Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), yekşema borî Kongreya Asayî ya 3’yemîn bi dirûşmeya “Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin” li dar xist. Di kongreyê de Ekîn Yeter û Serhat Çakmak wekî Hevserokên Giştî yên OHD’ê hatin hilbijartin, di kongreyê de îşaret bi şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, têkîldarî peyamên di kongreyê de derketin pêş ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘Parêzerên kurd xwedî kevneşopiyekê ne’
Ekîn Yeter anî ziman ku çendî OHD ne xwedî kevneşopiyeke dûr û dirêj be jî, lê ew parêzerên kurd xwedî kevneşopiyekê ne û wiha got: “Me ji Şevket Epozdemîr û Tahîr Elçî mîraseke hiqûqî girt. Di vê wateyê de ji ber pêwîstiya heyî me di pêvajoya MHD’ê ya 2015’an de dest pê kir, lê ev komele bi biryarnameya di hikmê qanûnê de hat girtin. Di sala 2019’an de me bi OHD’ê berdewam kir. Em weke komele li dijî bêhiqûqiya li gelê kurd û hemû gelên bindest tê kirin têdikoşin. Ji ber ku em li welatekî wiha ne ku em her roj bi bêhiqûqiyên nû re rû bi rû dimînin. Bi taybetî di pêvajoyeke wiha de ku hilbijartineke dîrokî li pêşiya me ye, me kongreya xwe bi beşdariya hemû şaxên xwe li dar xist. Me di dîroka OHD’ê de kongreya herî bi heybet li dar xist. Em vê weke berpirsyariyeke ku di vê pêvajoya dîrokî de em dikarin hesab bipirsin, dinirxînin.”
‘Weke sazî em tecrîda Îmraliyê bi tu awayî qebûl nakin’
Yeter dirûşmeya kongreyê “Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin” bibîr xist û ev tişt gotin: “Em OHD bi salan e têdikoşin. Di vê çarçoveyê de me bi îmzeyên bi sedan hevrêyên xwe serî li Wezareta Dadê da. Me bi îmzeya bi sedan hevrêyên xwe banga bidawîkirina tecrîdê kir. Ji bo azadiya Ocalan me serî li Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê da. Em vê pirsgirêkê wekî pirsgirêka herî bingehîn a hemû parêzvanên mirovahiyê dihesibînin. Dema behsa tecrîdê tê kirin, em vê tecrîdê wekî tecrîdeke ku li Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahiya civakê belav bûye pênase dikin. Bi gotineke din, tecrîda li Îmraliyê hatiye çêkirin pêvajoyek e ku dem bi dem tê dirêjkirin û ji sala 2019’an û vir ve di asta herî jor de tê pêkanîn. Aşkere ye ku cihê vê tecrîdê di Destûra Bingehîn, Qanûna Îdamê û peymanên navneteweyî de yên îmzeya Tirkiyeyê jî li bin wan heye, nîn e. Aşkere ye ku azadiya ragihandinê, hevdîtina bi malbatê an jî bi parêzeran re û mafê nameşandinê divê neyên binpêkirin. Pênaseya qanûnê çi dibe bila bibe, ji bo hemû cezayên dîsîplînê yan jî pirsgirêkên ragihandinê. Ev bi tevahî îşkence ye. Yanî ji bilî nirxandina vê qanûnê, guherandina qanûnê li gorî girêdana siyasetê nêzîkatiyek e ku bi giştî dibe sedema îşkenceyê. Weke sazî em vê bi tu awayî qebûl nakin.”
‘Tecrîd rojeva me ya sereke ye’
Yeter destnîşan kir ku daxwaza wan ya ji bo rakirina tecrîdê daxwazeke hiqûqî û mafdar e û got ku ev daxwaz ne tenê ya wan ya tevahiya civakê ye. Yeter wiha domand: “Tecrîd rojeva me ya sereke ye. Em rakirina tecrîdê ji bo bidawîkirina van pirsgirêkan wekî pêdiviyeke bivênevê dibînin. Ji bo em ji krîz û kaosa ku em tê de ne xilas bibin, rakirina tecrîdê weke pêwîstiyekê dibînin. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan bi nêrîn, nirxandin û pêşniyazên xwe dikare van pirsgirêkan çareser bike. Lewma ev tecrîda li ser wî tê ferzkirin, bi rastî jî sedema herî bingehîn a kûrkirina vê krîzê ye. Di vê xalê de ez careke din diyar dikim ku ev daxwazeke rewa û hiqûqî ye. Ji bo em karibin ji vê rewşê derkevin, beriya her tiştî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Di vî warî de me di kongreya xwe de careke din ev peyam bi awayekî zelal aşkere kir. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘CPT û welatên Ewropayê durû tevdigerin’
Yeter bilêv kir ku welatên Ewropayê mijarên wekî pozîsyona jeopolîtîk a Tirkiyeyê û penaberan di qada hiqûqa navneteweyî de kirine mijara bazarkirinê û got: “Bi vî awayî Tirkiye bi berdewamî vî karta penaberan bi kar tîne. Ji ber vê jî mekanîzmayên navneteweyî nikarin mudaixleyî mekanîzmaya hundirîn a Tirkiyeyê bikin. Nêzîkatiya dawî ya CPT ji bo vê mînak e. CPT, di raporên xwe yên berê de pergala tecrîdê ya li Îmraliyê wekî îşkence nirxandiye. Lê niha der barê Îmraliyê de tu daxuyaniyan belav nake. Ev jî dide der ku bi beyana xwe di nava nakokiyan de ye. Li holê rewşeke ku wekî îşkenceyê tê binavkirin heye. Îşkence niha jî didome. Yanî em wiha dinirxînin ku ew çavê xwe ji îşkencê re digirin. Ne pêkan e ku mirov van helwestên wê qebûl bike. Û ev dijî gelek xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.”
Yeter destnîşan kir ku tecrîd veguheriye pergaleke îzolasyonê û got: “Birêz Abdullah Ocalan bi fikrên xwe, li cem gelê kurd û gelên bindest beranberiyeke wî heye. Qedexeya di navbera wî û civakê de, dike ku faşîzm xurt bibe. Desthilata siyasî jî vê rêbazê ji bo xurtkirina xwe wekî firsendekê dibîne.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
Yeter serlêdanên parêzeran a li Wezareta Dadê yên ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin bibîr xistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedema nebersivandina serlêdanan, a rast ji ber ku bersiveke wan tune ye. Gava pirsgirêkên wekî gihaniyê an jî cezayên dîsîplînê binivîsin, dê zanibin kes ji van bawer nake. Haya parêzerên Ocalan jî ji cezayên li Ocalan tên birîn tune ye. Bi vî awayî mafê wî yê parastinê tê binpêkirin. Mafê darizandina adil û mafê agahîwergirtinê yê saziyan tê binpêkirin. Şaxên me di ser baroyan re serî li Wezareta Dadê dan. Baro jî tevgeriyan û serî li Yekîtiya Baroyan û Wezareta Dadê dan. Lê hê jî bersivek nehatiye dayîn. Em ê bi koordînasyona xwe ya ku me ji bo şikandina tecrîdê ew ava kiriye, vê mijarê nîqaş bikin û hem di warê herêmî hem jî di warê navneteweyî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”