Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Li dijî tecrîdê dem dema çalakiyê ye’

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, Kurdistaniyên li Berlînê dimînin axivîn û gotin: "Divê em gavên mezintir biavêjin. Gotina li hemberî vî dijminî qediya, êdî dem dema çalakiyê ye."

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber didome. Kurdistaniyên li Berlînê dimînin diyar kirin ku divê li dijî tecrîdê çalakiyên mezin bêne lidarxistin.

Mûsa Korkut ê ji Êlihê ye nerazîbûn nîşanî tecrîda dewleta tirk  da û wiha got: “Rêbertî ji sala 1999’an û vir ve girtî ye. Piştî ku AKP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê têk çû, dewleta tirk  ji 22’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve pêvajoyeke şer a nû da destpêkirin. Weke gava yekem a vê pêvajoyê biryara tecrîda li ser Rêbertî hate girtin. Dixwest têkiliya Rêbertî û gel ji hev qut bike. Ji ber ku qutkirina têkiliya Rêbertî ya bi gel, tevger û têkoşînê re weke qutkirina reh dibînin. Hesabê wan li ser vê yekê bû. Ji ber ku ew hêz û kapasîteya Rêbertiyê ya meşandina pêvajoyê, rê û rêbazên gavên serkeftî yên Rêbertiyê baş dizanin ev 3 sal in tecrîda mutleq pêk tînin.”

‘Gotina li dijî vî dijminî qediya, êdî dema çalakiyê ye’

Mûsa Korkut da zanîn ku divê bi taybetî li Ewropayê kurd bi rê û rêbazên bi bandor bersivê bidin tecrîdê û wiha domand: “Em jî weke gel divê bersivê bidin dewleta tirk . Ez di wê baweriyê de me ku ger em tiştên pêwîst bi cih bînin wê ev tecrîd bi vî rengî dewam neke. Her çiqas Rêberê me di nav çar dîwaran be jî em dizanin ku ruhê wî azad û bi me re ye. Divê em ciwan jî bi taktîkên xwe bersivê bidin dijmin. Divê em bi rê û rêbazên guncav bersiv bidin ku ji Ewropayê heta welat em vê tecrîdê qebûl nekin. Gotina li dijî vî dijminî qediya, êdî dema çalakiyê ye.”

‘Ji hest û ramanên Rêber Apo ditirsin lewra tecrîdê giran dikin’

Engîn Ulugana ê ji Wanê ye û li Berlînê dimîne got, mixabin tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin û wiha axivî: “Beriya her tiştî em vê tecrîda dewleta tirk  şermezar dikin. Tecrîd tê wateya bi tenê hiştinê. Veqetandina ji civaka xwe ye. Lê ew tiştekî wiha bikin jî hest û ramanên Reber Apo, paradîgmaya Rêber Apo di nava gel de bi cih bûye. Li gorî hest, raman û paradîgmaya Rêber Apo tevdigere. Helbet ev têrê nake. Em dixwazin Rêberê me azad bibe. Bi wî re hevdîtinan bikin. Em dixwazin der barê wî de agahdar bibin. Îro ne li gorî qanûnên heyî yên Tirkiyeyê, ne ji aliyê exlaqî û ne jî bi awayekî din tecrîdeke bi vî rengî li ser tu girtiyan nehatiye kirin. Ji ber ku ji hest û ramanên Rêber Apo ditirsin tecrîd dikin.”

‘Tecrîd tenê bi berxwedanê dikare bê şikandin’

Engîn Ulugana diyar kir ku bi qasî tê xwestin li dijî polîtîkayên tecrîdê nerazîbûn nehate nîşandan û got ku wê tecrîd bi çalakiyên bênavber û plankirî bê şikandin û ev tişt anî ziman: “Ji bo şikandina vê tecrîdê divê em çi bikin? Di vî warî de divê em rexnedayîna xwe bidin. Me berê jî dît ku dema me bi ruhê berxwedêrî li ber xwe da ev tecrîd hat şikandin. Dema me li ber xwe da ev tecrîd hat şikandin. Grevên birçîbûnê, çalakiyên din, yanî her tim çalakî hebûn û ev tecrîd hat şikandin. Ev tecrîd tenê bi berxwedanê dikare bê şikandin. Îro gelên Ewropa, Bakur, Başûr û Rojava ji bo şikandina vê tecrîdê li ber xwe didin. Lê ev têrê nake. Divê em li zêdetir qadan bin. Ji bo şikandina vê tecrîdê divê em dengê xwe bilindtir bikin û çalakiyên curbecur pêk bînin. Weke gelê kurd divê em û dostên xwe ji bo bidawîkirina vê tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya Rêber Apo bikevin nava tevgerê.”

‘Dewletên cihanê ji analîzên Rêbertî ditirsin’

Zaferê ji Xarpêtê ku li Berlînê dimîne wiha axivî: “Bi vê tecrîdê re em fêhm dikin ku dewleta tirk  çiqasî ji Rêbertî, paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan û ji analîzên ku ew ê bike, ditirse. Ev tecrîd di asteke wisa de ye ku em nikarin li tu derê hiqûqa navneteweyî bi cih bikin. Dewletên din jî çavên xwe ji vê tecrîdê re digirin. Îro Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Sedema ku dewletên cihanê bêdeng dimînin, ji vê rastiyê ye ditirsin.”

‘Pêwîste em barê Rêbertî sivik bikin’

Zafer li ser kêmasiya çalakiyên li dijî polîtîkaya tecrîdê rawestiya û bal kişand ser pêwîstiya çalakiyên bi bandor û encamgir û wiha got: “Eger çalakiyên li dijî tecrîdê hatin kirin bes bûna, me yê tecrîd bişikanda. Çalakiyên heyî têrê nakin. Birêz Abdullah Ocalan hişmendiyeke pir cuda da me. Paradîgmaya wî heye, pergala wî heye. Îro hemû cihan vê yekê nîqaş dike. Bi taybetî derdorên çep-sosyalîst vê di rojeva xwe de dihêlin. Tişta herî girîng ku em bikin ew e em paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan li her qadê zindî bihêlin. Li gorî vê paradîgmayê xebatên avakirinê bimeşînin û civakê li gorî wê bi rêxistin bikin. Heta ku em vê bikin, em dikarin tecrîdê pûç bikin. Wê demê em dikarin tecrîdê bêwate bikin. Di vê çarçoveyê de bangên Rêbertiyê jî hebûn û digot; ‘Hûn barê min girantir dikin’. Bi taybetî jî weke ciwanên kurd û weke civaka kurd pêwîste em barê Rêbertî sivik bikin. Ji bo bêwatekirina tecrîdê divê ev pratîka me ya yekemîn be. Ya duyemîn jî, çalakiyên ku têne kirin di gelek xalan de têr nake. Pêwîst e çalakî hîn berhemdar û domdartir bibe. Pêdivî pê heye ku divê meriv rêbaza vê yekê nîqaş bike. Divê em li ser çalakiyên domdar û encamgir bisekinin. Divê em li gorî vê pêngavekê bidin destpêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar