Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî tarîtiyê serkeftina ronahiyê

Leyla Agirî | 

Sal 2014’an bû û meha cotmehê bû. Şerê tarîtiyê ku hezar sal berê li her derê cîhanê li hember ronahiyê dabû destpêkirin hat li bajareke biçûk asê ma. Tarîtiya ku ji çar alî ve vê bajarê biçûk ku beriya hatina tarîtiyê ronahiyê di nav xwe de mezin dikir, dorpêçkiribû û dixwestin şerê xwe yê bi hezar salî ya li hemberî ronahiyê bi serkeftinê tacîdar bike.

Tarîtî hêdî hêdî bajarê ronahiyê dorpêç dikir û hêdî hêdî bi tarîtiya xwe dixwest ronahiya bajar bitefîne. Hemû cîhan li hemberî hovîtiya tarîtiyê ji tirsan bêdeng bûbû, ditirsiyan tarîtî wan jî bike hedef lê nedifikirîn ku tarîtî piştî tunekirina bajarê ronahiyê dê berê xwe bide wan. Tenê erdnîgarî û civaka bajarê ronahiyê li ber xwe didan lê jixwe ernîgariya bajarê ronahiyê ev bi hezar salan e li dijî tarîtiyê li ber xwe didan. Piştevanên tarîtiyê kêf dikirin û hesaba îro sibê dê bajarê ronahiyê li dijî tarîtiyê têk biçe, bikeve û dê hemû gelên azadîxwaz li hemberî tarîtiyê serê xwe bitewîne, dikirin

Lê bajarê ronahiyê û zarokên ronahiyê ji serî ve berxwedanê hilbijartibûn, heta dawiyê biryara dê nehêlin tarîtî jiyana wan, hêviya wan û pêkanîna xeyalên wan ên azadiyê dagir bike, dabûn. Her roja ku diçû tarîtî bi ewrên xwe yên reş bajarê ronahiyê dipêçiya, tevî vê pêçandina reş zarokên ronahiyê li ber xwe didan lê tişta ku herî zêde zarokên ronahiyê xemgîn dikir bêdengiya gelê cîhanê bû. Ev bêdengî hêzê dida tarîtiyê û bi vê hêzî tarîtî hîn dijwartir êrîş dikir.

Dema pelên salnameyê 5’ê Cotmehê nîşan dida êrîşên tarîtiyê gihiştî bû asta herî jor lê li gel vê yekê biryardariya zarokên ronahiyê jî gihiştibû asta herî jor. Zarokên ronahiyê wê rojê soza belavkirina ewrên tarî dabûn û yek ji wan zarokên ronahiyê vê erka belavkirina tarîtiyê girt ser milê xwe. Keça ronahiyê ji bo şiyarkirina gelê cîhanê, ji bo pêkanîna xeyalên azadiyê ya civaka erdnîgariya xwe, bi hemû hêz û îradeya xwe, xwe avê nav tarîtiyê û di nav tarîtiyê de winda bû. Lê piştî demekê di nav tarîtiyê de ronahiyek xuya kir û ew ronahî li ser gira ku tarîtî dixwest bi dest bixe û serkeftina xwe îlan bike, bi lêz xwe berda nav bajarê ronahiyê. Ew ronahiya ku tarîtiyê qelaştibû tenê li nav bajarê ronahiyê belav nebû li ernîgariya bajarê ronahiyê ji wir jî belavî hemû cîhanê bû. Ew ronahî ji gelên azadîxwaz re bû hêvî û ji tarîtî û destekvanê wî re jî bû tirs. Ji ber ku tarîtî li bajareke biçûk li hemberî zarokên bajarê ronahiyê têk çû û ev bibû destpêka belavbûna tarîtiyê, bibû destpêka şikandina tirsa ji tarîtiyê. Êdî tarîtî nema wek berê tirsa xwe li nav civakê ku bi hezar salan e dide meşandin, bimeşîne, êdî civakên azadîxwaz dîtibûn ku tarîtî bi berxwedanê dikare were têk birin, dîtibûn ku belavkirin û şikandina tirsa tarîtiyê hevgirtin e. Piştî xwefedakirina keça bajarê ronahiyê di serî de gelê ernîgariya ronahiyê hemû cîhan rabû ser pêyan. Ji bo parastina bajarê ronahiyê ketibûn nav seferberiyê û li dor ronahiyê bibûn çember. Zarokên ronahiyê bi vê hevgirtinê hîn bi hêz bibûn û bi vê hêzê hêdî hêdî tarîtiyê li ser ezmanê bajarên ronahiyê belav dikirin. Her belavkirina ewrên tarîtiyê hîn hêviyên gelên azadîxwan mezintir dikir, her ku hêvî mezin dibû tarîtî belav dibû.

Piştî xwefedakirina keça ronahiyê ya 5’ê Cotmeha 2014’an bajarê ronahiyê êdî bibû bajarê hevpar a gelên azadîxwaz. Êdî ji çar aliyê cîhanê gel ji bo parastina ronahiyê û hêviyê berê xwe didan bajarê ronahiyê. Êdî bajarê ronahiyê bi keça xwe dihatin naskirin. Êdî hemû zarokên ku dihatin dinê yan navê bajarên ronahiyê yan jî navê keça bajarê ronahiyê hildigirtin. Bi vî awayî bajarê ronahiyê û keça xwe bûn nirxên hevpar ên gelên azadîxwaz.

Piştî derbasbûna çend salan hê jî tarîtî û piştevanên tarîtiyê kîna wê têkçûna xwe didomînin, hê jî xeyala dê bajarê ronahiyê bi tarîtiya xwe dagir bikin, dikin. Lê vê tiştî her tim ji bîr dikin an jî dixwazin wisa bidin nîşandan; dema ronahî ji cihê ku hatibe hepiskirin derkeve û belavî her derê bibe êdî ne mumkun e careke din bê hepiskirin. Çimkî êdî ronahî piştî çalakiya fedayî ya keça ronahiyê tova xwe di dilê her mirovên azadîxwaz de çandibû. Êdî ronahî bûbû nirxê hevpar a gelên cîhanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar