Nivîskar, helbestkar, karker û akademîsyen jî di nav de gelek kesan, bi ser navê ‘Ji şer, nefret û neyartiyê re na’ banga rawestandina şerê li Qerebaxê yê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de kirin. Di danezanê de hat destnîşankirin ku bi rêya şer çareseriya mayînde pêk nayê û hat xwestin ku di çarseriya pirsgirêkan de rêya diyalog û muzakereyê bê tercîhkirin. STENBOL