Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî tundiya dewlet û mêran çalakiyên jinan

Jin li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî tundiya dewletê û mêran li qadan bûn

Navenda Nûçeyan |

Jin li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Dijî Tundiya li ser Jinan derketin qadan.

Di çalakiyan de peyama geşkirina berxwedanê hat dayîn.

Êlih

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Êlihê meşek kir.

Dema meşê pankarta bi nivîsa ‘Li dijî şer, tundî û hejariyê dema azadiya jinan e’ hat vekirin. Gelek jin tev li meşê bûn.

Mêrdîn

Li Mêrdînê jî bi pêşengiya TJA  û HDP meşek hat kirin.

Jin çûn gundê Xirbêmirîşka girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdîn Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başran û parlamentera Mêrdînê Pero Dundar jî hazir bûn.

Şirnex

Li Şirnexê li navçeya Silopya jî bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê li Kuçeya Hunerê daxuyanî hat dayîn. Li daxuyaniyê gelek kes hazir bûn.

Wekîla Şirnexê ya HDP’ê Nûran Îmîr diyar kir ku AKP-MHP’ê dixwazin hişmendiya zilamserwer ava bikin û peymana berxwedanê da.

Riha

Platroma Jinan a Rihayê li Meydana Topçû ya navçeya Haliliyê daxuyanî dan.

Wekîla HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surcu diyar kir ku yê komkujiya jinan dikin ji desthilatê hêzê destînin.

Her wiha Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî daxuyanî da û wiha got: “Heta ku dawî li komkujî û tundiya li ser jinan were têkoşîna me dê bidome.”

Semsûr

Platforma Jinan a Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew dev ji têkoşîna wekhev û azadiyê bernadin û dê raperîna xwe geş bikin.

Stenbol

Şaxa Aksarayê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê daxuyanî da. Jinan pankarta bi nivîsa ‘Em dev ji ma û jiyan, têkoşîna wekhevî û azadiyê naqerin’ vekirin û gotin ku jin bi hev re xurt in.

Enqere

Komîsyona Jinan a Komeyala  Mafê Mirovan (ÎHD) jî ji bo rojê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: “Em betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin, em serê xwe li ber wan natewînin ku dest li ser destkeftiyên me datînin.”

Edene

Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD’ê li avahiya komelya xwe daxuyanî da. Li daxuyaniyê gelek jin hazir bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di navbera çileya 2021’an û 25’ê Mijdara 2021’an de li Edene 8 jin hatin kuştin, 438  jin rastî tundiyê hatin, heqeret li 2 hezar û 750 jinan hat kirin, 38 jin rastî êrîşa zayendî hat û 5 jin jî rastî tecawizê hatin.

Hatay

Li Hatayê jî Platforma Jinan a Skenderûnê ji bo 25’ê Mijdarê li ‘Bît Bazari’ daxuyanî da. Jinan li ber muzîkê govend gerandin, bi dirûşmeyan gotin ‘Jin jiyan azadî’ .

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em jin bi ruhê têkoşînê ya 25’ê Mijdarê em careke din radigihînin ku serê xwe li ber tundî, kedxwarî, serweriya mêran natewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar