Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî tecrîdê 7 kes li Wanê ketin greva birçîbûnê

Bi boneya piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re, li Wanê bi tevlêbûna 7 kesan çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hat destpêkirin. Çalakvanan bang li her kesî kir ku xwedî li dengê wan derkevin û dawî li sûcê mirovahiyê bînin

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi tevlêbûna 7 kesan li Wanê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Çalakî li avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê dest pê kir. Beriya çalakiyê, bi tevlêbûna endamên Xizmên Windayan, rêveberên DBP, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatiyan, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Deng bide, tecrîde bişikîne bêdengî mirine’ hatibû vekirin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan li ser navê beşdaran axivî.

Bang li rayedarên dewletê kir

Muazzez Orhan diyar kir ku ji bo ku dengê çalakvanan bê bihîstin, ew ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Orhan wiha domand: “Em li vir bang li hemû rayedaran dikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e. Ji bo tecrîd rabe 7 mirovên me dawî li jiyana xwe anîn. Lê hîn jî wezîrê dadê û rayedarên dewletê bêdeng in. Guh nadin daxwazên rewa yên çalakvanan. Em bang li her kesî dikin ku deng bidin çalakvanan da ku em dawî li vî sûcî mirovahiyê bînin.”

Piştî daxuyaniyê 7 kesan pêşmalkên wêneyên Guven û nivîsa ‘Bila tecrîd rabe û Leyla bijî’ li xwe kirin û dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar