Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Li dijî qedexeyan helwesteke hevpar

21 komele û rêxistinên ziman bertek nîşanî qedexekirina şano û konserên kurdî dan û wiha gotin: "Em ê li dijî van qedexeyan li hemû qadên jiyanê zimanê xwe biparêzin."

Tora Çand û Ziman, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî di nav de 21 rêxistin û komeleyên ziman têkildarî qedexekirina konser û şanoyên kurdî daxuyanî dan. Di daxuyaniya hevpar da hat destnîşankirin ku êrişên li ser kurdî sedsal in bi awayekî sîstematîk didomin û li ser qedexekirina konserên Aynûr Doganê û Metîn Kemal Kahraman û qedexekirina şanoya Şano Mencelê hat sekinandin. Di daxuyaiyê de hat destnîşankirin ku hincetên ji bo betalkirina şano û konserên kurdî hatine destpêkirin hincetin û wiha hat gotin: “Kurd li her derî xwedî li zimanê xwe derdikevin. Ev yek dewletê wan diqilqilîne.”

 ‘Em ê bersiva qedexeyan bidin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe û astengî çi dibin bila bibin wê li her derî kurdî bê parastin û wiha hat gotin: “Em ê li dijî van qedexe û êrişan li her derî bi zimanê xwe biaxivin û em ê li her derî bi zimanê xwe bistrên û hunera xwe îcra bikin.  Em ê bi zimanê xwe bersivê bidin. Em ê li hemû qadên jiyanê li dijî van êrişan zimanê xwe biparêzin.”

Rêxistinên daxuyanî dane

Rêxistinên ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ev in: “Tora Ziman û Çanda Kurdî, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Komeleya Lêkolînên Kurdî), Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Birca Belek, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman-AVESTA, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Derbarê (FERAT-DER), Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilatê, Federasyona Komeleyan a Mûşê, Federasyona Komeleyan a Şîrvanê, Federasyona Komeleyan a Wanê,  Federasyona Komeleyan a Îdirê, Federasyona Komeleyan a Êlihê, Federasyona Komeleyan a Qereqoçan a Xarpêt’ê, Platforma Panosiyan a Stenbolê, Kovara Destar û Komeleya Ekolojiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar