KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Li dijî qedexeya PKK’ê divê têkoşîneke berfireh bê meşandin’

Di panela li dijî qedexeya li ser PKK'ê ya li Almanyayê de hate diyarkirin ku li dijî qedexeyê divê têkoşîneke xurt bê meşandin. Banga beşdarbûna ji bo mîtînga 18'ê Mijdarê ya li Berlînê pêk were hat kirin.

Xebatên aktîvîstên PKK-Verbot Aufheben Kampagne (Kampanyaya Qedexekirina PKK’ê Rabike) ya li dijî qedexeya PKK’ê ya ku ji 26’ê Mijdara 1993’an û vir ve li Almanyayê di meriyetê de ye, dewam dike. Îsal rêze panelên aktîvîstên kampanyayê, ku bi wesîleya salvegera 30’yemîn a qedexeyê mehekê çalakiyên cuda organîze kirin, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê dewam kir. Di panela ku li Zurîch Enformasyon Hause di pêşengtiya Komîteya Rojava de hate lidarxistin de ji aliyê aktîvîst Frieda Gertar û Lûîs Zîlton ve pêşkêşiyek hate kirin.

Di axaftina vekirinê ya ji aliyê Komîteya Rojava ve hat kirin de, hat destnîşankirin ku sedem û encamên qedexeya PKK’ê ya li Almanyayê girîng in û got ku gelek Kurd mexdûrên vê yekê ne. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî Rojava bênavber dewam dikin.

Di pêşkêşiya Frieda Gertar û Lûîs Zîlton de hat diyarkirin ku PKK’ê pêşenga îdeolojiya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Hate diyarkirin ku li dijî tevgera azadiyê her tim êrîş tên kirin û ji ber vê yekê gelek Kurd neçar man li Ewropayê serî li penaberiyê bidin. Her wiha hate gotin ku PKK’ê di 26’ê Mijdara 1993’an de di dema Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Manfred Kanter de hatiye qedexekirin.

Di pêşkêşiyê de hat diyarkirin ku piştî PKK’ê li Almanyayê hat qedexekirin, li dijî van qedexeyan têkoşîn hat dayîn û Halîm Dener ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Her wiha hate gotin ku Cejna Newrozê ya gelê Kurd jî hatiye qedexekirin û Bêrîvan û Ronahî li dijî van qedexeyan agir berdane xwe. Hat diyarkirin ku li Elmanyayê bi qanûna bi navê 129’an bi dehan Kurd ketine girtîgehan.

Di pêşkêşiyê de hat ragihandin ku qedexeya PKK’ê hînê dewam dike û li dijî vê yekê divê têkoşîneke berfireh were meşandin û ev bang hate kirin, “Beşdarî çalakiyên li dijî qedexeyê bibin. Tevlî xebatên Defend Kurdistanê bibin û piştgirî bidin. Ji bo belavkirina materyalên agahdarkirinê yên li dijî qedexeyan alîkarî bidin. Ji saziyên pêwendîdar re name û e-mail bişînin. Bibin endamê Heyva Sor û piştgiriyê bidin.”

Di pêşkêşiyê de bal hat kişandin ku ji ber salvegera 30’yemîn a qedexeyê meheke plansazî hatiye kirin û hat destnîşankirin ku ji başûrê Elmanyayê heta Swîsre û Awûstûryayê wê rêze panel bên lidarxistin. Aktivîst ji bo mîtînga ku wê 18’ê Mijdarê li Berlînê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar