PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li dijî tecrîdê tevna têkoşînê ya kolektîf divê

Parêzer Serhat Eren têkildarî tecrîda li ser Ocalan axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bilî kurdan ên ku li ber vê neheqiyê û bêhiqûqiyê ranebûn, ji wan hebû ku ev rewş wê tenê li Îmraliyê bimîne, lê xwe xapandin. Tecrîd îro li tevahiya welêt belav bûye.”

Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parêzer Serhat Eren derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora vê yekê ya li ser civakê axivî.

Parêzer Eren bi bîr xist ku tecrîda li ser Ocalan 21 sal in dewam dike û diyar kir ku ji sala 2015’an dema ku AKP’ê dawî li ‘pêvajoya çareseriyê’ anî û biryara şer da, tecrîd bêhtir hatiye girankirin.

Tecrîdê bandora li her derê kiriye

Eren bal kişand ser aliyên civakî, hiqûqî, siyasî û aborî yên tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Piştî ku hikûmetê hem li hundir hem jî li derve biryara şer da, bivê nevê çavkaniyên welêt ji bo aboriya şer bi kar anî. Lewma xizanî û bêkarî jî zêde bû. Malbateke ku berê li gundekî Anatoliyê çend kîlo goşt dikarî bû peyda bikira, piştî konsepta şer êdî nekarî goşt peyda bike. Bi zêdebûna rêjeya bêkarî û xizaniyê re welê li mirovan hat ku êdî nanê tisî jî bi destê wan neket. Lewma pêwendiyeke bi vî rengî ya tecrîd û xizanî û bêkariyê bi hev re heye.”

Tecrîd û neheqî

Parêzer Eren diyar kir ku tecrîdê di heman demê de bêhiqûqî, neheqî ye û yên ku vê yekê dikin jî qanûnên xwe binpê dikin û wiha domand: “Ji bo tecrîdê diomînin pîvanên bingehîn ên hiqûqê binpê dikin. Hikûmetê ev yek kir. Piştî ku dest bi kûrkirina tecrîdê kir, li ser Îmraliyê dest bi avakirina pêvajoyeke neheqiyê kir. Ji ber vê yekê hincetên astengkirina hevdîtinên Birêz Ocalan ên bi parêzeran re li tu hiqûq, destûra bingehîn û hiqûqa navneteweyî nayê. Hevdîtina parêzeran bi muwekîlê xwe re bi tu awayî nabe bê astengkirin. Hevdîtina bi malbata Birêz Ocalan re hat astengkirin. Em dibînin ku ev yek li dijî qanûnên wan bi xwe ye. Ev neheqî piştî demekê veguherî pîvanekê. Ji ber ku beşeke mezin a civakê li ber vê ranebû, hikûmet gihîşt wê baweriyê ku neheqiya li Îmraliyê ava kiriye dikare dewam bike. Ji bilî kurdan ên ku li ber vê neheqiyê û bêhiqûqiyê ranebûn, ji wan hebû ku ev rewş wê tenê li Îmraliyê bimîne, lê xwe xapandin. Tecrîd îro li tevahiya welêt belav bûye.”

Bêhiqûqî veguherî qanûnên asayî

Di axaftina xwe de Eren destnîşan kir ku dewleta tirk xwe dispêre tecrîda li Îmraliyê, lewma temamiya Kurdistan û Tirkiyeyê bi vê bêhiqûqiyê bi rê ve dibe, yên ku li pêşberî vê bêdeng dimînin jî gava ku dema xwe dibe mexdûrê vê rewşê û ev nirxandin kir: “Ji partiyên siyasî heta rêxistinên civakî û hiqûqî yên li pêşberî vê neheqiyê bêdeng man, piştî demekê dîtin ku ev bêhiqûqî û neheqî li wan jî tê kirin. Lê belê êdî ketin nava pêvajoyekê ku nîşandana nerazîbûnê jî zehmet e. Mînak, partiya muxalefeta bingehîn CHP’ê bi hêsanî weke ‘terorîst’ îlan dikin. Yanî azadiya îfade û rêxistinbûnê bi temamî ji holê rabû. Ne tenê kurd, çend karkerên ji febrîqeyê tên avêtin jî nikarin li hev kom bibin û daxwaza mafên xwe bikin. Ev zext û bêhiqûqî ji ber rejîmê ye. Qanûnên ku hiqûqê red dikin êdî veguherîne qanûnên asayî.”

‘Tecrîd tenê ne li Îmraliyê ye’

Parêzer Eren diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser kurdan, yan jî li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan bi sînor e û wiha pêde çû: “”Em dibînin ku encama tecrîdê bisînor nîne. Lewma rabûna li ber tecrîdê ji aliyê pîvanî ve xwedîderketina li hiqûqê û mafên mirovan e. Eger hûn li ber tecrîda li Îmraliyê ranebin hingî civak bi temamî tê tecrîdkirin. Niha zext û zordarî li mafên mirovan û hiqûqê tê kirin. Lewma ne tenê kurd, divê temamiya civakê bi rengekî pîvanî li ber tecrîda li Îmraliyê rabe. Di rewşeke berevajî de, desthilatdariya ku dibîne bêhiqûqî bi kêrî wê tê, wê vê yekê hîn berfirehtir bike. Mînak; hewldana vê desthilatdariyê ya ji bo krîmînalîzekirina HDP’ê pêwendiya xwe bi polîtîkaya tecrîdê heye. Birêz Ocalan afirînerê fikrê HDP’ê ye. Her wiha êrîşên li ser KCD’ê jî pêwendiya xwe yekser bi tecrîdê heye.”

Tevna têkoşînê ya kolektîf

Her wiha parêzer Eren bêdengiya rêxistinên civakî û baroyan a li pêşberî polîtîkaya tecrîdê rexne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku helwest li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan nîşan nedan, bûn hedefa rejîma otorîter a desthilatdariyê. Jixwe li meclisê tê nîqaşkirin ku karibin qeyûman deynin ser saziyên civakî yên sivîl. Yên ku li ber bêhiqûqiya navneteweyî ya li Îmraliyê helwestê nîşan nadin jî îro karên wan tê qedexekirin. Eger li cihekî neheqî hebe û tu li ber wê bêdeng bî, hingî ew neheqî wê rojekê li te bê kirin. Ji ber vê yekê divê mirov bi hev re li ber bêhiqûqî û neheqiyê rabin. Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên hiqûqî yê li welêt divê karibin tevneke têkoşînê ya kolektîf ava bikin.” AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar