ji bo parastina vê û azadiya xwe neçar dimîne têbikoşe.

Ji ber vê çendî jî PKK, encama vê têkoşîna gel a rewa û hatî pejirandine. PKK, navê serhildana li dijî tunekirin û tune hesibandinê ye, her wiha nasnameya hebûna gelê kurd e.

Di serî de dewleta tirk a faşîst û hêzên dagirker ên herêm û cîhanê, bi salan ev rasti nepejirandin, her wiha ji bo PKK’ê weke tevgereke sûc nîşan bidin hemû rê û rêbaz ceribandin. Di kesayeta PKK’ê de li dijî gelê kurd bûne hevkar û pêkhênerên komployê. Ji sala 1993’an û vir ve bi bêhiqûqiyeke dîrokî PKK xistin lîsteya rêxistinên terorê.

Ev nayê pejirandin. PKK rewşa rêxistinkirî ya gelê kurd e. Ji bo gelên cîhanê ji belaya terorîstên DAIŞ’ê rizgar bibe, PKK xwe ji çi bedelan neda paş. Ji ber vê PKK tevgereke azadiyê ye, enternasyonalîst e û cîhanî ye.

Ji bo em vê rastiyê hêj bêhtir qîr bikin û dawî li neheqiya li ser gelê kurd tê meşandin bînin, roja 26’ê mijdarê li gorî demjimêra Amedê 20.00 û demjimêra Brukselê 18.00’an de li tevayî platformên medyaya dijîtalê de em kampanyayekê didin destpê kirin.

Werin em hemû bi hev re dawî li vê neheqiyê bînin. Em hemû bi hev re azadiyê, demokrasiyê, dadê û yekgirtina birûmet a gelan biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar