Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma ‘Destpêkê Edalet’ kampanya da destpêkirin. Jinên siyasetmedar, kampanyaya ku ji pirsgirêkên weke ya kurd, tecrîd, bêhiqûqî û bêkariyê re pêşniyarên çareseriyê di nava xwe de dihewîne, nirxandin.
Hevseroka Partiya Sosyalîst a Avakirina Jinûve (SYKP) Canan Yuce diyar kir ku hewldana AKP-MHP’ê ya bêdengkirina muxalefetê didome û derbarê peyama kampanyaya HDP’ê de wiha got: “Kampanyaya ‘destpêkê edalet’ ku di demeke wiha de dest pê kiriye, ji her beşên civakî re peyama ‘bi hev re, xelasî di destê me de ye’ dide. Bi şertên pandemiyê qeyran jî kûr bû û zextên li ser kedkaran zêde bûn. Em di ferqa zextên li ser Bogazîçiyê de jî ne. Van hefteyên dawiyê nêzî 600 binçavkirin çêbûn. Gelek hevalên me mehkûmî hefsa malê hatin kirin. Li dijî van hemû tiştan esas peyama kampanyayê bû ‘bi hev re heqê bloka desthilatê derkevin’.”
Li dijî tecrîdê têkoşîna bi hev re
Yuce, qala çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin kir û ev tişt anî ziman: “Me jinan her tim ev tişt got; em hemû di bin tecrîdê de ne. Li derve an li hundir zêde ferq nake. Bi rêyên cuda dixwazin hemû beşên civakê di bin tecrîdê de bigirin. Bi şertên pandemiyê zextên li girtîgehan jî zêde bûn. Hevalên me di şertên nemirovî de têdikoşin. Lingekî têkoşîna demokrasiyê jî şertên sererastkirina şertên girtîgehan in, tê wateya ku polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin. Em nikarin têkoşîna li dijî tecrîdê, ji têkoşîna qadên civakî serbixwe bigirin. Têkoşîneke bi hev re şert e. Ji ber vê yekê di kampanyayê de şertên girtîgehê û polîtîkayên tecrîdê jî hene. Li hemberî vê yekê hemû civak çawa ji bo mafên karkeran, jinan û ekolojî têdikoşin, em hemû civakê vedixwînin ku li dijî polîtîkayên tecrîdê jî têbikoşin.”
Lêgerîna civakê ya edaletê
Berdevka Partiya Azadî ya Civakî (TOP) Hatîce Goz da zanîn ku hemû civak ‘edaletê’ qîr dike û ev tişt anî ziman: “Lêgerîna beşên civakê yên cuda ya edaletê heye. Bi pandemiyê ev pirsgirêk zêdetir bûn. Lêgerîna edaletê kûrtir bû. Herî dawî me di berxwedana Bogazîçiyê de ev yek dît, ji wir jî belavê hemû Tirkiyeyê bû. Daxwaza edaletê ya kampayaya HDP’ê, xaleke girîng e ku ji aliyê hemû beşên Tirkiyeyê ve lê xwedî bê derketin. Em difikirin ku hem wê bibe çavkaniya coş û motivasyonê hem jî wê her kesên ku daxwaza edaletê tînin ziman têxe nava xwe. Edalet, ji jinan heta karkeran, ciwanan û zarokan daxwaza herkesê ye.”
‘Em deng bidin girtîgehan’
Goz xwest ku ji bêhiqûqiyên li girtîgehan pêk tên re deng bê derxistin û wiha domand: “Îro gelek kes ji gelek sedemên cuda tên girtin. Heke rêyeke derketinê hebe divê bi hev re hebe. Ev yek wê bi dengdayîna çalakiyên li girtîgehan didomin û ji wir edaletê xwestinê re dê çêbibe. Sînorekî vê yekê nîne. Me dît ku tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê ku me dengê xwe jê re dernexist, xwe li Bogazîçiyê careke din nîşan da. Îro li wir e roja paştir diçe cihekî din. Bêhiqûqî li her derê belav dibe. Divê têkoşîn jî bi heman awayî belavî her derê bibe, xurtbûna vê daxwazê girîng e.”
Hevdîtina edaletê girîng e
Cîgira Serokê Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî destnîşan kir ku hevdîtina edaletê ya HDP’ê girîng e û wiha axivî: “Ev desthilatî bi zext, qedexe û hemû pêkanînên tundiyê dixwaze pergaleke faşîst a paşverû ava bike. Mudaxaleya wê ya Bogazîçiyê, zextên ser HDP’ê, daxuyaniyên provakatîf ên derbarê karker û kedkaran û daxuyaniyên provakatîf encama van êrîşên desthilatê ne.”
Gurkan qala girîngiya yekitî û têkoşîna hevpar a beşên civakî kir û ev tişt anî ziman: “Ji aliyekî li Bogazîçiyê lêgerîna ciwanan a azadî û demokrasiyê ku bû remz, dîsa berxwedanên karkeran ên lêgerîna maf nîşan didin, berxwedanên girîng in. Tevgera jinan bîat nekir û peyamên girîng didin. Dîsa beşên civakê yên demokrasî û azadiyê dixwazin û beşên siyasî ji zextên desthilatiyê re stûxwar nekir. Ji ber wê yekê tişta vê rewşê bide sekinandin di têkoşînê de biryardarî, li gel hevbûyîn û parastina mafên demokratîk û azadiyên siyasî ye.”
Çalakiya greva birçîbûnê
Her wiha Gurkan diyar kir ku êrîşeke desthilatê jî li dijî girtîgehan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qîma xwe bi girtin, neheqî û bêhiqûqê jî naînin. Dixwaze kesên girtine serî bi wan bidin tewandin. Ji ber wê yekê têkoşîna demokrasî û azadiyê wê bibe wesileya ku girtî jî bêhnê bistînin. Em ji ber vê yekê difikirin ku xwedî derketina têkoşîna demokrasiyê girîng e.” ENQERE