Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li dijî tecrîdê meş û çalakî hatin lidarxistin

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, HDP û DBP’ê li Êlih, Stenbol û Wanê çalakî li dar xistin. Polîsan li Êlihê êrîşî çalakvanan kir û namzetê hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr binçav kir. Li Amedê heyeta ku xwest biçe girtîgehê hat astengkirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Êlih û Wanê ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, meş li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya HDP û DBP’ê li Êlihê bi tevlêbûna hevseroka HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik, hevserokê DBP’ê ya Êlihê Şukru Tapkan, namzetên hevşaredariya Êlihê yên HDP’ê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr, endam û rêveberên HDP’ê meşek hat lidarxistin. Meş li ber avahiya HDP’ê ya li Dortyolê, bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ dest pê kir. Polîsan xwe li çalakiyê ranegirt û êrîşî çalakvanan kir.

Hat zanîn ku di êrîşê de polîsên ku çekên lûledirêj di destê wan de bûn, namzetê hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr binçav kirin.  Piştî mudaxeleyê girse derbasî avahiya HDP’ê ya Êlihê bû.

Li Wanê meş hat lidarxistin

Di heman demê de HDP û DBP’ê li Wanê jî bi tevlêbûna endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên bajar û gelek welatiyan, meşek li dar xist û ev tişt hatin gotin: “Berxwedana Leyla Guven û zindanan li derve deng vedide. Gelê kurd li Wanê derket qadan û piştgirî da vê berxwedana bi rûmet. Tu kes nikare pêşî li hêza daxwaza azadiyê û berxwedanê bigire. Her bijî berxwedana gelê me.”

Leyla Guven mafdar e

Înîsiyatîfa Girtîgehan a Grevên Birçîbûne jî têkildarî çalakiya Leyla Guven û girtiyan li bar avahiya DBP’ê ya Esenler a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Leyla Guven mafdar e û divê tecrîd bê rakirin’ hat vekirin. Daxuyanî ji hêla ji rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan ên Marmarayê Ferhat Yildiz ve hate xwendin. Yildiz got ku şer li ber derî û aştî jî di rakirina tecrîdê de ye û wiha domand: “Tecrîd sûcekî mirovî ye û tecrîda girankirî ya liser Ocalan, heta niha li tu devereke cîhanê nehatiye dîtin. Sûcekî ewqas mezin e ku di hiqûqan de nehatiye dîtin. Em bang li qada navneteweyî dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin û bang li hemû derdoran dikin ku xwedî li hiqûqa mirovahiyê derkevin.”

Yildiz got ku ji bo ku di çalakiya greva birçîbûnê de mirin çênebin, divê di serî de vîtamîna B1, piştgiriya tenduristiyê bi girtiyan re bê kirin, bi rêk û pêk bên muayenekirin û raporên wan bi raya giştî re bên parvekirin.

Destûr nedan heyetê

Heyeteke ji Ewropayê ku ji parlamentera Siin Feînê Martîna Anderson û şêwirmendê wê Collette Mcallister, parêzerê îtalyan Simonetta Rosella Benadetta, parêzvanê mafên mirofan ê îrlandî Wendy Lyon, endamê Partiya Karkeran a Îngilistanê Julia Ward û hiqûqnasê mafê mirovan ê ji Îngilistanê Margaret Owen pêk dihat, ji bo çend hevdîtinan hatin HDP’a Amedê. Piştî hevdîtinê, heyetê tevî parlamenterên HDP’ê yên Amedê Mûsa Farisogulları, Dersim Dag, Remziye Tosun û Saliha Aydenîz li wesayîtan siwar bûn û ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve çûn. Lê cihekî nêzî girtîgehê, heyet ji wesayîtên xwe peya bû û xwestin biçin ber deriyê girtîgehê. Lê polîsan destûr neda û heyet ji bo daxuyaniyê careke din vegeriya avahiya HDP’a Amedê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar