Li Taxa Bahçelerustu ya Navçeya Mamakê ya Enqereyê kalê 80 salî Alî Akgun tundî li hevjîna xwe ya 75 salî Nîmet Akgun û keça xwe ya astengdar kir. Dema Nîmet Akgun xwe û keça xwe ya astengdar li dijî tundiya hevjînê xwe yê 80 salî Alî Akgun parast pevçûn derket. Di pevçûnê de Nimet Akgun, bi kêrê xwe parast û hevjînê xwe Alî Akgun kêr kir û kuşt.
Nîmet Akgun piştî bûyerê hat binçavkirin.
Piştî bûyerê Piştevaniya Xemrî piştgirî da Nîmet Akgun. Piştevaniya Xemrî li ser medya civakî peyam şand û wiha got: “Parastina rewa û cewherî maf e.” ENQERE