Navenda Nûçeyan |
Dîwana Hevseroktiya KCDK-E’yê li dijî qedexeya li ser PKK’ê bang kir ku tev li meşên li Berlînê û bajarên din bibin ku 27’ê Mijdarê dê werin kirin.
KCDK-E’yê di banga xwe de wiha got: “Li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya li Almanya û polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdan 27’ê Mijdarê bi pêşengiya saziyên alman li Berlînê dê meş were kirin, her wiha li welatên din jî bi eynî armancê wê çalakî bên kirin, em di serî de bang li gelê Kurdistanê û hemû dilxwazên azadî û wekheviyê dikin ku tev li meş û çalakiyan bibin.”