Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li dijî tecrîdê çalakiyên berfirehtir divê

Hevserokên KCD û DBP’ê di roja 3’emîn a hevdîtinên xwe yên li Mêrsînê li navçeya Akdenîzê bi gel re hatin gel hev. Di hevdîtinê tecrîda li ser Ocalan derket pêş û welatiyan pêşniyar kir ku li dijî tecrîdê bername û çalakiyên berfirehtir bên kirin

Hevdîtinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ku bi şîara ‘Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin bikin’ dabûn destpêkirin di roja 3’emîn de didomin. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Mûazez Orhan jî tev li hevdîtinên hevserokan bûn û li Nûnertiya HDP’ê ya Taxa Çîlekê ya navçeya Akdenîzê dest bi hevdîtinan kirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, li vir axivî û bi bîr xist ku zêdetirî 4 meh in xebatan dimeşînin û wiha got: “Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û bi têkoşîna xwe pêşeroja xwe ya 100 salan diyar dikin. Di serî de kurd bi têkoşîna ku bê dayîn dê pêşeroja Rojhilata Navîn bê diyarkirin. Di pîrozahiyên 8’ê Adarê û Newrozê de gel got ku birêz Ocalan vîna me wan e, tecrîdê qebûl nakin, li dijî polîtîkayên li ser birêz Ocalan dertên. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didomin. Divê em bar li ser milê xwe nehêlin. Heke tiştek jî bê serê girtiyan berpirsyar em siyasetmedar in. Divê gel bertekên xwe yên li dijî tecrîdê nîşan bidin.”

Ocalan hesabên desthilatdar xera kir

Ozturk destnîşan kir ku têkoşîna Ocalan li hesabên dewlet û desthilatan nayê û ev tişt anî ziman: “Gel ji kurdbûna xwe şerm dikir. Bi têkoşîna ku hat dayîn kurdan xwe nas kir. Kurdan tu carî serî netewand. Ev jî bi saya têkoşîna Ocalan bû. Li vê erdnîgariyê gelên bi rûmet dijîn. Yek ji van gelan jî kurd in.”

Divê statuya kurdan hebe

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz jî destnîşan kir ku desthilat polîtîkayên şerên taybet li ser kurdan dimeşîne û wiha got: “100 sal in dewleta tirk şerekî qirêj li ser kurdan de dimeşîne. Desthilat êrîşî goristanên me, jin û ciwan û civaka me dike. Pergala ku îro li kurdan tê ferzkirin pergala tunebûnê ye. 25 milyon kurd hene, divê zimanê zikmakî û statuya kurdan hebe. Tirkiye dimik bi darbeyên leşkerî tê hişê mirov lê 6 sal in darbeyên siyasî pêk tên. Bêyî kurdan êdî tu hesab nikarin bên kirin.”

Li dijî tecrîdê çalakiyên berfirehtir divê

Welatiyên ku tev li hevdîtinan bûn jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî recrîda li ser Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û gotin li dijî tecrîdê pêwistî bi bername û çalakiyên berfirehtir heye. Her wiha welatiyan gazinên xwe yên ji ber krîza aborî jî anîn ziman û destnîşan kirin ku ji bo destê xwe li ber kesî venekin kooperatif bên avakirin.

Piştî vê hevdînê heyet derbasî serdanên malbatan bû. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar