Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li dijî ‘zanîngehên jinan’ kampanyaya îmzeyan

Li dijî projeya zanîngeha jinan Komelaya Jinên Cumhuriyetê, kampanya îmzeyan da destpêkirin. Seroka Komeleyê Zuhal Of da zanîn ku ev proje li dijî destûra bingehîn e û di rewşa ku bikeve meriyetê dê têkoşîna hiqûqî bidin

Serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan di Zîrveya G20 de çûbû Japonyayê û li vir diyar kiribû ku ji zanîngehên jinan bi bandor bûye û talîmat dabû Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) û gotibû di vî alî de xebatan bimeşînin. Komeleya Jinan a Cumhuriyetê bertek nîşanê vê da û li dijî vê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Kampanya wê heta 25’ê tîrmehê bidome. Kampanya wê li komeleya Îzmîrê, her roj di navbera saetên 17.00 û 19.00’an de li Qada Konak û derketina Metroyê bidome.

Seroka Komeleya Şaxa Îzmîrê Zuhal Of da zanîn ku zanîngeha jinan newekheviya zayendî xwedî dike, rêgeza wekheviyê ya destûra bingehîn binpê dike û di rewşa proje bikeve meriyetê de dê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.

Dixwazin cudahiyan têxin navbera zayenda

Of diyar kir ku tu car hewcedariya Tirkiyeyê bi zanîngehên jinan çênebûye û got ku zanîngeh pêşeroja welatan û teknolojiya wê plan dike û wiha domand: “Qadên werzîşê yên dibistanan, qadên teknîkî ji xwe kêm in. Dixwazin li dibistanan tevhîd-î tedrîsat (di hindekariyê de yekitî) rabikin. Dixwazin pêkanîna otobusên pembe, pêlekên keç-kuran cuda bikin. Vê carê jî dixwazin zanîngehan ji hev cuda bikin. Lê ev ne li gorî civaka me ye.”

Zanîngehên jinan li dijî zanistê ye

Her wiha Of destnîşan kir ku zanîgeh ji bo pêşeroja welatan plan bikin zanistê hildiberînin û ji ber vê jî zanîngehên jinan li dijî zanistê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinek doktor a ji fakulteya tibê mezûn bûye gelo wê tenê li nexweşxaneya jinan bixebite? Di esasê de dixwazin qada jinan teng bikin. Li Japonyayê yek çîrokek serkeftinê ya zanîngehên jinan tune ye. Lê bi me re gelek çîrokên serkeftina jinan heye. Di rewşa heyî de niha li gelek zanîngehan navendên lêkolînê yên jinan pirsgirêkên jinan lêkolîn dikin. Zanîngehên jinan ji pirsgirêka jinan re çareseriyê naynin. Ev dibe sedema newekheviya zayenda civakî. Li dijî rêgeza destûra bingehîn e. Yanî destûra bingehîn li vir tê binpêkirin. Tevî bertekên civakê ger pêkanîn neyê vekişandin em ê dozê vekin û têkoşîna xwe bidomînin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar