Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

 Li dijî trawmayê komên xwe alikariyê

Hefteyek berê ji bo keşanên bernamê min perwerdeyek li ser trawmayê şopand. Trawma çi ye? Trawma bi mirovan çi dike? Ji ber çi çêdibe? Kesen ku trawma dijîn dikarin xwe jê çawa xelas bikin? Gelek pirs û bersivên wiha hebûn di vê perwerdehiyê de.

Perwerdeyek gelek balkêş bû. Him di aliyê cîhê ku perwerde lê çêbû. Him jî ji aliyê perwerdekar de him jî di aliyê beşdarvanan de.

Ev perwerde wek beşek ji projeya Nûjine û ji aliyê Saziya Utamara û Sîwana Meclisên Jinên Êzdî ve tê organîze kirin.

Nûjin ango jiyana nû, projeyeke ku ji bo jinên ji ber şer û zulmê bûne penaber an jî rastê tundî, êrîşên zayendî hatine, bibe bersiv hatiye damezrandin.

Ne tenê jinên bi xwe rastê wan êrîşan hatine tev li wan perwerdehiya dibin. Di heman demê de gelek jinên ku di beşen civakî de kar dikin an jî aktîvîst in û mereqa wan di wî warî de heye tev li van perwerdehiya dibin. Beşdarvan dûvre bi xwe “komên xwe alikariyê“ avakirin metodên ku di perwerdê de hîn dibin, hînê jinên din, kesen din dikin.

Belê ka em werin mijara trawmayê. Trawma çi ye? Bûyerên trawmatîk ên herî gelemperî tê zanîn şer e.  Dîsa îstîsmara zayendî, nexweşiyên giran,  mirina ji nişka ve dikarin bibin sedema trawmayê. Bûyerên trawmatîk dikarin bi destên mirovan rû bidin, lê karesatên xwezayî wek erdhej, lehî, qeza jî dibin sedema trawmayan.

Ji bilî vê dibe ku bûyerên trawmatîk xwe dubare jî bikin. Îstîsmara zarokan û serpêhatiyên cuda dikarin mînakên vê yên din bin. Rewşên wiha dikarin bandorên neyînî yên demdirêj li ser mirov bikin.

Ji bo ku bûyerek wek bûyereke trawmatîk bê gotin, ji nişka ve pêş dikeve. Minak ew bûyereke ku hestên tirs, fikar û bêçaretiyê di mirov de derdixîne holê. Ji bilî vê, ev yek jiyana mirov, psîkolojîk û fîzîkî tehdît dike.

Dibe ku bûyer her gav ji hêla mirov bixwe ve neyê ceribandin. Bûyera trawmatîk di heman demê de dibe ku bûyerek ku ji hêla derdorên nêzîk ve hatibe ceribandin an jî tenê şahidî kiri be.

Em dikarin bêjin em civakek xwedî gelek trawma ne. Me bi xwe wan trawmayan jiyan nekiribe jî ji  ber malbatên me jiyan kirine derbasê me jî dibin.

Bûyerek trawmatîk dibe ku li ser her kesî heman bandore jî neke. Asta ku meriv ji ber bûyerek bandor bibe bi têgihiştin, bawerî û serpihatiyan ve girêdayi ye.

Lê pê ku em ji trawmayan xelas bibin an jî wan trawmayan derbasî nifşên li duh xwe nekin dive em li ser wan trawmayên xwe biskinin û xwe jê xelas bikin.

Terapîstên trawmayê dibên, heger trawmayên we hebin an jî bûyerek wisa hatibe jiyan kirin. Dibê hûn di destpêkê de bûyera we jiyaye qebûl bikin. Dûvre bi awayê wek nefes standinê, hereketan, werzîşê bi axaftinê, xwe ji vê rewşê xelas bikin.

Dîsa „komên xwe alikariyê“ gelek dibin alikar. Di wan koman de jinên bi xwe an jî derbora wan trawma jiyan kirine behsa tecrûbeyên xwe dikin û xwe tenê hîs nakin.

Heger ev hemû nebûn, dibê meriv alikariya profesyonel bistîne, serî li sazî  an jî  terapîstan bide pê ku metodên cuda bibîne ku ji trawmayên xwe xelas bibe.

Nûçeyên Têkildar