Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li dijî talana ekolojiyê berê xwe bidin Şirnexê

Nûnerên Saziyên Sivîl ên Şirnexê diyar kirin ku Şirnex di bin xetereya çolbûnê de ye û bang li rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê kirin ku ji bo pêşî li vê talana xwezayê bigirin berê xwe bidin Şirnexê.

Xwezaya Kurdistanê bi salane ji hêla dewleta tirk a dagirker ve tê qirkirin. Li van cihên ku qirkirina xwezayê tê meşandin Şirnex e. Li Şirnexê ji ber talana ekolojîk a bi salan e dewam dike, qadên daristanan tên tunekirin. Darên ku bi salan di bin navê “ewlehiyê” de ji aliyê cerdevanan ve tên birîn li bajarên cuda tên firotin. Ji ber tunekirina xwezaya Şirnexê gelek cûreyên zindî jî winda dibin. Her wiha bi talana ekolojîk ve qada jiyanê ya mirovan jî di bin xetereyê de ye. Rêxistinên Saziyên Sivîl ên Şirnexê ku li dijî talana ekolojiyê seferberî îlan kirin, her hefte bi daxuyaniyên çapemeniyê balê dikişînin ser tunekirina ekolojiyê. Nûnerên saziyan bang li rêxistinên ekolojîk û raya giştî ya demokratîk kirin ku ji bo pêşî li talana xwezayê bê girtin bikevin nava hewldanê.

Hevserokê Şaxa Genel Îşê ku giredayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şirnexê Ayhan Ergen, diyar kir ku bi salan e talankirina xwezayê bi awayekî sîstematîk dewam dike û wiha got: “Ji ber bêdengiyê, talankirina xwezayê zêdetir dibe. Niha jî her roj dar ji kokê ve tên birîn. Tenê bi daxuyaniyên çapemeniyê em nikarin pêşî li talana xwezayê bigirin. Pêwîste gelê me di vê mijarê de hişyar bibe û li dijî vê talanê derkeve.”

Ergen bal kişand ser xetereyên wêrankirina ekolojiyê û wiha pê dê çû: “Ji bo pêşîgirtina li rûxandina ekolojiyê divê hemû saziyên sivîl û rêxistinên ekolojîk bên Şirnexê. Li Kurdistanê polîtîkaya çolkirina sîstematîk a xwezayê tê meşandin. Ji bo pêşî lê bê girtin divê hemû saziyên sivîl û rêxistinên ekolojîk bên Şirnexê û ji bo sekinandina vê talanê dengekî cîdî derkeve hole. Heke wisa nebe di demen pêş de xetereyên mezin wê derkevin holê.”

Berdevkê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yê Demê yê Şirnexê Samet Kaya, anî ziman ku armanca wan ew e ku bi daxuyaniyan balê bikşînin ser metirsiyên ku wêrankirina ekolojiyê derdixe holê û ev tişt gotin: “Talankirina xwezayê bandoreke mezin li tendûristiya mirovan û hemû zindiyan dike. Li dijî vê yekê me biryar da ku her hefte ji bo gelê xwe van xetereyan haydar bikin daxuyaniyan bidin. Ji ber talan kirina xwezayê hewa jî qirêj dibe. Bi qirêjbûna hewa re nexweşiyên weke KOAH’ê jî dertên holê. Her wiha li herêmê mirov bi sewalkariyê debara xwe dikin. Bi birîna daran ve cihekî ku sewal lê biçerin jî namîne. Welatiyên ku nekarin debara xwe bikin wê neçar bimînin ku koçber bibin. Xetereyên talana ekolojiyê li ser jiyana mirovan pir in.”

Kaya ji bo pêşî li talana xwezayê bê girtin ev bang li saziyên ekolojiyê û raya giştî kir: “Daxuyaniyên saziyên sivîl tenê nikarin pêşî li vê talanê bigirin. Ji ber vê yekê divê hemû saziyên ekolojiyê berê xwe bidin Şirnexê. Ji her kesê ku li vir dijî divê li dijî vê talanê dengê xwe derxînê û em bi hev re li dijî vê talanê bisekinin. Divê taybet jî gelê me li dijî vê talanê derkeve. Em dizanin hêza herî mezin gel bi xwe ye. Heke gelê me li dijî vê talanê bisekine û bertekên xwe nişan bide em dikarin pêşî li birîna daran bigirin. Banga me ji saziyên sivîl, rêxistinên civakî, partiyên siyasî û hemû saziyên ekolojiyê ew e ku berê xwe bidin Şirnexê. Şirnex di bin xetereyeke mezin de ye. Li dijî vê yekê em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pêşî li vê talanê bigirin. Şirnexê bi tenê nehelin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar