Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li dijî zilm û zordestiyê berxwedan

Di dîrokê de hemû kesên serwer û serdest; an bi hukmê zorê bûne serdest, an jî bi hîle û lîstikan bûne serdest. Her çend serdest bin jî, tu carî gel nabin alîgirên wan û ji wan hez nakin. Hêzên serdest û zordest, xwe bikin şîr û şerbet û bikin zêrê 24 eyar jî, dê dîsa nikaribin xwe bi gel bidin qebûlkirin. Ji ber ku tu carî li gorî daxwazên gel û pêdiviyên gel tev nagerin. Her dem ji bo gel bikin koleyên xwe û serweriyê bikin planan çêdikin. Di dîrokê dê bi hezaran mînakê vê yekê hene. Hemû paşa, qral, axa û beg tev bi zilm û zorê û bi hîle û fitneyan li ser piyan mane. Lê dawiya dawî têk çûne û têk diçin.

Li Tirkiyeyê jî hêzên dibin îqtîdar, li şûna ku xizmeta gel bikin û li ser esasê daxwazên gel tev bigerin;  dijberî vê yekê li dijî gel zordestiyê dikin. Li ser serê gel zilm û zordariyê dikin. Hêzên ku armanca wan îqtîdar e, her dem ji bo xwe li îqtîdarê bihêlin û serweriyê li ser civakê bikin; kar û barê wan hîle û lîstik in.

Di 20 salên dawî de jî dema em li hêza serdest a AKP’ê dinerin em vê rastiya wê baştir dibînin. 22 sal berê bi piştgiriya NATO, Ewropa û DYA wekî projeyekê hat avakirin û di 3’ê 2002’an de ket hilbijartinê. AKP di hilbijartina ewil de ji sedî 34,29 deng stend. Bi 363 wekilan ket meclise. CHP’ê jî ji sedî 19,38 deng stend û 178 wekîl şandin meclisê. Di hilbijartina mijdara 2002’an de tenê 2 partî ketin meclisê. AKP bû îktîdar û CHP jî bû muxalefet. Her wiha tenê 24 jin ketin meclise.

AKP’ya ku 22 sal berê bi sozên demokrasî, edalet, wekhevî, nelirêtî, neheqî û li dijî diziye hatibû ser kar, ji 2016’an ve dest bi talankirin, wêrankirin, dizî û qeyûman kiriye. Em dibînin ku her zilmê li ser gel zêde dike, gel ji AKP’ê dûr dikeve. Dijberiya gel a li hemberî AKP’ê zêde dibe. Piştî 22 salan em îro li encama dengên AKP’ê yên hilbijartinê dinerin; em dibînin ku AKP êdî parçe dibe. AKP’ya ku di hilbijartinên 2014’an de derket ji sedî 43’an dîsa serjêr diçe.

Piştî 22 salan ku CHP partiya mûxalefet bû, ji niha û şûnde xuya  dike ku dê êdî AKP bibe muxalefet û CHP jî bibe îqtîdar. Lê di encamê de herdu jî partiyên dewletê ne û ji civakê dûr in. Partiyên ku hêza xwe ji dewletê bigirin û dûrî civakê bikevin dawiya dawî winda dikin.

Di vê rewşê de dema em li partiyên gel û civakê dinerin DEM Partî derdikeve pêşberî me. DEM partî ku ji kevneşopiya HDP, DBP, DTP, DEHAP û HADEP, HEP û DEP’ê tê, her dem hêza xwe ji gel û civakê girtiye. Her çend li meclise ne xwedî hêzek mezin be jî hêza xwe ya esasî ji gel digire. Her dem gel kiriye pişteka xwe. Di salên borî de dema em li partiya gel dinerin, em dibînin ku çiqas jin, ciwan û gel esas girtiye, ew qas mezin û bi hêz bûye. Lê eger xwe ji gel, jin û ciwanan dûr bixe, dikeve nava lawaziyan.

Di vê hilbijartinê de DEM Partiyê ji sedî 5.7 stend. Ne rêjeyek pir baş e. Li gorî tecrübe, potansiyel û xwedîderketina gel diviya bû DEM Partiyê ji sedî 15 derxistibûya. Diviya bû 150 şaredarî bi dest xistibûya. Ji ber ku partiyek çiqas armanc û hedefa wan mezin be, divê li gorî wê xwe bi rêxsitin û bi hêz bike. Na eger ji halê xwe razîbe û bi hêza xwe ya heyî qayil bibe, dê nikaribe xwe mezin bike. Partiyek ku xwe ji civakê û gel dûr bixe û ji hilbijartinê heta hilbijartinek din biçe li deriyê malan bide û bi vê yekê pestê xwe bide, dê encama ku dixwaze bi dest nexe.

Di salên borî de DBP û HDP’ê şaredariyên li Konya, Edene, Mêrsîn û Aydinê jî stendin. Zêdeyî 100 şaredarî bi dest xist. Wê demê meclisên ciwanan pir xurt bûn. Partiyek ku her tem bi lîstik û hîleyên hikûmet, îktîdar û dewletê re rû bi rû bê, divê hemû îhtîmalên lîstik û hîleyan di ber çavan re derbas bike. Partiyek ku hêza xwe ji civakê bigire û ew qas sal tecrûbeyên wê hebin, bi 75 şaredariyan û ji sedî 5.7 dengan divê xwe zêde serkeftî nîşan nede. Her wiha partiyek ku ji 2016’an heta niha bi qeyûman re rû bi rû dimîne, divê hemû lîstik û hîleyên hikûmetê yên çawa qeyûm tayin bike, çawa rê li pêş namzet û hevşaredaran bigire yek bi yek bihesibîne. Ji ber vê yekê divê tu carî ji rêgezên xwe tawîzan nede. Kengî ku ji rêgezên xwe tawîz da, dê hêza xwe kêm bike.  Herî dawî dîsa em rastî hin pratîkên xwe dubare dikin tên.

DEM partiyê di hilbijartina 31’ê Adarê de li Wanê 245 hezar û 573 deng stend û rêjeya ji sedî 55.48 girt. Di vê hilbijartinê de AKP’ê jî 120 hezar û 147 deng stend û rêjeya ji sedî 27.15 girt.

Li Wanê DEM Partiyê du qatan ji AKP’ê zêdetir deng stend. Tevî ku bi awayekî zagonî û hiqûqî mafê Abdullah Zeydan hebû û gel Abdullah Zeydan hilbijart jî YSK’ê li gorî daxwaza hikûmetê biryar girt û li şûna qeyûm mafê wî yê Şaredariyê ji destê wî girt.

Dema em li pêvajoya darazê dinerin, em hîle û lîstikan baştir dibînin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê têkildarî Abdullah Zeydan di heman rojê de dicive û biryarê dide. Biryara hatiye dayîn betal dike û ji bo bidawîbûna mesaiyê 5 deqe dimînin ku biryarê radike. Ji bo rakirina mafên qedexekirî di 1’ê Nisanê de ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê nivîsa daxwazê hat. Li ser daxwaza Wezareta Dadê û bi serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê re 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo mafê ‘lêvegerandina mafên qedexekirî’ ku di 4’ê nîsana 2023’yan de dabû dicive. Şande dicive û biryarê dide. Di heman rojê de biryara berê hatibû dayîn radike û ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe dimînin ku biryara rakirina biryara îadekirina mafên qedexekirî dide.”

Ev nîşanî me dide ku saziyên darazê û îqtîdar bûne yek û li dijî vîna gel bi hevre biryarê didin. YSK, Daraz û îktîdar bûne şirîkê hev û bi hevre biryarê didin. Ev bi salan e xwe dubare dike. Wê demê divê em jî van rastiyên wan zanibin û li dijî vê yekê li dijî van bêhiqûqiyan xwe amade bikin. Me li jor jî gotibû, karê îktîdar û zordestan zilm û hîle ye, karê bindest û mafparêzan jî divê her tim têkoşîna li dijî hemû cureyên lîstik û hîleyan be. Dîrok nîşanî me dide ku her dem yên li dijî zilmê têdikoşin bi ser ketine.

Îro em dibînin ku li Wan û Hîlwanê gel daketine qadan. Ji ber ku gel zilmê qebûl neke. Kesên ku zilmê qebûl nakin her tem bi ser ketine. Serkeftin ya gel e.

Nûçeyên Têkildar