Talîban, bi vekêşana hêzên NATO’yê yên di pêşengtiya Amerîkayê de, ji ber Peymana Doha ku bi Amerîkayê re îmze kir, êrîşî yekîneyên NATO’yê neke jî êrîşên xwe yên li dijî hêzên hikûmetê domandin. Talîbanê di destpêka hezîrana 2021’an de bi lez û bez dest bi girtina gelek navçeyan kir û berê xwe da bakurê welêt. Talîban ewilî di 6’ê tebaxê de piştî pevçûnên giran navenda bajarê Nimrûzê Zaranc û di 15’ê tebaxê de jî paytext Kabûl bi dest xist.
‘Li dijî Talîbanê rêya me dirêj û zehmet e’
Ji Rêxistina Xurtkirina Başiya Jin û Zarokan a Efxanistanê Meryem Marof Arwîn diyar kir ku piştî Talîbanê mafên jin û keçan tune tên hesibandin û wiha got: “Em jinên efxan tu carî teslîmî dijminên mirovahiyê û azadiyê nabin.”
Maf û azadiyên di 20 salan de hatin bidestxistin hatin qedexekirin, jinên ku li dijî Talîban derketin kolanan di 5’ê îlona 2021’an de ji bo mafê xebatê yê jinan biparêzin çalakî kirin. Talîban êrîşî çalakiya jinan kir û jin belav kirin. Pişt re mafên jinan û zarokên keç qedexe kirin.
2 salên jin tune tên hesibandin
Rêveberiya Talîban, derketina jinan a bi tena serê xwe ya li kolanan, çûna dibistanê û xebata wan qedexe kir. Talîban ku mafê jiyanê yê jinan jî nas nake, navê welat jî weke “Emîrtiya Îslamê ya Efxanistanê” guhert. Li paytext Kabûlê tabelaya Wezareta Jinan hat daxistin û şûna wê tabelayeke bi nivîsa “Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê û Teşwîqa Dûa, Rêbertî û Namûsê” daliqand. Talîban ji jinan re hemû deriyên civakî û çandî girtin. Li aliyê din jinên efxan li dijî Talîbanê ji roja ewil ve ji bilî mirinê tu tiştî ji wan re rewa nabîne, berxwedan mezin kirin. Gelek jin di binçavan de hatin îşkencekirn û tecawizkirin, gelek hatin girtin û kuştin, hin jinan jî ji ber xetereya darvekirinê neçar man ji welat derkevin.
Seroka Rêxistina Xurtkirina Başiya Jin û Zarokan a Efxenistanê (AWCSWO) û Tevgera Şemiyên Mor Meryem Marof Arwîn, tiştên ku jin û zarokên keç ev du sal in di bin rêveberiya Talîbanê de dijîn, nirxand.
Jiyana jin û zarokên keç hat sînordarkirin
Arwîn, anî ziman ku li welat nêzî 661 roj in dibistan ji zarokên keç re girtî ne û wiha got: “Şîrovekirina Talîban a zagonên îslamî bû sedem ku jin tev li perwerde, îstîhdam û jiyana cemaweriyê nebin û negihijin xizmetên tenduristiyê. Arwîn, pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin rêz kirin û da zanîn ku Talîban ji destpêka hikûmetê 52 ‘ferman’ ên jiyana jin û zarokên keç ên efxan bisînor dike weşandin.
‘Divê raya giştî li dij van kiryaran derbikeve’
Arwîn, bi bîr xist ku Talîban hemû destkeftiyên jinan ji holê radike û bi lêv kir ku tevî hemû qedexeyan jî jin hêj li qadan li ber xwe didin û serî natewînin. Arwîn, Talîban weke dijminê jinan penase kir û wiha berdewam kir: “Em keç û jinên Efxanistanê tu carî teslîmî dijminên mirovahiyê û azadiyê nabin. Em ê ji bo îdealên xwe û jiyana xwe têkoşînê bidomînin. Ji ber rêgezen Talîban jin û zarok ketine ber tacîzê. Divê civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan bi tundî van kiryaran şermezar bikin û jinên efxan ji van kiryaran û tundiyê biparêzin.”
‘Em ê bi yekineyên jinan bersiv bidin Talîbanê’
Arwîn, destnîşan kir ku jin dê li ber Talîbanê serî netewînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên efxan wê bi cesaret û biryardariya xwe bersivê bidin Talîbanê. Weke jinên li Efxanistanê şer dikin, em ê tifaqeke xurt ava bikin û têkoşîna li dijî Talîbanê bidomînin. Dema ku em vê dikin jî em ê zext û tundiya rêveberiya Talîbanê ya li ser me ji nedîtî ve neyên û dema ku gavên xwe biavêjin em ê vê li ber çavan bigirin. Divê neyê jibîrkirin ku şervanên jin ên efxan bi qedexe û gefan re rû bi rû bimînin jî, wê ev yek bandorê li biryardariya wan neke.”
‘Rêya me dirêj û zehmet e’
Arwîn bal kişand ku ew ê têkoşîneke demdirêj a li dijî Talîbanê bidin meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin wê bi baweriya ku xwedî derfetên afirandina guhertinê ne, tevbigerin. Jin wê bi bikaranîna hemû derfetan têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe û mafên jinên din bidomînin. Divê were zanîn ku rêya têkoşîna jinên efxan ya di bin serweriya Talîbanê de dê tevlihev û zehmet be, lê belê bi bikaranîna stratejiyên guncav, nîşandana hevgirtina bi şervanên jin ên din re, dikarin tevkariyê li guhertinên civakî bikin û rewşa jinan a li Efxanistanê baştir bikin.”