Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li dijî şer kampanya îmzeyan dan destpêkirin

 Li Stenbolê li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya îmzeyan hat destpêkirin

Komeke redkarên wijdan û dijberî şer, li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya îmzeyan dan destpêkirin.

Metna ji bo kampanyayê bi kurtasî wiha ye; “Em difikirin ku şer li dijî jiyan û mirovahiyê sûcê herî mezin e. Kesên ku heta beriya çend meha jî nêzikbûna dewletê ya cihêkar û êrîşkar rexne dikirin û digotin ku dê her tişt xweş bibe, bi desthilat û hevparên desthilatê re tezkereyê qebûl kirin. Ji bo ku bandora şer a li ser gel kêm bikin serî li lîstikên peyvan dan û bêyî ku deshilat û hevparên wê lorîkên ji kaniyên çavên barandin bifikirin, ji bo operasyona ‘Kaniya Aştiyê’ ji tezkereyê re gotin ‘erê’. Kesên ku ji bo polîtîkayên xwe yên hegemonîk canê zarokên gelê xîzan paşguh kirin û berê wan dan herêmê û Rojava, dixwazin ku bi polîtîkayên xwe yên şer û dagirkirinê tundiya xwe ya li ser gel zêde bikin û pergala xwe ya kedxwariyê bi hêz bikin.

Divê bê zanîn ku mirov ji şer bi kêfxweşî î tendurist venagere. Mirov ya qot ya di nav darbestê de ya jî kujer vedigere. Em difikirin ku li dijî polîtîkayên şer û dagirkirinê yên kesên ku xweza, paşeroj û jiyanê ji bo berjewendiyên xwe tune dihesibînin, têbikoşin. Ev bang ji bo hemû kesên ku dibêjin em bi tenê ne ka em ê çibikine; zanibin ku hûn bi tenê nînin. Em ew bi milyonan kesên ku dengê me yê li dijî şer hatiye tepisandinin. Dema ku em dengê xwe derbixin em ê bibînin ku li cem hin kesên din jî hene. Ev bang banga gur, çûk, erd û esîman e. Ev bang banga jiyanê ye. Ev bang banga siberojê ye.”

Li ser vê “[email protected]” navnîşanê piştgiriya kampanyayê dikare bê kirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar