PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li dijî qeyûman nexşerêya çalakiyan

MYK ya HDP’ê bi serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî civiya. Di civînê de hate destnîşankirin ku desthilatdarî dixwaze bi tayînkirina qeyûman re HDP’ê li derveyî siyaseta demokratîk bihêle. Di civînê de plansaziya çalakiyan ku ji 3 merheleyan pêk tê hate diyarkirin

Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, cara duyemîn bi serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî civiya. Di civînan de xeta têkoşînê ya li dijî biryara tayînkirina qeyûman û nexşerêya çalakiyan a ku ji 3 pêngavan pêk tê jî hate amadekirin.

Di civînê dawî de jî hate diyarkirin ku desthilatdarî dixwaze ku bi tayînkirina qeyûman re HDP’ê li derveyî siyaseta demokratîk bihêle. Di civîna ewil de biryara ‘Çalakiya bê navber’ hatibû dayîn. Di civîna duyemîn de jî plana van çalakiyan hate amadekirin. Li gorî vê planê dê çalakiyên bêîtîatiyê yên sivîl ên li dijî qeyûman bidomin. Plansaziya HDP’ê ya ji bo çalakiyan, li gorî dema niha, nîvdirêj û demdirêj hatine amadekirin. Navendên çalakiyan jî dê bibin Amed, Mêrdîn û Wan ku qeyûm lê hatine tayînkirin.

Çalakî li bajarên Tirkiyeyê jî belav dibin

Her wiha hevşaredarên ku ji peywirê hatine girtin heta ku careke din li peywira xwe vedigerin dê bênavber li qadan çalakiya rûniştinê li dar bixin. Ji bo piştgiriya bi çalakiyên li bajarên navborî jî dê serdanên heyî bidomin. MYK’ê biryar da ku çalakiyan li bajarên rojaveyê Tirkiyeyê jî berbelav bikin. Di vê çarçoveyê de dê mitîngên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê bên li darxistin.

Tecrîda li ser Ocalan

Yek ji rojeva MYK’ê ya HDP’ê jî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di civinê de heta gotin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, dê pêşî li tayînkirina qeyûman jî nekare bê girtin. Bi vê boneyê jî hat destnîşankirin ku dê di çalakiyan de hem li ser tecrîdê û hem jî dê li ser tayînkirina qeyûman bê sekinandin.

‘Demokrasî hedef hatiye girtin’

Di civînê de hat diyarkirin ku qeyûm tenê tayînî şaredariyên HDP’ê nehatiye kirin û di heman demên de demokrasiya Tirkiyeyê hedef hatiye girtin. Di civînê de hat gotin ku ger li hemberî tayînkirina qeyûmên Amed, Wan û Mêrdînê neyê sekinandin, dê kozikên demokrasiyê yek bi yek bên rûxandin. Bi vê boneyê jî dê li metropolên Tirkiyeyê konferans, panel û gotûbêj bên lidarxistin.

Xebatên dîplomatîk

Yek ji biryarên MYK’ê jî ew bû ku piştî di 1’ê cotmehê de meclis vebû, dê bi sernavê ‘Rojava lezgîn’ banga civînê bê kirin û qeyûman dê bikin rojev. HDP hem li Tirkiyeyê û hem jî li Ewropayê dê xebatên dîplomatîk pêş bixe. Bi vê boneyê jî dê li Parlamentoya Ewropayê (PE), li Konseya Ewropayê (KE) û bi rêveberiyên herêmî û xwecihî yên Ewropayê re hevdîtinan bikin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar