Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê’

Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê paya hevpar a pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û wiha got: “Li dijî netewdewletê têkoşîna neteweya demokratîk divê.”

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî tecrîda li Îmraliyê û projeya neteweya demokratîk nirxand.

Temellî anî ziman ku hem Tirkiye hem jî raya giştî ya navneteweyî ji bo vê guhnedêr e. Temellî destnîşan kir ku tecrîd bandoreke xirab li jiyana civakî, siyaset û mafên mirovan dike û wiha got: “Heger tecrîd tunebûya, wê pêvajoya çareseriyê ber bi ku ve biçûna? Ma wê ev kabûsa siyasî dewam hebûna? Ma yê tiştên li Sûriyeyê diqewimin, ma yê ew bêedaletî di vê astê de bûna? Ma yê pirsgirêka kurd rastî neçareseriyeke wiha bihata? Gava em van hemûyan bînin cem hev du, dê bê dîtin ku paya wan a hevpar tecrîd e. Ji lewra tezên ku Ocalan derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd û jiyana hevpar û demokratîk de danîne holê hemû ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.”

Temellî da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hebandiye û wiha domand : “Tecrîd êdî tevahiya Tirkiyeyê, tevahiya herêmê ber bi xwe ve dikişîne. Cografyayê tecrîd dike. Bêhiqûqîtî, bêperwatî, zext, zorî, zilm û tahde berbelav dibin.”

Çalakiyên grevên birçîbûnê

Parlementerê HDP’î Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî û ev tişt anî ziman: “Di warê tecrîdê de derdora herî hesas girtîgeh in. Lê belê li ber vê refleksa guhdêr, divê em guhnedêriya civakê jî binirxînin. Girtî bi israra destnîşan dikin ku divê tecrîd bê şikandin. A rast bi vê mudaxileyeke pir girîng li siyasetê dikin. Lê belê diviyabû ku ev bar li ser milê girtiyan nehata barkirin. Diviyabû tevahiya derdorên civakê ev bar hilgirtana.”

Edalet û tecrîd

Temellî destnîşan kir ku sedema ku li Tirkiyeyê rejîma awarte û otorîterbûnê zêde bûye jî, tecrîda li ser Ocalan e û got ku liberrabûna tahdeyê û têkoşîna ji bo edaletê bi hevrûbûna bi tecrîdê re pêkan e. û wiha domand: “Heger hûn li ber tecrîdê ranebin, ne pêkan e ku hûn karibin ji bo edaletê têbikoşin.”

Li dijî netew-dewletê neteweya demokratik

Di axaftina xwe de Temellî destnîşan kir ku divê kesên bindest û mexdûr li dijî hegemonyaya îktîdarê bên cem hev du û li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê û wiha pêde çû: “Nexasim jî li dijî tu tiştan dewlemendkirina qadên têkoşînê divê. Yek; beriya her tiştî divê têkoşîna antîkapîtalîst bê diyarkirin. Dudo; li dijî netewdewletê têkoşîna ji bo neteweya demokratîk. Ji lewra heger têkoşîna van her du meseleyan bigihên hev, dê pirsgirêk hel bibin.”

‘Dewlet bi civakê re şer dike’

Her wiha Temellî diyar kir ku îro roj dewlet bi teahiya civaka Tirkiyeyê re şer dike û veguheriye mekanîzmayeke tahdeyê ya dijwar û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet, navenda tahdeyê ye. Lê çendî ku monopol be jî, ev nayê wateya ku dê bi awayekî aşkera tahdeyê bike. Tişta ku Ocalan îşaret pê dike jî ev e. Em pêvajoya çareseriyê bînin bîra xwe. A rast gava Ocalan dewletê vexwand rasyonalîteyê, bi vê xwest rastiya civakî bê aşkerakirin da ku pirsgirêka kurd baş bê çareserkirin. Lê me dît ku dewletê jî bi israr ev yek qebûl nekir û wî halê xwe yê îrrasyonel domand.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar