Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Li dijî zilmê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’

Kurdistanî û hunermendên li Ewropayê dijîn, bang li Kurdistanî û demokratan kir û gotin: “Bila her kesê ku demokrasî, mafên mirovan û azadiyê dixwaze dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Kurdistanî û hunermendên li Ewropayê dijîn, ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê bang li mirovên xwe kirin ku dengê xwe bidin namzetên Partiya Çepên Kesk.

Hozan Comert diyar kir ku gelên Mezopotamya û Enetoliyê sedsalek a zilm û qirkirinê derbas kirin û got ku ji bo zilm bi dawî bibin, ev hilbijartin firsendek e. Comert wiha got: “Li dijî zilmê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

 ‘Em vê sîstemê têk bibin’

Ji hunermendên TEV-ÇAND’ê Fevzî Kiliç jî diyar kir ku hilbijartin ji bo kurdan firsendek girîng e û got: “Ev sîstema faşîst û nîjadperes li her qadê li ser kurdan polîtîkayên bişaftin û qirkirinê dimeşîne. Em vê sîstemê têk bibin. Bi taybetî bang li xelkê Erziromê dikim. Di vê hilbijartinê de em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Ji Rêveberiya Federasyonên Komeleyên Demokratîk a Mereşê Talat Yeşîkaya jî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê 21 sal in hemû çavkaniyên gel tune kir û anî ziman ku ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bila her kes dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

‘Ji bo demekî nû bila her kes biçe ser sindoqan’

Alî Tûncer jî ji bo hilbijartinan ev bang li xelkê li welêt kir: “Ev 20 sal in me her tişt kir. Ji bo demekî nû bila her kes biçe ser sindoqan. Her kesê ku dibêje xwe ez mirov im, ez demokrat im û guhertinê dixwaze, bila biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Meryem Çagan a li Almanyayê dijî, xwest ku ji bo yekîtî û edaletê her kesê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Hevseroka berê ya DBP’ê ya Amedê Rûken Akça bang li Kurdistanî û Amediyan kir û got: “Bila her kesê ku demokrasî, mafên mirovan û azadiyê dixwaze dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Bi taybetî jin û ciwan xwedî li Partiya Çepên Kesk derkevin.”

Ayten Surreye jî bi Zazakî bang li Dêrsimiyan kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Esma Yildiz jî bang li her kesê kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar