Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li dijî qirkirina xwezayê her derê bikin qada çalakiyan

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin xwezaya Kurdistanê bê tinekirin û wiha got. “Heta ew talana xwezayê rawestE em ê her derê bikin qada çalakiyê.”

Şaxa Şirnexê ya GENEL ÎŞ a Sendikaya Karkerên Şoreşger (DÎSK li dijî talankirina xwezayê  çalakî li dar xist. Hevserokê GENEL İŞ a DİSK’ê ya Şaxa Şirnexê Ayhan Ergen diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê wêrankirina xwezayê berdewam dike û ev tişt gotin: “Ev talana ku li ser berjewendiyê tê kirin, ji bilî rantê li Kurdistanê, rêbazên şerê taybet jî di nav xwe de dihewîne. Pratîka talana ekolojîk, li ser asîmîlasyon û tasfiyeyê, hema bêje tevahiya Kurdistanê dorpêç kiriye. Maden, bendav û HES’ên ku gelek ji wan neqanûnî ne, hemû bajar û gund xistine bin zextê. Şewata daristanên Şirnexê, bi taybetî herêmên ku ji ber ewlehiyê hatine desteserkirin, niha daristanan bi temamî ji holê rakiriye. Polîtîkayên ewlekarî yên ku daristan û darên Kurdistanê bi taybetî li parêzgeha Şirnexê dişewitînin, di van salên dawî de tekezî li ser ji holê rakirin e. Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Kureş, Kometa yên Şirnexê; Bi girtina destûra şerê xwe yê li dijî xwezayê bi qedexeyên “15 rojan ên Walîtiyê” bênavber birîna daran pêk tînin. Li qadên ku ji gel re qedexe ne, dar ji aliyê cerdevanan ve tên hilkirin û li ber çavên her kesî bi kamyonan ber bi bajarên cuda ve tên veguhestin. Hemû nerazîbûnên fermî û sivîl heta niha encam negirtine û di bin navê ewlehiyê de li Kurdistanê komkujî tên kirin.”

Ayhan, ji bo talan kirina xwezaya Şirnexê rawestê ev bang li raya giştî û saziyên demokratîk kir:”Bi talankirin û polîtîkayên rantê yên li Botanê, zeviyên çandiniyê tên tunekirin, sewalên ku hewl tê dayîn bên tunekirin, çavkaniyên avê Bi bendavan wêran dikin.Em ê kedkar û gelê xwe bi hev re xweza û civakeke azad ava bikin ku dengê Şirnexê ji her kesî re bê bihîstin û xweza û parêzvanên jiyanê bibin yek. Em bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî, komeleyên xweza û geştiyariyê, odeyên pîşeyî, komeleyên pîşeyî, sendîka û hemû beşên hestiyar dikin ku li dijî qirkirina ekolojîk a li Şirnexê bi hev re têbikoşin.”

Piştre Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û destnîşan kir ku xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewlet û şîrketan ve hatiye rûxandin û wiha pê dê çû “Avahiyên dîrokî ji bo qezenckirinê hatin rûxandin. Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin xwezaya Kurdistanê bê tinekirin. Ji ber sedemên ewlehiyê çend ton dar hatine birin. Divê saziyên demokratîk jî li hemberî vê yekê hestiyar bibin. Divê hemû kes li dijî vê yekê dengê xwe bikin yek. Ji ber ku heke xweza tune bibe jiyana civakê jî wê ji holê rabe.”

Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram agahî da ku ji bo balê bikşînin ser tunekirina ekolojiyê wê her hefte daxuyaniyê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe”Dewlet bi taybet ekolojiyê hedef digre. Li Kurdistanê tu cihek nemayê ku rastî talan kirina xwezayê nehatiyê. Em bang dikin ku gelê me li hemberî vê talankirina xwezayê hestiyar bin, lê belê em xwezaya xwe bi hev re biparêzin. Heke em bi hev re biparêzin dikarin pêşî li vê talanê bigrin. Em li vir radigihînin ku heta ew talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê. Em ê bidaxuyaniyan balê bikşînin ser tune kirina xwezayê. Em bang li hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî dikin ku li dijî vê talanê dengê xwe derbixînin. ”

Daxuyanî bi dirûşma “Bê xweza jiyan nabe” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar