Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li dijî tundiya li ser jinan hemleya demdirêj

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe, di 16’ê adarê de li dijî tundiya li ser jinan hemleyek demdirêj da destpêkirin. Derbarê mijarê de endama Rêveberiya Rêxistina Sara Necah Husên axivî û diyar kir ku ew li her qadê jiyanê li dijî tundiyê têdikoşin û ji bo bidawî bûna tundiyê semîneran li dar dixin

Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, di 16’ê Adarê de li dijî tundiya li ser jinê û civakê hemleya ‘Jin Jiyan e, Jinê Nekujin’ da destpêkirin û dê hemle heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan bidome.

Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê Necah Husên axivî. Husên diyar kir ku ew li her qadê li dijî tundiya li ser jinan têdikoşin û wiha got: “Berî ku em hemleyê dest pê bikin me gelek semînerên hişiyarkirinê didan lê belê tevî wê gelek jin rastî şîdetê dihatin, loma me dest bi hemleyek dem demdirêj kir. Armanca me ji hemleyê jî ew e ku em jin û mêr bi hev re perwerde bikin û civakek ku tundiyê nake ava bikin.”

Li her derê semîner tên dayîn

Di axaftina xe de Husên da zanîn ku hemleya wan bi dirûşma ‘Jin Jiyan e, Jinê Nekujin’ di 16’ê adarê de dest pê kiriye û dê heta 25’ê Mijdarê bidome û wiha domand: “Her meh mijara semînerên me cuda dibe, herî zêde me di aliyê semîneran de girîngî da gundan. Semînerên me li gund, bajarok, navçe û bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi tevlibûna bi sedan jin û mêran pêk tê. Her wiha li herêmên nû hatine rizgar kirin û kampên koçberan bi giştî semîner tên dayîn. Armanca me parastina mafê jinê û hemû civakê ye.”

Divê civak li dijî tundiyê bisekine

Her wiha Husên axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemleya me didome, hêviya me ew e ku em karibin civakek wekhev û azad û bê şîdet ava bikin, mafê jinan biparêzin. Em wek Rêxistina Sara têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê û parastina mafê jinê û civakê didomînin. Divê civak jî alîkariya me bike û em bi hev re li dijî tundiyê bisekinin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar