Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Li dijî terorîzma Erdogan dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk’

Çavdêrên siyasî û rojnamevanên Kerkûkê balê dikêşînin ser bernameya siyaseta Erdogan ya li dijî gelê kurd û gotin:"Ji bo ku em gelê kurd tune nebîn, pêwîste bi aweyek bê eman li dijî Erdogan û hemû dijminên gelê kurd bi şev û roj tebikoşîn û deng bidin partiya xwe Partiya Çepên Kesk.”

Li başûrê Kurdistanê gel girîngiyek mezin dide hilbijartinên parlemento û serokomariyê yên Tirkiyeyê û çavê wan li ser vê hilbijartinê ye ku hêviya wan ewe Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de serbikeve. Serkeftina Partiya Çepên Kesk wê bibe bingehê destpêkirina aşitî û kurd wê rêya gihiştina mafên xwe yên rewa ji bo kurdan guncawtir hebe. Jiber vê jî çavdêrên siyasî, rewşenbîr, rojnamevan, akademisyen li başûrê Kurdistanê bi girîngî çavdêriya hilbijartinên Tirkiyeyê dikin. Lewra beşek ji van pîşeyan serkeftina Partiya Çepên Kesk weke serkeftina gelê kurd ya li dijî dagirkerî, zext û faşîzma Erdogan digirin dest. Çalakvan û çavdêrên siyasî yên Kerkûkê derbarê girîngiya hilbijartinê de axivîn.

Çalakvan û çavdêrê siyasî Hîwa Hesen dibêje: “Rewşa bakûrê Kurdistanê ji rewşa parçeyên din yên Kurdistanê cûdaye. Jiber ku Erdogan dixwaze li Tirkiyeyê, her çar parçeyên Kurdistan û bi taybet li bakûrê Kurdistanê gelê kurd bi awayek giştî tune bike. Ji bo wê jî hilbijartinên vê carê ji bo gelê kurd gelek girîngin. Divê çarçoveyê de ez bang li kurdên bakûrê Kurdistanê dikim ku deng bidin nûnerên xwe, parêzvanên hebûna çand, ziman û hebûna netewa kurd û partiya xwe Partiya Çepên Kesk.”

Hîwa Hesen girîngî û hesasyeta dîroka hilbijartinên Tirkyeyê ji bo gelê Kurd bi van gotinan dewam kir: “Hilbijartinên Tirkiyeyê ne weke hilbijartinên welatên pêşkeftiye ku her kesek wê deng bide partiya xwe ya sîstemê. Pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê ketiye rewşa man û nemana gelekê. Ji bo wê jî deng dayîna nûnerên Partiya Çepên Kesk, deng dayîna rûxandina siyaseta ku dixwaze gelê kurd bi awayek topyekûn di qirkirinê re derbaz bike.”

Çavdêrî Siyasî Hîwa Hesen têkildarî kiryar, êrîş û terorîzma Erdogan ya li rojavayê Kurdistanê ku rojane dike wiha got: “Em dibînîn Erdogan rojane li rojavayê Kurdistanê çi dike. Dibînîn ku li her çar parçeyên Kurdistanê çi dike. Bi balafirên xwe yên bê mirov rojane hemû deveran bombebaran dike. Lewra dubare dibêjim dengdayîna gelê kurd ji partî û namzetên xwe re deng dayîna ruxandina rejîma faşîst ya Erdogan’e.”

Ji rewşênbîrên bajarê Kerkûkê Ferhat Kerkûkî jî balkêşa ser aliyên siyasî yên kurd yên ku piştgiriya Partiya Çepên Kesk nake û bang li wan dike ku divê ew di vê hilbijartinê de dijayetiya doza gelê kurd nekin, dawî li piştgirîkirina Erdogan bînin û vê carê bêyî dudilî dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Di dewama axaftina xwe de wiha dibêje: “Hinek aliyên kurd hene li Herêma Kurdistanê li şûna ku xebat û têkoşînê ji bo gelê kurd û Kurdistanê bikin, piştgiriya dîktatorê herî mezin yên serdema me dike ku ew jî Erdogan’e. Lê mixabin di medyaya xwe de jî ev aliyane ji bo serkeftina dîktator Erdogan propagandaya hilbijartinê dikin.”

Ferhat Kerkûkî di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Çavê me hemûyan li ser Partiya Çepên Keske ku dixwaze bi rêyên demokratîk û hilbijartinê gelê kurd ber bi pêş ve bibe. Erdogan dijminatî, xirabî û hovitiyek ku dijî gelê kurd û hebûna wî nekiriye, nemaye. Lewra ji bo ku em gelê kurd tune nebîn, pêwîste bi aweyek bê eman li dijî Erdogan û hemû dijminên gelê kurd bi şev û roj tebikoşîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar