PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li dijî tecrîdê herî zêde jin têdikoşin

Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan têkildarî çalakiya Leyla Guven axivî û diyar kir ku ji ber di dîrokê de tecrîda yekem li ser jinan hatiye meşandin, herî zêde jin tecrîda li ser Ocalan fêm dikin û ji bo rakirina tecrîdê jî herî zêde jin li ber xwe didin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ev 74 roj in didome. Piştî belavbûna çalakiyan li gelemperiya girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û derve, dewleta tirk ji bo şikandina îradeya çalakgeran destûr da ku birayê Ocalan, Mehmet Ocalan biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne. Lê Guven û çalakgerên din diyar kirin ku bi hevdîtineke 15 deqeyan tecrîd ranabe, dê heta bi temamî rakirinan tecrîda li ser Ocalan çalakiya xwe bidomînin.

Têkildarî çalakiya Guven aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan axivî û diyar kir ku herî baş jin tecrîdê fêm dikin.

Gokkan destnîşan kir ku grevên birçîbûnê neqedyane û wiha got: “Pergala dewletê bi rûreşiyek mezin didome. Mafên herî sereke hewl tê dayîn bi grevên birçîbûnê bên bidestxistin. Demeke dirêj bû bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nedihat kirin. Bi saya ked û têkoşîna Leyla û girtiyan hevdîtin hat kirin. Ev di encama berxwedana jinan de pêk hat. Em li hemberî vê bi rêzdarî serî ditewînin. Tecrîd li ser jin, gel, civak û baweriyan dimeşe. Her wiha tecrîd bi hevdîtina 15 deqeyan ranabe.”

Gokkan da zanîn ku tecrîd bi taybet li ser jinan bi awayekî giran tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Jin di dîrokê de ji aliyê zîhniyeta mêr ve hatin hepskirin û tecrîda yekem li ser jinan hat meşandin. Ji ber vê jî herî baş jin tecrîda li Îmraliyê fêm dikin. Em ê di nav her şert û mercî de têkoşîna xwe bidomînin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar