Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Li dijî xiyanet û dagirkeriya Kurdistnê dakevin qadan’

Li gelek bajarên Ewropayê ciwanên kurd daketin qadan êrîşên dagikeriyê yên dewleta tirk û PDK’ê şermezar kirin. Ciwanan bang li her kesî kirin û dakevin qadan û rê nedin dagirkeriya Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê.

Piştî dewleta tirk û PDK’ê bi awayekî hevkar dest bi êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir gel û ciwanên kurd li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan û bi çalakiyan ev êrîşên dagirkeriyê şarmezar kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku pêşengiya çalakiyan dike bang li tevahî ciwanan kir ku dakevin qadan û rê nedin dagirkeriya Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê.

Tevgerên Ciwanan ji bo çalakiyan bang kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyeke nivîskî li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê banga seferberiyê li Kurdistaniyên li Ewropayê kirin.

Daxuyaniya tevgerên ciwanan wiha ye: “Êrişa dawî ya artêşa tirk a dagirker ku 15’ê nîsanê piştî hevdîtina dawî ya navbera malbata ‘Barzanî’ û dîktator Erdogan de li qada Zapê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, bênavber dewam dike. Artêşa tirk a dagirker bi bombekirina Şikefta Birîndaran, Kurojaro û Çiyayê Reş hewl dide hêzên xwe li qadê deyne, bi çekên giran êrişan dike û bi piştgiriya PDK’ê ji bejahî ve jî hewl dide li gelek qadan komkujiyan bike. Di serî de ciwanên Apoyî yên li Ewropayê em bang li gelê me, dostên Kurdistanê dikin ku li ber van êrişan rabin, helwestê nîşan bidin û çalakiyan lidar bixin. Her roj êrişeke nû li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser herêmên cuda yên Kurdistanê êrişên dagirkeriyê pêk tên. Ev êriş û konsepta tunekirinê hêza xwe ji bêdengiya me ciwanên Kurdistanê digire. Ji dewletên NATO û Ewropayê hêzê digirin û dewleta tirk a dagirker û qirker bi konsepteke piralî êrişan dike. Li dijî dewleta tirk a dagirker û artêşa wê, bi pêşengiya ciwanan divê gelê me li her derê dakeve qadan, çalakiyên bêîteatiya sivîl bikin, li ber dagirkeriyê rabin û di asta herî bilind de xwedî li welatê xwe û gerîla derkevin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li ciwanên Kurdistanî dikin ku li her qadê bi ruhê Apoyî dakevin qadan. Bêyî ku li benda pêşengekî, planekê û girseyekê bisekine bi însiyatîfa xwe dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ne sibe yan jî piştî saeteke din, divê niha bikin. Tevî gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, ciwanên Apoyî jî wê li her qadê li ber xwe bidin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên kurd û dostên li Ewropayê dikin ku dakevin qadan.”

Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirker û qirker ên dewleta tirk herikîn qadan. Bi banga seferberiyê ya tevgerên ciwanan ên li Ewropayê TCŞ û TêkoJIN ciwan daketin qadan û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê meşeke şermezarkirinê lidar xistin. Ciwanan li nava kolanên Marsîlyayê dirûşma “Terorîst Erdogan” berz kirin û bang li her kesî kirin ku bi lez çalakiyan bikin. Ciwanan diyar kirin ku tevî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, ciwanên Apoyî jî wê li her qadê li ber xwe bidin.

Ciwan bi ruhê seferberiyê li Marîgnaneyê daketin qadan

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi çalakiyekê şermezar kirin. Ciwanan di meşê de pankartên “Bimire xiyanet” û “Azadî ji Rêber Apo re” hildan û heta ber Şaredariya Marîgnaneyê meşiyan. Ciwanan piştre ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin. Bi navê TCŞ’ê axaftin ahte kirin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk, zextên li girtîgehan, tecrîd û êrişên PDK’ê hatin şermezarkirin. Ciwanan li dijî êrişan bang kirin ku bi lez çalakî bêne lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşma “Terorîst Erdogan” hat berzkirin.

Li Dusseldorfê dagirkerî hate şermezarkirin

Li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê komek ji Kurdistanî li ber stasyona trenê ya navendî ya Dusseldorfê li hev civiyan û êrişên hevpar ên dewleta tirk û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Bi banga KCDK-E û TJK-E’yê komek ji Kurdistanî daketin qadan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin. Ji bo mîtînga îro saet 17.00 a li ber Haûptbahnhof a Dusseldorfê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar