Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Li dijî tecawizkariya dewleta tirk xwe biparêzin’

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona YPS-JIN’ê derbarê bûyerên tecawizên ku wan demên dawî bi destê dewletê li Kurdistanê pêk têk, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPS-JIN diyar kir ku dewleta tirk bi zanebûn ku li Kurdistanê destavêtin û destdirêjiyê li jin û zarokên kurdan dike û bi vî rengî hewl dide îradeya gelê kurd bişikîne û bang li gel kir ku li dijî vê yekê xweparastinê xurt bikin.

Koordînasyona YPS-JIN’ê di mijara xweparastinê de gelê Şirnexê weke mînak nîşan da û ev tişt parve kir: “Dewleta tirk destavêtin û destdirêjiya li Kurdistanê veguherandiye polîtîkaya serîtewandê li dijî gelê kurd. Hewldanên bêrûmetkirina civakên berxwedêr, rêbazeke dewletê ye. Li dijî gelê kurd ku bi salane koletiyê û zilmê qebûl nake, dewleta TC bi her awayî êrîşên qirkirinê dike. Dema ku li hemberî xwe rastiya gelekî berxwedêr dibîne hingî dixwaze bi rêbazên namerdane teslîm bigire.

Bi fûhûş û destavêtinê êrîşî jinan dike ku jin hêza afirîner a civakê ye. Civakeke ku jin hatibe têk birin wê bi hêsanî teslîm bê girtin, lewma her carê dibêjin ‘destpêkê li jinê bixin’.

Dewleta TC li Kurdistanê bi taybetî êrîşî jinan dike û bi vî rengî dixwaze rûmet û îradeya gelê kurd bişikîne. Zîhniyeta ku di bûyera N.Ç. de ku li Sêrtê gelek cerdevan û leşkeran dest avêtin wê, digot ‘kevir biavêta wê baştir bûye?’ îro li Şirnex û Êlihê dewam dike.

Li Şirnexê çawişê pispor ê dewletê hewl da dest biavêje keçeke kurd a 13 salî. Ev êrîş li dijî jinan û nirxên kurdistanî hemûyan e. Li Kurdistanê rûyekî din ê faşîzma TC’ê destavêtin û destdirêjî ye. Divê jin vê rastiyê baş bibîne. Nasnameya me, xaka me, bedena me yên me ne. Têkoşîna ji bo parastina van rewa ye.

Gelê Şirnexê li dijî vê êrîşa faşîzan a li dijî rûmeta xwe kete rewşa xweparastinê û hem êrîşkar girt hem jî nerazîbûna xwe nîşan da û xwe parast. Li Kurdistanê xweparastin nebe, jiyaneke bi rûmet ne pêkan e.

Biqasî nan û avê pêwîstî bi xweparastinê heye. Lewma jinên ku bi her awayî êrîş li wan tê kirin, divê mafê xwe yê xweparastinê heta dawiyê bi kar bînin. Li ku derê êrîşa dewletê ya destavêtin û destdirêjiyê hebe, divê li wir dakevin qadan û xwe biparêzin. Bêdengî hevkarî ye. Divê bi rê û rêbazên dewlemend ên xweparastinê jin hêza xwe nîşan bidin û dawî li faşîzma dewletê-mêr bînin.

Bi navê YPS-JIN em dibêjin ku ji bo azadî û hebûna xwe em ê têkoşînê mezin bikin û hesab ji dewleta tecawizkar bipirsin. Em ê destên dirêjî jinan dibin hemûyan bişikînin. Yekîneyên me yên tolhildanê wê hesab ji dagirkeran, tecawizkaran bipirsin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku xwe di bin sîwana YPS-JIN’ê de bi rêxistin bikin, xwe biparêzin û tolê ji mêr-dewletê hilînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar