Li Dîlokê bi hinceta ‘parvekirinên ser medyaya civakî’ polîsan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de 6 welatî hatin binçavkirin
Polîsên dewleta tirk bi hinceta ‘li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine’, di danê sibehê de li taxên Karşiyaka, Gazîkent, Guzelvadî û Duztepe yên navçeyên girêdayî navenda Dîlokê bi ser gelek malan de girt.
Li gorî agahiyan, di dema serdegirtina malan de polîsan malên welatiya belav kirin û dest danîn ser gelek pirtûk û kovaran. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navên Azad Kaygusuz, Muhammet Tutuş, Vedat Altug, Mîhrîcan Aslan, Nîhat Tekîn û kesekê ku navê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin. Di heman demê de polîsan bi ser mala Zehra Kaya de jî girt lê ji ber ku Kaya li malê nebû, nehat binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Dîlokê. DÎLOK